* Di peymana ku di navbera HSDê û Hikumeta Demki ya Sûriyê de hate îmzekirin de xaleke herî girîng jî bi dawîkirina dagirkeriya li bajarên Kurdan yên weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bû. Di gel demeke dirêj di ser de derbas bûye jî dewleta Tirk hê jî ev herêm vala nekirine da ku niştecihên van bajaran vegerin warê xwe. Her çiqas ev yek weke israra berdewamkirina dagirkirina van bajaran bê dîtin jî Serêkaniyê li benda şêniyên xwe ye. Ligel hemû êriş û komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê jî gelê Kurd li dijî guherîna demografîk têkoşiya û niha li gorî peymanê divê vegerin warên xwe. Her wiha ne tenê Kurdên di deh salên dawiyê de koçbûyîn dê Kurdên di nav sed sala dawiyê de ji ax û mala xwe hatine dûrxistin jî bikaribin vegerin.
* Aktivistê Komeleya Ekolojiyê ya Wanê Basrî Arslan diyar kir ku ew ê li her aliyê Kurdistanê sazîbûna xwe ava bikin û got: “Wê komunên xwezayê werin avakirin û zanista xwezaparêziyê di nav gel de bê belavkirin.”
* Hevserokê PYDê Xerîb Hiso tekildarî ambargoya li ser Kobanê anî ziman ku hikumeta Sûriyeyê ne xwedî îrade ye, Tirkiyeyê li ser Kobanê ambargo daniyê û wiha got: “Heke Tirkiye bixwaze dikare ambargoyê bide rakirin. Ambargo ranebe dê xetereyike mezin hebe.”
* Endamên Şaxa OHDê ya Stenbolê têkildarî mafê hêviyê diyar kirin ku du aliyên pêvajoyê hene, divê mafê heviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were ku her du alî bibin wekî hev û gotin: “Pêkanîna mafê hêviyê dê pêvajoyê jî xurt bike. Mafê hêviyê ji bo birêz Abdullah Ocalan çiqas zûtir pêk were dê aştî jî ewqas zû pêk bê.”
* Platforma Sazîyên Demokratîk a Bedlîsê dê ji bo piştgiriya bi Rojava re li Qada Bajêr a Norşînê daxuyanî bide. (13.00)
* Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi boneya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û yekitiya neteweyî ya gelê Kurd, dê li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê bi rûsipiyan re civîn li dar bixe. (13.30)
* Însiyatîfa Ji bo Zarokan Aştî, dê tekildarî ambargoya li ser Kobanê û ji bo parastina mafê zarokan li qada Pirsûsê daxuyanî bide. (13.30)









