• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hat definkirin

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hat definkirin

    Bû rojeva medyaya sanal: Wekî Hz. Nûh keştiyek çêkiriye

    Bû rojeva medyaya sanal: Wekî Hz. Nûh keştiyek çêkiriye

    Di êrişê li ser dibistanê de 16 kes birîndar bûn

    Di êrişê li ser dibistanê de 16 kes birîndar bûn

    Li Germiyanê qurbaniyên Enfalê hatin bîranîn

    Li Germiyanê qurbaniyên Enfalê hatin bîranîn

    Cezayê hefsê dan rojnameger Hakki Boltan

    Cezayê hefsê dan rojnameger Hakki Boltan

    Li Siwêregê êrişa li dijî dibistanê: 13 kes birîndar bûn

    Li Siwêregê êrişa li dijî dibistanê: 13 kes birîndar bûn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Y.J.Ê.R: Destdirêjiya li Şengalê xizmeta çeteyên DAIŞê dike

Navenda Nûçeyan / Aw

26 SIBAT 2026 - 22:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Y.J.Ê.Rˊê derbarê hewldanên bêçekirina Êzidiyan de hişyarî da û got: “Her destdirêjiyeke li hêza parastina xweser li Şengalê, rasterast xizmeta vegerandina xetera çeteyên DAIŞê dike.”

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava (Y.J.Ê.R) derbarê siyasetên li dijî xelkê Şengalê û hewldanên derbekirina projeya Rêveberiya Xweser û berxwedana Êzidiyên li Şengalê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava, li beramber siyasetên sîstematîk ên li dijî kur û keçên civaka me yê Êzidî têne meşandin, bi fikareke mezin pêşketinên xeternak ên ku Şengalê pê re rû bi rû ye dişopîne.

Em diyar dikin ku Şengala ku di sala 2014an de rûbirûyê fermana hovane ya çeteyên rêxistina dewleta Îslamî bû, ku sûcên qirkirina komî kir û jin hatin kolekirin û zarok hatin revandin, îro nabe ku dîsa bibe qurbanê nexşeyên siyasî û ewlekarî yên ku îradeya gelê wê û mafê wan ê rewa yê birêvebirina karên xwe û parastina xwe paşguh dikin.

Tevegerên leşkerî yên dawî yên artêşa Iraqê û hewldanên bêçekirina Êzidiyan tehdîdeke rasterast a ewlehî û aramiya herêmê ne û deriyê vegerê li ber kaosê û armancgirtina civaka me ji nû ve vedikin. Çekê berxwedana Êzidî tu carî amûreke dagirkeriyê nebû, lê bû parastina gel ji xeteriya komkujiyan, piştî ku her kesî di şert û mercên herî tarî de ew tenê hiştin.

Em hişyar dikin ku van siyasetên di çarçoveya planên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê de têne ku Şengal û derdorên wê dikin armanc û hewl didin îradeya Êzidî qels bikin û modela rêxistinî ya wê bişikînin, di xizmeta ajendayên berfirehkirinê yên ku ewlehî û aramiya tevahiya herêmê tehdîd dikin de ne. Her destdirêjiyeke li hêza parastina xweser li Şengalê, rasterast xizmeta vegerandina xetera çeteyên DAIŞê dike.

Em Y.J.Ê.R van xalan li jêr diyar dikin:

Em tevahî şêweyên dûrxistina siyasî yên ku Êzidî li Iraqê rû bi rû ne red dikin û daxwaza mîsogerkirina nûnertiya wan a rasteqîn di saziyên dewletê û biryargirtinê de dikin.

Her hewildaneke ji bo çekê ji Êzidiyan bistînin, berî misogerkirina parastineke navneteweyî ya rasteqîn û rêveberiyeke xweser a bi îradeya gelê Şengalê ve hatî nas kirin, red dikin.

Hikûmeta Iraqê berpirsa parastina Êzidiyan û nehiştina dubarekirina trajediya sala 2014ane.

Bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku berpirsiyariyên xwe li hemberî tiştê li Şengalê diqewime bicîh bînin û li pêşîya her karesateke nû bigirin.

Jina Êzidî di fermana 2014an de bedelên herî mezin da û em qebûl nakin ku trajedî bi awayên siyasî yan leşkerî yên nû ji nû ve werin pêkanîn. Ewlehî û aramiya Şengalê bi rêzgirtina îradeya gelê wê û mafê wan ê parastina xweser û misogerkirina nevegereke hêzên teror û dagirkeriyê ve girêdayî ye.”

Etîket: DAIŞÊzidîSengalY.J.Ê.R
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dadgehê daxwaza girtina alîgirên DAIŞê red kir

Dadgehê daxwaza girtina alîgirên DAIŞê red kir

13 NÎSAN 2026
Çarşema Serê Nîsanê: Cejna şahî, reng û jiyana nû

Çarşema Serê Nîsanê: Cejna şahî, reng û jiyana nû

13 NÎSAN 2026
Binyada Gerdûnê û Bûka Salê: Çarşema Sor

Binyada Gerdûnê û Bûka Salê: Çarşema Sor

8 NÎSAN 2026
Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê dest pê kir

Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê dest pê kir

8 NÎSAN 2026
Li Şengalê Cejna Jîngehparêzî û Zarokan a 4ê Nîsanê hate pîrozkirin

Li Şengalê Cejna Jîngehparêzî û Zarokan a 4ê Nîsanê hate pîrozkirin

5 NÎSAN 2026
Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

28 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dadgehê daxwaza girtina alîgirên DAIŞê red kir

    Dadgehê daxwaza girtina alîgirên DAIŞê red kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amedsporê di rêya şampiyontiyê de derbeyeke giran xwar

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li dijî gefên li ser malbata Rojîn Kabaîşê daxuyanî hatin dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê dema qîwar e: Gelek fêydeyên wê ji tenduristiyê re hene

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Sûrê Meclisa Ziman ava kir: Em ê pir zimaniyê esas bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwan Îso: Di demeke nêzîk de koçberên Serêkaniyê jî dê vegerin cih û warên xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojeva 14ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Merasîma cenazeyê Zeynep Cansizê: Em soz didin ku em ê aştiyê bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê dengê xwe bigihînin Serokatiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (506)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne