Hesabê tekane ajansa jinan JinNewsê cara 4emîn hat astengkirin. Hesaba nû ya ajansê @jinnews_trk ye.
Kiryarên astengkirinê ya platforma medya dijîtal Xê li ser hesabên çapemeniya Kurd didome. Hesabê ajansa JinNewsê ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê tekane ajansa jinan e, careke din hat girtin. Hesabê JinNewsê ya bi navê @jinnewsturkce2 hat astengkirin. Tê gotin ku di derbarê astengkirinê de tu agahî nehatiye dayîn ji bo ajansê.
Hêjayê gotinê ye ku ev cara 4emîn ku hesabê JinNewsê ya Xê tê girtin. Hesabê nû yê ajansê weke @jinnews_trk hat ragihandin.
X hesabên rojnamevanên Kurd hedef digre
Platforma dijital X, li ser daxwaza Tirkiyeyê bi taybet hesabên Xê yên çapemeniya azad û rojnamevanên Kurd yên ku ji qadê di derbarê pirsgirêka Kurd de agahiyan parve dikin ji xwe re kiriye armanc. Ev kiryara Xê weke pinpêkirina mafê ragihandinê tê dîtin û di çarçoveya mafên gerdûnî de tê rexnekirin.













