• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Xwendekarên Zanîngeha Egeyê: Em ê pergala çeteyan hilweşînin

    Xwendekarên Zanîngeha Egeyê: Em ê pergala çeteyan hilweşînin

    Baregehên Haşdî Şabî bi dijwarî hatin bombebarankirin

    Di êrişa Îranê de pêşmergeyeke jin jiyana xwe ji dest da

    Di êrîşa dibistana Mereşê de hejmara miriyan derket 9an

    Di êrîşa dibistana Mereşê de hejmara miriyan derket 9an

    ‘Parêzgarê Kerkûkê îstîfaya xwe pêşkeşî encûmenê nekiriye’

    ‘Parêzgarê Kerkûkê îstîfaya xwe pêşkeşî encûmenê nekiriye’

    Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi Parêzgarê Hesekê re civiya

    Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi Parêzgarê Hesekê re civiya

    Li ser xwendekarekî lîseyê çek hat dîtin

    Li ser xwendekarekî lîseyê çek hat dîtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Xwendekarên Zanîngeha Egeyê: Em ê pergala çeteyan hilweşînin

    Xwendekarên Zanîngeha Egeyê: Em ê pergala çeteyan hilweşînin

    Baregehên Haşdî Şabî bi dijwarî hatin bombebarankirin

    Di êrişa Îranê de pêşmergeyeke jin jiyana xwe ji dest da

    Di êrîşa dibistana Mereşê de hejmara miriyan derket 9an

    Di êrîşa dibistana Mereşê de hejmara miriyan derket 9an

    ‘Parêzgarê Kerkûkê îstîfaya xwe pêşkeşî encûmenê nekiriye’

    ‘Parêzgarê Kerkûkê îstîfaya xwe pêşkeşî encûmenê nekiriye’

    Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi Parêzgarê Hesekê re civiya

    Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi Parêzgarê Hesekê re civiya

    Li ser xwendekarekî lîseyê çek hat dîtin

    Li ser xwendekarekî lîseyê çek hat dîtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dosyaya Epsteînê rojeva siyasetê dihejîne: Bill Clînton dê îfadê bide

Navenda Nûçeyan / AW

10 SIBAT 2026 - 14:21
Kategorî: CÎHAN, DARAZ, ROJANE
A A
Dosyaya Epsteîn ku wekî rizîna pergala modernîteya kapîtalîst tê pênasekirin, bi derketine belgeyên nû, rojeva siyaseta cîhanê dihejîne. Li gorî rojnameya New York Timesê di çarçoveya belgeyên derketî de Serokê DYAyê yê berê Bîll Clînton bangî îfadeyê hatiye kirin û ev yek rê vedike ku di pêşerojê de Trump jî bangî îfadeyê bikin. Nivîskarê The Guardîan Patrîck Wîntour jî bi bîr dixe ku li gel navê Trump, kargeh wî, hevsera wî 38 hezar car di belgeyan de derbas dibe jî derbarê wî de tunebûna lêpirsînekê, bi dawîbûna hesapdayînê dinirxîne.

 

Nîqaşên li ser dosyaya xwediyê tora hişbir û fihûşa zarokan Jaffrey Epsteîn bi derketine belgeyên nû berdewam dike. Di tora Epsteîn ku wekî qirêjî û riziyana pergala modernîteya kapîtalîst tê pênasekirin de navê bi sedan karsaz, siyasetmedar, serokdewlet, serokwezîr, parlementer, dîplomat, hunermend, nivîskar û kesên tên zanîn derbas dibe. Di naveroka e-nameyên ji Epsteîn re hatine şandin û bersivên wan de ji îstîsmara fihûşê ya zarokên biçûk bigire heta şantajên dîplomatîk, ekonomîk û siyasî her cure qirêjî cih digirin.

Siyaseta cîhanê dilerizîne

Di dosyayê de herî zêde navê Serokê DYAyê Donald Trump û nûnerê wî yê taybet ê Sûriyê Tom Barrack derbas dibe. Di çapemeniya DYA û cîhanê de dosyaya Epsteîn bi derketine belgeyên nû berdewam dike. Bi gotina gelemşeyî dosyeya Epstein erka siyaseta cîhanê dehejîne. Îstîfa, lêborîn, hincet û şantajên nû li ser hev tên. Heta niha li çend welatan kesên di asta berpirsyariyê de bi boneya derketina e-nameyên wan lêborîn xwestin û îstîfa kirin. Tê payîn ku qasî 3 milyon e-name û hezar 800 wêneyên di dosyayê de heyîn bên vekolîn dê qirêjiyên pergala kapîtalîst zêdetir bêhen bidin.

