Hevdîtina Serokê Meclîse ya bi Serokê Giştî MHPê Devlet Bahçelî re bi dawî bû. Piştî hevdîtinê Numan Kurtulmuş diyar kir ku ji niha û şûn ve êdî berpirsyarî ya Meclise ye û divê pêvajo bi awayekî zelal bê birêvebirin.
Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş piştî bidawîbûna xebatên komîsyonê û rapora hevpar, serdana partiyên siyasî dike. Numan Kurtuşmuş ewilî li Meclîsê serdana Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî kir. Hevdîtina Numan Kurtulmuş û Devlet Bahçelî ya derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dora nîv seat dom kir. Piştî hevdîtinê Numan Kurtulmuş bi lêv kir ku êdî dora meclisê ye ku li gor peşniyaran qanûnan derbixînê û got ku divê hemû alî pêvajoyê bi awayekî şefaf bi rê ve bibin.
Numan Kurtulmuş îro dê di seat 15.30an de jî serdana Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel bike û pê re bicive. Kurtulmuş di saet 16.30an de jî dê serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê DEM Partî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bike û bi wan re bicive.
Numan Kurtulmuş dê sibe jî li Meclîsê serdana AKPê û Koma Yenîyol bike.













