Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandara YPJê Rohilat Efrîn li PEyê du hevdîtinên cuda kirin û li ser misogeriya mafên Kurdan nîqaş hatin kirin.
Di çarçoveya hewldanên dîplomatîk ên ji bo xurtkirina diyalogê bi saziyên Ewropî re, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed û fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn îro li Parlamentoya Ewropayê (PE) du hevdîtinên cuda bi koordînatora Partiya Kesk a Komîteya Têkiliyan Hannah Neumann û nûnerê Partiya Gel a Ewropayê di heman komîteyê de Michael Gahler, kirin.
Di her du hevdîtinan de, her du aliyan li ser pêşdeçûnên li herêmê nîqaş kirin û girîngî da avakirina mekanîzmeyeke çavdêriyê ya navneteweyî ya aktîv ji bo şopandina pêvajoya entegrasyonê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî de, bi awayekî ku mafên siyasî, çandî û sivîl ên gelê Kurd misoger bike û nehêle tu binpêkirin li hemberî pêkhateyên din çêbibin, li kêlek wê jî rêyên çareseriya siyasî xurt bikin.