Clînton dê îfadeyê bide

Di çapmeniya DYAyê de tê destnîşan kirin ku di encama hewildanên senatorên Komarparêz de yekem car e ku serokek DYAyê îfade dide. Serokê Amerîkayê yê berê Bill Clinton bi gefa celba mehkemeyê neçar dike ku bê û di kongireyê de îfade bide. Ev ji bo Komarparêzen Amerîkayê wek serkeftineke tê nivîsandin. Beriya vê tu serokek din bi zexta celba mehkemeyê di kongereyê de neçarî dayîna îfadeyê nehatiye kirin.

New York Tîmes balê dikişîne ser Trump

Li gorî çapemeniya Amerîkî, Endamê Meclîsa Nûneran yê Komarparêz James Comer bi xebateke demdirêj bala rayagiştî ji ser Serokê Amerîkayê Trump dûr xist û balkişandiye ser Bill Clînton. Li gor analîza Newyork Timesê ev celba ji bo Clinton hatiye derxistin dê bibe emsala ku Donald Trump jî di demên pêş de derkeve pêşberî dadgehê. Rojname bi bîr dixe ku di belgeyên Epstein de herî zê de navê Trump derbas dibe û destnîşan dike ku Trump niha bi zirxên serokatiyê xwe ji vê yekê diparêze.

Pergala Ponzî ya serdema nû

Dosya Epstein ji niha ve wek senbola kapîtalîzma neoliberal ya riziyayî cihê xwe di sergoya dîrokê de digire. Li gor agahiya di Financial Timesê de derketin jî ev wek cureyeke pergala civakî ya Ponzî (Şebekeya seadetê ya xapandinê) ye. Rojname diyar dike ku di serî de elîtên Amerika û elîtên netewe dewletên din di nava vê pergala ponzî de ne.

Di lutkeya vê pergalê de Epstein xuya bike jî ev koordinasyonek e mezintir e. Kesên dikevin nava vê koordinasyonê li gor berjewendiyên xwe heta cihek ji nîmet û derfetên wê sûdê werdigirin, hê pirtir mirovên elît nas dikin û xwe bi hêztir hîs dikin. Di netewe-dewletên ne demokrat an jî xwe wek demokrat nîşan didin de ev cure pergalên ponzî yên tên “zanîn” hene. Meseleyên wisan yên siyasî û kesayetên bi hêz de kiryarên sûcên cinsî û wekî din bi awayekê tên veşartin û pêşî li darizandin û teşhîrkirina wan tê girtin.

Habîtûsa razandinê

Ev pergala qirêj ya “ponzî” bi têgiha habitus ya sosyolog Pierre Bourdieu bê vagotin dê hê hîsantir bê famkirin: Elîtên ku di qadên cihê de bi bondorin di nava habitus-ek de hevdu nas dikin, ew habitus ji beşdarên nava xwe re dibe pergala ewlehiyê. Her kesên elît ên beşdarê vê habitusê dibin her ku kapîtala xwe ya çand û civakî li pêş dixin, hê bêtir karên xwe bi hêsanî dibînin, di der dora xwe de rêzdariya xwe mezin dikin û disthilatdariyê bi dest dixin.

Ev habîtûsa riziyayî her tiştî jî dirizîne. Wek nimûne; nayê vê wateyê ku her elîtên di nava vê pergalê de ye sucê cinsî pêk aniye. Lê ji ber ku ev pergal destê beşdaran xurt dike û derfet dide ku birokrasiyê paybas bikin, naxwazin ji pergalê derkevin. Hinek ji wan piştî sucên cinsî pêk tînin û bi negirtina ceza xwe rehet hîs dikin. Hinek bi têkiliyên di ser Epstein re hê xurtir hîs dikin, hinek derfetên berfirehtir bi dest dixin. Ev jî cihê wan ê di nav siyaset û serameyê xurt û hêz dike.

Mekanîzmayên netewe-dewletên kapîtal ji ber ku nikarin rê li ber van mekanîzmayên habitus ên elît bigirin bêwate dimînin. Elît bi koordîneya nava xwe dikarin vê pergala birokrasiya netewe-dewletên kapîtal baypas bikin. Dosya Epstein ji ber têkiliyên xwe yên xurt wek dersa pirtuka baypaskirina brokrasiyê ye. Wek nimûne îdîaya ku Sefîrê Îngilistanê yê Washingtonê Peter Mandelson piştî krîza malî e-posteyên Downing Street yên hesasyetên piyaseyê di nav de hene, di bindest de dide Epstein. Li Ingilîstanê niha ev mijar tê nîqaşkirin û bi vê boneyê Serokwezîrê Ingilîstanê Keîr Starmer bi sedema Mandelson tayîn kiriye bi lêpirsînê re rû bi rûye

