TJAyê bernameya 8ê Adarê eşkere kir û hate ragihandin ku dê îsal li Nisêbîn, Bazîd, Êlih, Pirsûs, Wan û Amedê mitîngên 8ê Adarê bên lidarxistin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) bernameya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê eşkere kir. Li gorî bernameyê li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê 14 meş û 6 mitîng û li bajarên Tirkiyeyê jî 5 meş û daxuyanî dê bên dayîn. Her wiha dê li gelek deran jî bernameyên weke hevdîtinên jinan, bernameyên fitarê, gotûbêj û çalakiyên standê bên lidarxistin.
Bernameya TJAyê ya 8ê Adarê wiha ye:
BOTAN
* Wê di 22ê Sibatê de li navçeya Qoserê bi tevlibûna Ayla Akat û Berîtan Guneş starta 8ê Adarê bê dayîn.
* Wê di 7ê Adarê de li navçeya Cizîrê bi beşdariya Newroz Uysal û Xecê Oncu meş bê lidarxistin.
* Wê di 7ê Adarê de li Sêrtê bi beşdariya Halîde Turkoglû û Berîvan Îlterê meş bê lidarxistin û daxuyanî bê dayîn.
* Li Mêrdînê dê şeva 8ê Adarê bi tevlibûna Yuksel Genç meşa bi meşale bê lidarxistin.
SERHED
* Wê di 7ê Adarê de li navçeya Geverê bi beşdariya Çaglar Demîrel û Aynûr Sarica hevîditina jinan bê lidarxistin.
* Wê di 7ê Adarê de li navçeya Tetwanê bi beşdariya Neslîhan Şedal û Semra Çaglar de meşek bê lidarxistin.
* Wê di 7ê Adarê de li navenda Mûşê bi beşdariya Sumeyye Boz û Berîvan Bahçecî meş bê lidarxistin.
* Wê di 8ê Adarê de li Îdirê bi beşdariya Necla Demîr meş bê lidarxistin.
* Wê di 8ê Adarê de li navenda Colemêrgê bi beşdariya Oznûr Bartin meş bê lidarxistin.
RIHA, DÎLOK, SEMSÛR, MEREŞ
* Wê di 23ê Sibatê de li Wêranşarê bi beşdariya Dîlan Kûnt Ayan û Eylem Sarûca bi meşekê start bê dayîn.
* Wê di 28ê Sibatê de li Dîlokê bi beşdariya Halîde Turkoglû û Adîle Fîdanê meş bê lidarxistin.
* Wê di 1ê Adarê de bi beşdariya Adalek Kaya li navçeya Komirê hevdîtina jinan bê lidarxistin.
* Wê di 2-3ê Adarê de li navçeya Aldûşê bi beşdariya Gulderen Varli hevdîtina fitarê bê lidarxistin.
* Wê di 5ê Adarê de li navçeya Besniyê bi beşdariya Nesrîn Akgul û Newroz Uysal hevdîtina jinan bê lidarxistin.
* Wê di 7ê Adarê de li bajarokê Bûlamê bi beşdariya Yuksel Mûtlû û Nesrîn Akgul hevdîtina jinan bê lidarxistin.
* Wê di 8ê Adarê de li navçeya Bazarcixê bi beşdariya Sebahat Erdogan Saritaş hevdîtina jinan bê lidarxistin.
* Wê di şeva 8ê Adarê de li Dîlokê bi beşdariya Sebahat Erdogan Saritaş meş bê lidarxistin.
* Wê di 8ê Adarê de li Semsûrê bi beşdariya Îdîl Ûgûrlû meş bê lidarxistin.
AMED
* Wê di 23yê Sibatê de li navçeya Çinarê starta 8ê Adarê bê dayîn.
* Wê di 1ê Adarê de li navçeya Bismilê bi beşdariya Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Cemîle Tûrhalli meş bê lidarxistin.
* Wê di navçeya Hezo ya Êlihê bi beşdariya Gulistan Sonuk meş bê lidarxistin. (Roj nediyar e)
ÇEWLIG
* Wê di 28ê Sibatê de bi tevlibûna aktivîstên DÎKê bi jinan re hevdîtina fitarê bê lidarxistin.
* Wê di 1ê Adarê de li navçeya Çermeyê hevdîtina jinan bê lidarxistin.
* Wê di 8ê Adarê de li navenda Çewligê meş bê lidarxistin.
DÊRSIM
* Wê di 28ê Sibatê de li navenda Dêrsimê bi beşdariya Gulten Kişanak hevdîtina jinan bê lidarxistin.
NAVENDÊN KU MITÎNG BÊN LIDARXISTIN
* Di 1ê Adarê de li Nêsibînê dê mitîng bê lidarxistin.
* Di 2ê Adarê de li Bazîdê dê mitîng bê lidarxistin.
* Di 7ê Adarê de li Êlihê dê mitîng bê lidarxistin.
* Di 8ê Adarê de li Pirsûsê, Wanê û Amedê mitîng dê bên lidarxistin.
MARMARA
* Dê bi pêşengiya TJAyê di 8ê Adarê de bi tevlibûna Damla Bagci û Berîtan Guneş li Gebzeyê meş bê lidarxistin.
* Li Stenbolê dê bi beşdariya Gulten Kişanak û Ceylan Akça li Kartalê di saet 15:00an de meş bê lidarxitsin û daxuyanî bê dayîn.
EGE
* Li Îzmîrê de bi tevlibûna Ayla Akat û Sumeyye Boz di 28ê Sibatê de meş bê lidarxistin.
* Li Antalyayê dê di 3yê Adarê de bi tevlibûna Sebahat Tuncel meş bê lidarxistin.
ÇUKUROVA
* Li Mêrsînê dê di 1ê Adarê de bi tevlibûna Yuksel Genç gotûbêj bê lidarxistin û di 8ê Adarê de jî bi tevlibûna Perîhan Koca dê meş bê lidarxistin.
* Li Edeneyê jî di 8ê Adarê de bi tevlibûna Sevîlay Çelenk dê meş bê lidarxistin.













