* Ew roj rojek ne ji rêzê bû. Li çar aliyê welat û li tevahiya cîhanê her kes nefesa xwe girtibû li benda wê daxuyaniyê bûn. Ew daxuyanî deklarasyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27ê Sibatê bû. Di nava salekî de gelek geşedanên girîng pêk hatin. Li ser banga Abdullah Ocalan, PKK xwe fesix kir, çekan şewitand, xwe ji nav sînorên Bakurê Kurdistanê vekişand. Her çiqas dewletê gaveke şênber neavêtibe jî Abdullah Ocalan ji bo pêvajo bi rê ve here gelek caran hewl da. Di hevdîtinên bi heyeta Îmraliyê re, di muzakereyên bi dewletê re, ji bo çareseriyê pir tişt anî ziman. Niha piştî salekê em ê berê xwe bidinê ka gelo Abdullah Ocalan çi gotiye û nirxandinên çawa kiriye.
* Zimanzan û nivîskarê Kurd Sadik Varli bi bîr xist ku di rapora Komîsyona Meclîsê de mafê perwerdehiya Kurdî bi awayek zelal cih nagire û ev yek wekî kêmasiyek mezin bi nav kir. Varli bal kişand ser girîngiya têkoşînê û wiha got: “Ji bo bidestxistina mafê perwerdehiya zimanê zikmakî divê em li qadan bin. Heke em wisa nekin kes mafên me nade me.”
* TJA dê bi şîara “Em bi berxwedanê azad dibin civaka demokratîk dihûnin” li Qada Bajêr a Mûşê starta çalakiyên 8ê Adarê bide. (12:30)
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari dê di komcivîna partiya xwe de geşedan û mijarên di rojevê de binirxîne. (12:45)
* TJA dê bi dirûşma “Em bi berxwedanê azad dibin, divaka demokratîk dihûnin” dê li navçeya Heskîfê ya Êlihê bi boneya 8ê Adarê dest bi xebatan bike. (13:00)
* DFG dê rojnameger Cengîz Altûn di salvegera şehadeta wî ya 34emîn de li ser gora wî ya li Taxa Çamlicayê ya Êlihê bi bîr bîne. (15:00)
* Hevserokên Giştî yên DEM Partî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan dê li Meclîsê serdana Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş bikin û li gel wî bicivin. (16:30)
* Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Wanê, dê bi şîara “Tu jî helbesta xwe hilde were” li Şano Wanê, Şeva Helbestên Kurdî li dar bixe. (19:30)









