Li Stenbolê duh 16 kesên di çalakiyên protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Bi armanca protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn li gelek navendan meş û çalakî hat li darxistin .Duh li Qada Aksarayê ya navçeya Fatîhê ya Stenbolê jî çalakiyên nerazîbûnê yên komployê hatin lidarxistin. Di çalakiyê de 4 jê zarok bi giştî 16 kes hatin binçavkirin. Kesên bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin, piştî karûbarên îfadeyê yên li midûriyeta polîsan qediya, hatin berdan.













