Heyva Sor a Kurdistanê li Kobanê serdana koçberan kir û alîkariya tenduristiyê da welatiyên nexweş.
Heyva Sor a Kurdistanê kar û xebatên alîkariya koçberên di encama êrişên komên çeteyên yên girêdayî Hikumeta Demkî ya Sûriyê û Tirkiyê axa xwe terikandine. Rêveberiya Xweser a Kobanê û Heyva Sor a Kurdistanê ji bo alîkariya bi sedan malbatên ji Reqa, Tebqa û gundewarên Kobanê koçî navenda bajarê Kobanê bûne, bênavber dixebitin. Koçber ku li dibistan, baxçeyên zarokan, dikanan û saziyên din ên fermî dimînin, ji ber kêmbûna derfetan zehmetiyan dikişînin. Dorpêçe ku komên hikumeta demkî daniye ser bajar, zehmetiyên wan zêdetir dike.
Ji Heyva Sor alîkariya tenduristiyê
Heyva Sor a Kurdistanê di çarçoveya xebatên xwe de serdana koçberan kir. Yekîneyên tenduristiyê yên saziyê welatî di venêrîna tenduristiyê de derbas kirin û alîkariya tenduristiyê da. Welatiyên pirsgirêkên wan tenduristiyê heyîn hatin venêrandin û dermanên pêwist ji wan re hatin dayîn.