Têkiliya Îsraîl û Epsteîn tê nîqaşkirin

Mijarek din a tê nîqaşkirin têkiliyên di navbera Îsraîl û Epstêni de ye. Hind belge balê dikişînin ser sîxurtiya Epsteîn ji bo Îsraîlê dike. Têkiliyên Epstein ne tenê bi Serokwezirê Îsraîlê yê berê Ehud Barak re heye. Di agahiya ku The Jeruselam Post de derketî tê gotin ku dosyayên Epstein teorisyenên komploger wêrektir. Rojname îdîa dike ku dosyayên Epsteîn li cîhanê de rê li ber pêşketina pêla antî semîzmê vekiriye û vê jî Cihûyan di bin tohmetên reş de hiştiye. Heta niha daneyên şênber yên nîşan bidin ku pergala Epstein xizmeta çi dike nebin jî, gelek daneyên ku nîşan dide pergala Epsteîn Îsraîlê diparêze hene. Epsteîn kirin û kiryar qeyd kirine. Ev bi sere xwe daneyek nîşan dide ku xebata Epsteîn xebatek sîxuriyê ye.

Agahiyên heta niha hatine aşkerakirin nîşan nadin kî bi kîjan şantaj û gefan re rû bi rû dimîne. Lê ji ber ku îstîsmara keçik û zarokan zêde li pêşe pergala qirêj a pedofilî bi hemû aliyan ve têra xwe nayê nîqaşkirin.

Edîtorê dîplomasî û politîka yê rojnameya The Guardian Patrick Wintour di analîza kirî de diyar dike ku çav li ser îstîfayên li Îngilistanê zeloq bûne û ev yek nîşan dide ka dê pergala qirêj kîjan welatan çewan bandor bike. Wintour bi bîr dixe ku bi boneya belgeyên Epsteîn derbarê Serokwezîrê berê yê Ingilîstanê Keîr Stamer de lêpirsîn hatiye vekirin û wiha dibêje: “Balkêş e ku lêpirsîne yekemîn ne li DYAyê lê li Ingilîstanê hate vekirin. Wekî ku kesê pişiyê bê lêpirsîn û îstîfa bike Donald Trump nîn be.” Wintour destnîşan dike ku di belgeyan de 38 hezar car behsa Trump, hevser û kargeha wî tê kirin û desnîşan dike ku sedema lênepirsîna Trump ji holê rabûna hesap dayînê ye.

 

Etîket: Donald TrumpJaffrey EpsteînModernîteya SermayedarRizîbûn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Fîdan: Divê em ji vekişîna Amerîkayê ya ji NATOyê re amade bin

Fîdan: Divê em ji vekişîna Amerîkayê ya ji NATOyê re amade bin

13 NÎSAN 2026
Trump gefa ‘ablukaya deryayî’ li Îranê xwar, Pasdaran bersiv da

Trump gefa ‘ablukaya deryayî’ li Îranê xwar, Pasdaran bersiv da

12 NÎSAN 2026
Senator Graham: Trump rê nade ku Îran Tengava Hurmizê kontrol bike

Senator Graham: Trump rê nade ku Îran Tengava Hurmizê kontrol bike

11 NÎSAN 2026
Trump: Dema pêdivî pê heyî NATO ne li cem me bû

Trump: Dema pêdivî pê heyî NATO ne li cem me bû

9 NÎSAN 2026
Balekanî: Trump xwe dixapîne, Kurd nabin siwarê kesî

Balekanî: Trump xwe dixapîne, Kurd nabin siwarê kesî

8 NÎSAN 2026
Trump gefa ‘wê îşev qiyamet rabe’ li Îranê xwar

Trump gefa ‘wê îşev qiyamet rabe’ li Îranê xwar

7 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şaxên Egîtîm Senê êrişa li Siwêregê şermezar kir: Divê Yusuf Tekîn îstîfa bike

    Şaxên Egîtîm Senê êrişa li Siwêregê şermezar kir: Divê Yusuf Tekîn îstîfa bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meral Daniş Beştaş: Divê beriya Meclîs bikeve betlanê qanûn bên çêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Colemêrgê berfa avetîrkê: Heke amadekarî hebe, berfa biharê ne xirab e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê: Ji bo betalkirina JESê biryareke fermî pêwîst e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Hezex, Midyad û Wêranşarê Çarşema Serê Nîsanê hate pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Mereşê li dijî dibistanekê êriş pêk hat: 4 kes hatin kuştin û 20 kes birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çiyayê Meqamê bi guldexwînan xemilî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Zanîngeha Egeyê êrîşa nijadperestan: 22 xwendekar birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêya Mûş û Gimgimê herifî lê ev 4 meh in nayê çêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (548)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne