* Endama Kovara Jineolojiyê Aynûr Sarica ku têkildarî salvegera 27emîn a Komploya Navdewletî ya 15ê Sibatê axivî, bal kişand ser paradîgmaya azadiya jinê ya Abdullah Ocalan û got: “Ji ber vê paradîgmayê em deyndarên Abdullah Ocalan in.”
* Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku li gor peymana 29ê Çileyê Meclîsa Efrînê ya Qamişloyê amadekariya vegerîna 400 kesan ji bo Efrînê dikin û got: “Beriya 2 rojan derdora 30 kes ji bo şaredariya Efrînê bi rê ve bibin hatin erkdarkirin.”
* Birayê Ridvan Karakoç ku di binçavan de hatibû windakirin, Hasan Karakoç diyar kir ku kesên mafên gelê xwe diparastin û ji bo gelê Kurd têdikoşiyan hatin windakirin û got: “Dewlet û hêzên ku di nava dewletê de bûn, mirovên me winda kirin. Divê ew kes bên dîtin û darizandin. 31 sal in em li Qada Galatasarayê ne, hezar sal jî derbas bibe em ê li vir bin.”
* Zanyarê siyasetê Dr. Mustafa Pekoz beşdariya nûnerên Kurd a li konferansa Munîhê nirxand û anî ziman ku wêneyê derketiyê ji Tirkiye, Sûriyê û dewletên Ereb re peyamek bû û got: “Amerîka dibêje ez li cem HSDê me. Amerîkayê bi awayekî fîîlî xweseriya Kurdan qebûl kiriye.”
* Şandeya Kurdan a tev li Konferansa Ewlehiyê ya Munihê bûye, di astên herî bilind de hevdîtinan dikin. Di konferansê de Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Robio şert daniye ber şandeya Sûriyeyê ku Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed jî bi wan re tev li hevdîtinê bibin. Robio peyama Trump gihand şandeya Sûriyeyê û Trump xwestiye ku Sûriye siyaseteke nerm bi Kurdan re bimeşîne û zû li hev bên.
* Hevseroka DADERê ya Êlihê Sabahat Acar û rêveberê komeleyê Mele Zubeyîr Çelîk bal kişandin ser kiryarên komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ku û diyar kirin ku li gorî hin peyman hatine îmzekirin jî dîsa metirsiya gelê Kurd heye.
* Welatiyên ku tev li civîna gel a li navçeya Bismilê hatiye lidarxistin bûn wiha gotin: “Dem dema azadiya Rêber Ocalan e. Azadiya Serokê me azadiya me ye. Divê em di 15ê Sibatê de ji bo azadiya Serok dengê xwe derxînin.”
* Dayikên Aştiyê û rêveberên DEM Partiyê yên Colemêrgê têkildarî salvegera komploya 15ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn û xwestin tecrîd û komplo bi dawî bibe û Ocalan bigihîje azadiya xwe.
* Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê dê bi beşdariya siyasetmedarên Kurd Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş dê li ÇandAmedê bi ciwanan re kom bibe. (10:00)
* Amedspor û Sakaryaspor dê li Stada Tahîr Elçî ya li Amedê di hefteya 25emîn de bilîzin. (16:00)
* Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk dê îro li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi meş û daxuyaniyan komploya 15ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şermezarkirin. (18:00)













