Li Wan û navçeyên wê ji ber barîna berfê ya zêde rêyên 46 gund û 97 mezrayan hat girtin.
Li Wanê û nevçeyên wê ji duh şev ve berf dibare. Ji ber zêde barîna berfê, rêyên 46 gund û 97 mezreyên Wanê û navçeyên wê hatine girtin. Li Miksê rêya 22 gund û 54 mezrayan, li Elbakê rêya 2 gund û 4 mezrayan, li Ebexê rêya 2 mezrayan, li Şaxê rêya 4 gund û 12 mezrayan, li Erdîş û Westanê rêya gund û 2 mezrayan, li Payîzavayê rêya 9 gund û 20 mezrayan, li Rêya Armûşê rêya mezrayekî, li Bergiriyê rêya 2 gundan, li Qelqeliyê rêya 2 gund û meazrayekî, li Seravê rêya 6 gund û mezrayekî ji ber barîna berfê ya zêde girtî ne.













