* Rojnameger Zekeriya Şêxo ku li Bendava Tişrînê geşedanan ji nêz ve dişopînê anî ziman ku tevî êrişan jî, gel 5 roj in li bendavê nobede digre û got: “Dema em li vir bi gel re diaxivin dibêjin, “Em ji balafir û bombeyên wan natirsin. Me çawa ku DAIŞ li Kobanê têk bir, em ê dewleta tirk jî li Bendava Tişrînê têkbibin.”
* Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Wanê Mehmet Salîh Coşkûn ku derheqê binpêkirina mafên mirovan ên sala 2024an de axivî, bal kişand ser girtîgehan û da zanîn ku di sala 2024an de herî zêde serlêdan ji girtîgehan hatiye.
* Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan tekildarî pêvajoya nîqaşên çareseriyê bi lêv kir ku çareseriya pirsgirêkan bi pergala Netewa Demokratîk pêkan e û got: “Di vir de yê xwedî rol Birêz Abdullah Ocalan e. Wê deme divê çi bibe, divê şert û mercên Birêz Abdullah Ocalan bên baş kirin.”
* Şaredariya Peyasê bi hevkariya saziyên çand û hunerê şahiyek bêhempa ya “Sersala Kurdî” li dar xist.
* Şaxa Genel ÎŞê ya DÎSKê ya Şirnexê, dê li dijî tayinkirina qeyûman li Qada Cumhuriyetê ya Şirnexê daxuyanî bide. (16.00)
* Şaxên ÎHD, OHD û MED TUHAD-FEDê li dijî îşkenceya li ser girtiyên siyasî û sirgûnkirina wan dê li şaxa ÎHDê ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)