Li bajarê Kobanê û gundewarên wê, ji bo çinîna berhemên îsal amadekariyên patosan dewam dikin. Xwediyên patosan ev zêdeyî meh û nîvekê ye dest bi tamîrkirin û nûjenkirina patosên xwe kirine û heta destpêka dema çinînê ew ê bi temamî amade bin.
Li seranserê herêmê, hejmara herî zêde ya patosan li bajarê Kobanê ye. Xwediyên patosan ji bo çinîna genim û ceh destpêkê berê xwe didin herêmên wekî Sirîn, Eyn Îsa, Reqa, Hesekê û Kantona Cizîrê. Piştî ku li wan herêman rakirina berheman temam dikin, careke din berê xwe didin Kobanê û dest bi çinîna zeviyan dikin.
‘Metirsiya şewatê heye’
Yek ji xwediyên patosan ê ji Kobanê Xelîl Adil Şêx Nebî derbarê amadekariyan da agahî dan ANFê û diyar kir ku ew êdî amade ne dest bi çinînê bikin û wiha got: “Sala borî saleke ziwa bû, hin zeviyan qet berhem neda. Ji ber ziwabûn û nebûna berheman karê me jî nebû û gelek patos betal man. Lê belê îsal ne wisa ye. Ji ber barana zêde berê zeviyan baş e û em ê dest bi çinîneke baş bikin.” Şêx Nebî destnîşan kir ku bi zêdebûna berheman re metirsiya şewatê jî heye û ev hişyarî da: “Li hemberî egera derketina agirekî, divê li cem her patosekê tîmek an jî amûrên agirkujiyê hebin û 24 saetan amade bin. Heger agir bi derekê ket, divê demildest xwe bigihîninê da ku bi hektaran zevî bi şewatê re rû bi rû nemînin. Ne tenê tîmên agirkujiyê, divê xwediyên zeviyan bi xwe jî tedbîrên xwe bigirin.”
‘Bihabûna mazotê bandorê li heqdestê çinînê dike’
Di berdewamiya axaftina xwe de Şêx Nebî bal kişand ser bihabûn û kêmbûna sotemeniyê û anî ziman ku ev rewş bandorê li cotkaran jî dike: “Li gorî bihayê mazotê, wê heqê çinîna berheman jî biha bibe. Ji ber ku lîtreya mazotê bi 55 sentan tê firotin, wê buhayê çinînê jî zêde bibe. An jî divê ji xwediyên patosan re mazot bi erzanî bê dayîn. Em diçin Reqa, Hesekê û gelek herêmên din kar dikin; ev bihabûn û zehmetî metirsiyê li ser debara me çêdike.”













