Sendîkayên cuda yên li Îspanya û herêmên xweser, beriya 15ê Sibatê daxuyaniyeke hevpar weşandin û daxwaza serbestberdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û naskirina statuya siyasî û civakî ya gelê Kurd kirin.
Sendîkayên ji Îspanya, Welatê Bask, Galîstya, Katalonya, Astûryas û Giravên Kanaryayê daxuyaniyeke hevpar weşandin. Sendîkayan destnîşan kirin ku 15ê Sibatê wek “sembola têkoşîna dadwerî, azadî û mafên gelan” tê pênasekirin.
Saziyên îmzekar diyar kirin ku ji bo dabînkirina aştî û stabîlîzasyonê li Rojhilata Navîn, azadiya Abdullah Ocalan “lezgîn û elzem” e û banga serbestberdana wî ya tavilê kirin.
Di tekstê de bang li Tirkiyeyê hat kirin ku ji bo aştiyê gavan bihavêje û hat diyarkirin ku ev pêvajo dikare bi serbestberdana Adullah Ocalan û rêzgirtina li mafên gelê Kurd bi pêş ve biçe. Hat destnîşankirin ku piştgirî; li ser bingeha dadwerî, demokrasî û piralîbûnê naskirina cihêrengiyan esas digire.
Di daxuyaniyê de her wiha ev hatin diyarkirin:
“Paradîgmaya ku ji aliyê Ocalan ve hatî avakirin, wekî ku li Rojava hatiye pêşxistin, pergaleke ku xwe dispêre azadiya jinê, jiyana bi hev re ya cihêrengiyan û avakirina civakên piralî pêşniyar dike. Ev model, bi îsbatkirina ku dadwerî, demokrasî û hevkariya di navbera gelan de pêkan e, dikare ji bo her kesî bibe mînak.
Berxwedana Kurdan a ku bi dehan salan e berdewam dike, nîşan daye ku divê civaka navneteweyî rêzê li maf û daxwazên gelê Kurd bigire û statuyeke siyasî û civakî ya rewa bide wan.”
Di daxuyaniya hevpar de hat gotin: “Wek sendîkayên xwe, em pabendbûna xwe ya bi piştgirî û dadwerî dubare dikin; em bang li hemû sazî û hikûmetên cîhanê dikin ku piştgiriyê bidin serbestberdana Ocalan û naskirina mafên gelê Kurd.”
Sendîkayên îmzekar ev in:
Konfederasyona Sendîkayan a Komîsyonên Karkeran – CCOO
Konfederasyona Navsendîkayî – CI
Konfederasyona Giştî ya Karkeran – CGT
Konfederasyona Navsendîkayî ya Galîstya – CIG
Kolektîfa Karkerên Yekbûyî – CUT
Herikîna Sendîkayî ya Çep a Astûryas – CSI
Piştgiriya Karkerên Bask – ELA
Konfederasyona Sendîkayî ya Çep – ESK SINDIKATUA
Navsendîkayî ya Alternatîf a Katalonya – IAC
Navsendîkayî ya Astûryas – INAST
Navsendîkayî ya Valensiya
La Intersindical (Katalonya)
Komîteyên Neteweperest ên Karkeran – LAB
Tevgera Karkeran a Giravên Kanaryayê – MTC
Rêxistina Sendîkayî ya Karkerên Aragon – OSTA
Konfederasyona Piştgiriya Karkeran













