Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê diyar kir ku li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê Kurdek 70 salî bi awayê fetisandinê hatiye qetilkirin.
Li Sûriyê zordarî, şidet û kaosa Hikumeta Demkî berdewam dike. Komên çete yên girêdayî Şamê li ser ser gelê Kurd, Elewî û kêmarên din terorê dimeşînin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê welatiyê Kurd ê bi navê Mihemed Mamo ku nasnavê Ebû Hisên dihat zanîn li mala xwe kuştî hatiye dîtin. Rêxistinê diyar kir ku Mihemed Mamo bi awayê fetisandinê hatiye qetilkirin. Rêxistinê diyar kir ku Mihemed Mamo kesek ji navçeya Bilbilê ya Efrînê de ku di encama dagirkirina Tirkiyê de bi neçarî koçî Helebê kiribû. Hate ragihandin ku qetilkirina Mihemed Mamo piştî şelandina mala wî pek hatiye, pere û hind eşyayên wî jî hatine dizîn.













