Li Rojavayê Kurdistanê 450 hezar Kurdên di encama dagirkeriya Tirkiye û êrişên komên çete yên girêdayî bi neçarî ji cih û warê xwe koçber bûne, li benda vegerê ne. Ligel Peymana 29ê Çile jî bi boneya berdewamkirina dagirkerî û astengiyên dewleta Tirk hêj nikarin vegerin ser axa xwe. Li gorî peymana di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de divê Tirkiye dawî li dagirkeriyê bîne û gel vegere ser male xwe.
Peymana 29ê Çileyê di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê de hat îmzekirin wekî rojevek sereke ya herêmê û cîhanê cihê xwe diparêze. Di çarçoveya pêkanîna bendên peymanê de li ser xalên leşkerî, ewlekarî, îdarî, aborî, perwerde û koçberiyê gotubêj, civîn û danûstendin berdewam dikin. Heta niha zêdetirîn li ser ji nûve bicîhkirina hêzên leşkerî û hêzên ewlekariya hundirîn hatiye rawestîn û gav hatine avêtin. Dîsa di aliyê îdarî de jî hevdîtin hene. Di peymanê de 2 bendên ku wekî xalên herî girîng û tevlîhev tên binavkirin jî mijarên koçberî û perwerdeyê ne. Li ser herdu xalan hîn danûstendinên berfireh nehatine kirin û gavên berbiçav nehatine avêtin. Lê di çend rojên dawî de mijara koçberiyê ketiye rojevê. Li gorî agahiyên saziyên pêwendîdar ên Rêveberiya Xweser, di rojên pêş de wê ev mijar hîn zêdetir were axaftin û amadekariyên vegera koçberan tê kirin.
Hejmara koçberên li benda vegere 450 hezar e
Ger ku tu astengî dernekevin û plansaziyek hevpar were derxistin, zêdetirî 450 hezar koçberên ji Efrîn, Şehba, Heleb, Girê Sipî û Serêkaniyê wê karibin vegerin warên xwe. Li gorî peymanê pêwîste vegerek bi ewle çêbibe û li bajarênEfrîn, Şehba, Girê Sipî û Serêkaniyê pergala ewlekariya hundirîn were avakirin. Hevserokê Mekteba Karû Barên Civakî û Koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmus Ehmed derbarê hejmara koçberan de agahî dan Ajansa Nûçeyan a Hewarê (ANHA).
Sûcdarê koçberiyê dewleta Tirk e
Di encama dagirkeriya dewleta Tirk a di sala 2018an de zêdetirî 300 hezar kes ji Efrînê koçber bûn. Ev koçber pêşiyê li bajaro kû gundewarên Şehbayê û kampên li van deran hatine avakirin bi cih bûn.
Di sala 2024an de jî cardin bi boneya êriş û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Şehbayê li derdora 200 hezar kes koçber bûn. Ev koçber li Tebqa, Reqa, Kobanê û Cizîrê hatin bi cih kirin û beşek ji wan jî derbasî taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê yên Helebê bûn.
Pêla sêyemîn: 175 hezar kes hatin Rojavayê Kurdistanê
Êrişên çeteyan û dagirkeriya dewleta Tirk herî dawî li Helebê berdewam kir. Di encama êrişên di 6ê Çile de destpêkirin heta niha 150 hezar koçber neçar man ku derbasî bajarên Rojavayê Kurdistanê bibin.
Li gorî daneyên Heyva Sor a Kurdistanê 175 hezar kes derbasî herêma Cizîrê bûn û li dibistan, mizgeft, saziyên Rêveberiya Xweser û baxçeyên zarokan ên li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Amûdê, Girgê Legê, Rimêlan, Tirbespiyê, Çilaxa û Dêrikê hatin bicihkirin. Beşek koçberan jî derbasî bajarê Kobanê bûn.
Koçber dê vegerin
Koçberiyek mezin jî, li Serêkaniyê û Girê Sipî çêbû. 9ê Cotmeha 2019an artêşa dewleta Tirk û komên girêdayî wê, êrişî bajarên Serêkaniyê û Girê Sipî kirin. Di encama êrişên de ji herdu bajaran li derdora 150 hezar kes koçber bûn. Malbatên koçber ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li kampên Serêkaniyê û Waşokanî yên herêma Hesekê, kampa Til Semîn a di navbera Reqa û bajarê Eyn Îsa û kampa Eyn Îsa hatin bicîhkirin. Di dema êrişên 18’ê Çileyê 2026 de, koçberên li kampên Til Semîn û Eyn Îsa careke din ketin ser rê. Beşek ji koçberan li gundên xwe yên derdora Kobanê û Eyn Îsa, beşek jî derbasî Kobanê bûn.
Li gorî agahiyan Hevserokê Mekteba Karû Barên Civakî û Koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmus Ehmed têkildarî vegera koçberan civîn tên çêkirin amadekarî didomin. Her wiha çavkaniyên pêvajoyê dişopînin jî diyar kirin ku di çarçoveya plansaziyan de wê ji bo cihên ku ewlekariya wan hatiye pêkanîn, veger pêk were.



















