TJAyê li Bedlîsê bi daxuyaniyeke çapemeniyê çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da destpêkirin. Aktvista TJAyê Nurdan İlbasan got: “Li ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, em ê di pêşengiya jinê de têkoşîna civakî bimeşînin.”
Tevgera Jinên Azad (TJA), li Bedlîsê bi daxuyaniyeke çapemeniyê çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da destpêkirin. Daxuyani li ber avahiya DEM Partiyê ya Bedlîsê hat dayîn û nûnerên saziyên demokratîk û partiyên siyasî yên jin beşdar bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi berxwedanê em azad dibin, civaka demokratîk hûnand dikin” hat vekirin.
‘Pergala mêrserwer li dijî jinan sûcên mezin pêk tîne’
Aktîvîsta TJAyê Nurdan Îlbasan di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser têkoşîna jinan û ev tişt gotin: “Têkoşîna azadiya jinê ya ku li cîhanê mezin dibe, îro rastiya rût derdixe holê. Pergala mêrserwer ne tenê bi zextê, lê bi torên talan û sûc ên birêxistinkirî, li dijî jin û zarokan sûcên herî mezin ên dîrokê pêk tîne.”
Nurdan Îlbasan diyar kir ku ew ê têkoşîna azadiya jinê hîn bêtir mezin bikin û destnîşan kir ku li ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ew ê di pêşengiya jinê de têkoşîna civakî bimeşînin.
Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” û bi çepikan bi dawî bû.














