Ciwan bi bi şîara, “Em bi tariyê ber bi roniyê ve dimeşin” dê pêvajoya dawî li Amedê nîqaş bikin. Siyasetmedarên Kurd Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş jî dê tev li kombûna ciwanan bibin.
Meclîsa Ciwanan a DEM Partîyê û Hevgiriya Xendekarên Azad a Dîcleyê bi şîara “Em ji tarîtîyê ber bî ronahîyê ve dimeşin” bi ciwanan re kom dibin. Meclîsa Ciwanan a DEM Partîyê têkildarî kombûna ciwanan li ser hesabên xwe yên medya sanal peyamek belav kir. Di peyamê de agahiyên derbarê kombûnê de hate dayîn û bang li hemû ciwanan hate kirin ku tev li kombûnê bibin. Di peyamê de hate ragihandin ku siyasetmedarên Kurd Veysî û Çetîn Arkaş jî dêbeşdarî kombûna di 15ê Sibatê seet 10:00an de lî Navenda ÇandAmedê (Çandê ya Sezaî Karakoç) pêk tê, dibin.
‘Dê pêvajo bê nîqaşkirin’
Di peyama Meclisa Ciwanan de hate daxuyandin ku dê di kombûnê de pêvajoya dawî bê nîqaşkirin û wiha hate gotin: “Ji bo telîbûna civînê em di serî de bang li jinên ciwan û hemu hevalên xwe yên Kurdîstanê dikin ku tev li kombûna me bibin.”













