• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Efrînê ne

    Fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Efrînê ne

    Rojnameger Ertaş hate binçavkirin

    Rojnameger Ertaş hate binçavkirin

    5 partiyên siyasî yên Rojhilat peymanek nû çêkirin

    5 partiyên siyasî yên Rojhilat peymanek nû çêkirin

    Artêşa Iraqê li Şengalê noqteyên nû çêdike

    Artêşa Iraqê li Şengalê noqteyên nû çêdike

    Şaxa OHDa Îzmîrê kongreya xwe pêk anî

    Şaxa OHDa Îzmîrê kongreya xwe pêk anî

    Artêşa Iraqê dixwaze li Kerkûkê rageşiyê zêde bike

    Artêşa Iraqê dixwaze li Kerkûkê rageşiyê zêde bike

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Efrînê ne

    Fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Efrînê ne

    Rojnameger Ertaş hate binçavkirin

    Rojnameger Ertaş hate binçavkirin

    5 partiyên siyasî yên Rojhilat peymanek nû çêkirin

    5 partiyên siyasî yên Rojhilat peymanek nû çêkirin

    Artêşa Iraqê li Şengalê noqteyên nû çêdike

    Artêşa Iraqê li Şengalê noqteyên nû çêdike

    Şaxa OHDa Îzmîrê kongreya xwe pêk anî

    Şaxa OHDa Îzmîrê kongreya xwe pêk anî

    Artêşa Iraqê dixwaze li Kerkûkê rageşiyê zêde bike

    Artêşa Iraqê dixwaze li Kerkûkê rageşiyê zêde bike

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

24 saetan de 6 jin hatin kuştin: Em ê têkoşîna xwe bilind bikin

Îzmîr / AW

22 SIBAT 2026 - 18:48
Kategorî: JIN
A A

Platforma Jinan a Îzmirê, bi armanca şermezar kirina qetilkirina 6 jinên ku di nava 24 saetan de hatine kuştin daxuyaniyek da. Jinan diyar kir ku ji bo jinek din ji nav wan kêm nebe, dê têkoşîna xwe bilind bikin.

Platforma Jinan a Îzmirê, li ber Navenda Çanda Turkan Saylan a li Alsancakê li hev civiyan. Di çalakiyê de pankarta “Di rojekê de 6 jin hatin qetilkirin. Em li şînê ne, em di raperînê de ne” hate vekirin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmirê Burcugul Çubuk û gelek jin beşdar bûn, dirûşmên “Bila malbata we ya pîroz birûxe, bila jin bijîn”, “Jin, jiyan, azadî” û “Em bêdeng namînin, em natirsin, em serî natewînin” hatin berzkirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê endama însiyatîfa Meşa Şevan ya Femînîstan Ezgî Tofurcu ve hate xwendin.

‘Dema qanûn nekevin, meriyete tundiya meran tê teşwîqkirin’

Ezgî Tofurcu bi bîr xist ku beriya sê rojan di nava 24 saetan de 6 jin hatine qetilkirin û destnîşan kir ku ev ne tesaduf e, nîşaneya qirrkirina jinan a sîstematîk e. Tofurcu diyar kir ku ev reqam ne tenê îstatîstîk in, her jinek jiyanek e û got: “Jin li kolanan, li malan û li kargehan dibin armanca tundiya mêran. Dema em li pişt vê tundiyê dinêrin, em ne tenê mêrên kujer, lê belê patrîyarkayê û polîtîkayên mêr-dewletê yên ku kujeran diparêzin dibînin. Pergala mêr-serwer, tunehesibandina jinan rewa dike û mêrên kujer xurt dike. Vekişîna ji Peymana Stenbolê, nesepandina qanûna hejmara 6284, polîtîkayên bêcezahiştinê û ceza daxistinên bi navê ‘halê baş’,  rê li ber parastina jinan digire. Berdana mêrên ku berê sûcên tundiyê kirine, ne tenê îhmal e, tercîheke bi hişmendî ye. Ev tercîh peyama ‘tu dikarî bikî’ dide mêran û jiyana jinan dike armanc.”

Ezgî Tofurcu destnîşan kir ku parastina jinan erk û wezîfeya dewletê ye lê dewlet vê erka xwe bi cih nayine û got:  “Jinên xwedî belgeya biryara dûrxistinê têne kuştin. Jinên ku bi dehan caran gilî kirine têne kuştin. Ev yek nîşan dide ku mekanîzmayên parastinê tenê li ser kaxezê man e. Qetilkirina jinan ne ji ber ‘windakirina kontrolê’ ya çend mêran e; ev encama nîzameke siyasî ye ku malbatê ji jiyana jinan girîngtir dibîne. Dema mafê jiyanê yê jinan neyê parastin, rehetiya kujeran tê parastin.

‘Em ê li dijî malbata we ya qaşo pîroz têkoşînê mezin bikin’

Di dawiya daxuyaniyê de Ezgî Tofurcu diyar kir ku ew pergala bi navê “sala malbatê” ya ku dixwaze jinan di malan de heps bike qebûl nakin û got: “Hewldanên we yên girtina jinan a nav malan û dorpêçkirina jiyana LGBTÎ+an dê pûç bibe. Em li qadan e, em ê her têbikoşin “

Çalakî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.

Etîket: daxuyanîİzmirPlatforma Jinan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nobeta Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di meha 127an de ye 

Nobeta Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di meha 127an de ye 

20 SIBAT 2026
PJAK: Şehîdê Melikşahî Sembolê Xoverdayîşê Zagrosî û Kurdî Azade yê

PJAK: Parastina ziman, bidestxistina beşek ji azadiyê ye

20 SIBAT 2026
Piştî 31 salan hat berdan: Em ê li ser rêya Ocalan bimeşin

Piştî 31 salan hat berdan: Em ê li ser rêya Ocalan bimeşin

19 SIBAT 2026
Ayşegul Dogan: Em ê ji bo pêşniyarên hatinê kirin bibin qanûn bibin şopdar

Ayşegul Dogan: Em ê ji bo pêşniyarên hatinê kirin bibin qanûn bibin şopdar

19 SIBAT 2026
Veysî Aktaş: Êrîşî paradîgmaya Abdullah Ocalan dikin

Veysî Aktaş: Êrîşî paradîgmaya Abdullah Ocalan dikin

18 SIBAT 2026
Deklerasyona TJAyê: 8ê Adarê roja avakirina jiyaneke nû ye

Deklerasyona TJAyê: 8ê Adarê roja avakirina jiyaneke nû ye

17 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Kurdî li ser dika cîhanê ye: ‘Şînok’ êdî li ser qenala fermî Smurfsanê ye

    Kurdî li ser dika cîhanê ye: ‘Şînok’ êdî li ser qenala fermî Smurfsanê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Ertaş hate binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Rapora hevpar ji bo birêz Ocalan wê encaman bi xwe re bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Li Kurdistanê divê her xebatên saziyan bi Kurdî be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zimanzan Mîchîel Leezberg: Divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê ji bo hevşaredarê Tetwanê pêdankirinên pêwîst bicih anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê konsera pirzimanî: Stranên netewan olan da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê Kurdî ji pêşdibistanan heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi malbatan re semînera ziman: Em bi zarokan re bi Kurdî biaxivin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Alaşehîrê 21ê Sibatê bi şevbêrka dengbêjan hate pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (821)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne