Duh bi şev li Wanê lêkirina berfê dest pê kir û ji ber ku berf zêde bariyaye rêyên 86 gund û 55 mezrayan hate girtin.
Li Wanê duh bi şev barîna berfê dest pêk kir û ji ber stûriya berfê rêyên 141 gund û mezrayan girt. Li gorî daneyên şaredariyan rêyên 86 gund û 55 mezrayan hatine girtin. Li Miksê rêyên 7 gund û 19 mezrayan, li Elbakê rêya gundek û mezrayekê, li Ebexê rêyên 22 gund û 14 mezrayan, li Şaxê rêyên 10 gund û 6 mezrayan, li Erdîşê rêyên 18 gund û 4 mezrayan, li Payîzavayê rêyên 2 gund û 4 mezrayan, li Bêgiriyê rêyên 15 gund û 2 mezrayan, li Qelqeliyê rêyên 10 gundan û 5 mezrayan û Seravê jî rêya gundekî ji ber berfa zêde hatiye girtin.
Her wiha Midûriyeta Avhewayê ya Bajêr hişyarî da û diyar kir ku dê barîna berfê di nava rojê de jî bidome.
Hat zanîn ku tîmên şaredariyê ji bo vekirina rêyên gundan û mezrayan xebat dane destpêkirin.













