* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de bangekî dîrokî kiribû û niha jî salvegera vê bangê ye. Ocalan piştî vê bangê manifestoya bi navê “Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk” amade kir. Ocalan hem di fanîfestoyê de hem jî di hevdîtinên xwe yên bi heyeta Îmraliyê re girîngiyek mezin dide yekîtiya Kurdan. Ocalan, hewldanên xwe yê di vê derbarê de şênber dike û bi caran bang li aliyan dike ku werin cem hev û xebatek berfireh bidin meşandin.
* Hevserokê Şaxa OHDa Amedê Mûhîttîn Mûgûç têkildarî meşa ku dê di 27ê Sibatê de ji bo bicihanîna mafê hêviyê pêk bînin diyar kir ku heke mafên hiqûqî pêk neyên, pêşketina siyaseta demokratîk ne pêkan e û xwest ku mafên gelê Kurd di makeqanûnê de bên nasîn.
* Endamê Şaxa OHDê ya Enqereyê Dogan Şenses bi lêv kir ku pêşniyarên rapora hevpar a komîsyonê rê li pêşiya pêkanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa vedike û got: “Heke pêşniyarên di raporê de bibin qanûn ev yek pêşiya azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan vedike.”
* Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo têkildarî hewldanên êrişên li dijî Şengalê diyar kir ku Tirkiye û çend rayedarên Îraqê li hev kirine û got: “Ev rayedar li dijî Êzidiyan in û li ser fikra DAIŞê ne. Dixwazin êriş bikin ku armanca dewleta Tirk pêk bînin.”
* Rojnameger Îrfan Aktan têkildarî salvegera bangawaziya 27ê Sibatê diyar kir ku gelê Kurd dixwaze xwe ji vî şerî xilas bike û got: “Bangawaziya 27ê Sibatê bangawaziyeke dîrokî ye. Abdullah Ocalan û gelê Kurd dibêjin, ‘em ê dest çekan berdin, mafê xwe êdî li ser siyasetê biparêzin, em naxwazin êdî bêrûmet bijîn’. Lê hin gelek beşên dewletê naxwazin pêvajo bi ser bikeve.”
* Welatiyên Amedî ku têkildarî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” ku salek li pey xwe hişt axivîn, diyar kirin ku piştevaniya bangê dikin û xwestin ku dewlet demildest gavên şênber biavêje.
* Li Sanayîya Wanê ku di bin bandora krîza aborî de ye, ji ber bihabûna parçeyên wesayîtan, hem dikandar hem jî xwediyên wesayîtan bi pirsgirêkên aboriyê re rû bi rû ne.
* Komeleya Vekolîn û Perwerdeya Hiqûqê (DADSAZ) dê di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de li eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê panelekê li dar bixe. (14:00)
* Bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî politikayên qeyiman daxuyanî bê dayîn. (17:00)









