Meclîsa Ziman a Zazakî di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê de ji bo ku zaravayê Zazakî winda nebe ji UNESCOyê, Serokkomariya Tirkiyeyê û Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê re nameyan şand. Meclîsê anî ziman ku zaravayê zazakî ne tenê windabûna zimanekî ye di heman demê de windabûna wêjeya devkî ya hezarê salan e.
Meclîsa Ziman a Zazakî di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê de ji bo ku zaravayê Zazakî winda nebe ji UNESCOyê, Serokkomariya Tirkiyeyê û Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê re li Postexaneya Sûrê ya Amedê name şand. Meclîsê piştre li ber postexaneyê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, endam û rêvebirên komele û saziyên ziman, mamsoteyên zimanê Kurdî, endam û nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta bi zaravayê Jirmanckî li ser “Ez nêwazena ziwanê mi vîndî bibo” hat vekirin û her wiha kesên tev li daxuyaniyê bûn jî dowîzên li ser girîngiya vedigotin hildan. Daxuyaniyê bi zaravayê Kirmanckî Hevberdevka Meclîsa Ziman a Zazakî Şûkran Yakut xwend.

‘Zimanê ne xwedî statu û neperwerdehî nikare li ser pêya bimîne’
Şûkran Yakut da zanîn ku zaravayê Zazakî nasname, dîrok û hebûn e û wiha got: “Em naxwazin ku zaravayê Zazakî yê zimanê me winda bibe. Ji bo ku zimanê me bijî, em li malê, li kuçeyê û li her derê hewl didin ku bi Zazakî biaxivin. Lê zimanê ku xwedî statu nebe, di aliyê perwerdehiyê nikare li ser pêyan bimîne. Em ê jî ji bo ku Zazakiya ku mîrateya Cîhan, Anatolî û Mezopotamyayê ye winda nebe û ji bo daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî, ji UNESCO, Serokkomarî û Wezareta Perwerdeya Neteweyî re nameyan bişînin.”
‘Zazakî ne tenê windabûna zimanekî ye’
Şûkran Yakut destnîşan kir ku Zazakî ku yek ji zaravayê herî qedîm ê erdnîgariya Anatoliya û Mezopotamyayê ya dergûşa şaristaniyan e û got: “Zazakî mîrateyeke çandî ya bêhempa ye ku di dîrokê de îrfan, xemgînî û şahiya van xakan hilgirtiye. Lê belê îro, li gorî daneyên UNESCOyê Zazakî di kategoriya ‘Zimanên di bin xetereya windabûnê de ne’ cih digire û ji ber qelsbûna veguhastina di navbera nifşan de, bi rîska ku di bêdengiyê de bimîne re rû bi rû ye. Windabûna Zazakî, ne tenê windabûna zimanekî ye, di heman demê de tê wateya windabûna wêjeya devkî ya hezar salan e. Zindîkirina vî zimanî, ji bo parastina pirrengiya me ya çandî û hişmendiya ’em’bûnê, berpirsiyariyeke dîrokî ye.”
‘Daxwaza me ew e ku gavên şênber bên avêtin’
Şûkran Yakut anî ziman ku ew wekî Meclîsa Ziman a Zazakî dixwazin xwedî li zaravayê Zazakî were derketin û bibe xwedî statu. Şûkran Yakut axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo tomarkirina Zazaki, wekî mîrateyeke cîhanê, piştgirîkirina wê ya di qadên akademîk û hunerî de, bûyîna zimanê perwerdehiyê û di perwerdeya zimanê zikmakî de veguhastina wê, ji bo nifşên paşerojê, daxwaza me ew e ku gavên şênber bên avêtin.”













