Pêşnûmaya di encama nîqaşên di 10ê Sibatê de li Parlementoya Ewropayê li ser êrişên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û rewşa Rojavayê Kurdistanê pêk hatîn dê îro bikeve dengdanê. Pêşnûma pêşniyar dike ku hemû alîkariyên Yekîtiya Ewropayê dide Sûriyê bi şertê dayîna mafên makezagonî yên Kurdan û kêmneteweyên din ve bê girêdan.
Parlementoya Ewropayê di 10ê Sibatê de têkildarî geşedanên li Sûriyê û êrişên komên Hikumeta Demkî yên li ser Rojavayê Kurdistanê rûniştinek pêk anî bû. Di rûniştinê de êrişên ji 6ê Çile heta niha pêk tên, hatibûn nirxandin û rexneyên tund li rayedarên Yekîtiya Ewropayê hatibûn kirin. Parlementera bi eslê xwe Ereb Abber Al-Sahlanî kincên Kurdan li xwe kiribûn û li dirûniştinê de balkişandibû ser bedelên giran ên Kurdan kişandî. Al-Sahlanî bi gotina, “Niha rol guherîn, Kurdên demekê azadiya me diparastin hila li benda alîkariyê ne” bang li parlementoyê kiribû. Her wiha parlementerên axivîn balkişandibûn ser mafên gelê Kurd û kêmaran, xwestibûn ku dorpêça li ser Kobaniyê demildest bê rakirin, mafên Kurdan û kêmaran di makezagonê de bên misogerkirin. Parlementeran di heman demê de xwestin ku heta ev gav pêk bên divê hemû alîkariyên didin Hikumeta Demkî yên Yekîtiya Ewropayê bi vî şertî ve bên girêdan.
Pêşniyarên parlementeran dikevin dengdanê
Wekî encma civîn û nîqaşê pêşniyarên hatin kirin ji hêla komek parlementeran re mîna pêşnûmayekê pêşkêşî Parlementoya Ewropayê hate kirin. Di pêşnûmayê de tê pêşniyar kirin ku divê alîkariyên ji bo Hikumeta Demkî ya Sûriyê ji hêla Yekîtiya Ewropayê ve tên kirin, bi şertê parastina mafên makezagonî yên Kurd û kêmarên li Sûriyê, aştî û agirbesta mayîn de ve bê girêdan û her wiha alîkariyên mirovîn ji bo Rojava bên şandin.













