Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş piştî bi dawîbûna xebatên komîsyonê û rapora hevpar serdana partiyên siyasî dike. Pêşî serdana Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî kir.
Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş piştî bidawîbûna xebatên komîsyonê û rapora hevpar, serdana partiyên siyasî dike. Numan Kurtuşmuş ewilî li Meclîsê serdana Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî kir.
Hat zanîn di serdanên Kurtulmuş de dê rapora hevapar a Komîsyonê û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bê nirxandin.
Numan Kurtulmuş îro dê di seat 15:30an de jî serdana Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel bike û pê re bicive. Kurtulmuş di saet 16:30an de jî dê serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê DEM Partî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bike û bi wan re bicive.
Numan Kurtulmuş dê sibe jî li Meclîsê serdana AKPê û Koma Yenîyol bike.













