Atletê Kurd Recep Arslan, di maratona ku li bajarê Bonn ê Almanyayê hat lidarxistin de, di beza 21 kîlometreyî de bû yekemîn û serkeftineke girîng bi dest xist.
Atletê Kurd Recep Arslan, di Maratona Bonnê ya li Almanyayê de serkeftinek mezin bi dest xist. Arslan di beza 21 kîlometreyî de bû yekemîn û serkeftineke girîng bi dest xist. Di maratona hezar 800 werzişvan tevlêbûn de Arslan bi rikeberên xwe re têkoşînek xurt da.
‘Ez vê serkeftinê diyarî Kurdistanê dikim’
Piştî qedandina pêşbirkê, Arslan daxuyanî da û destnîşan kir ku ew vê yekê ne tenê wekî serkeftineke şexsî dibîne. Arslan hestên xwe wiha anî ziman: “Ev serkeftin ne tenê ya min e, ya hemû gelê Kurd e. Ez vê serkeftinê ji dil û can diyarî Kurdistanê; Rojava, Rojhilat û hemû perçeyên welatê me dikim.”
Armanc nûnertiya li Olîmpiyatê ye
Arslan diyar kir ku ev pîleya wî bi dest xistiye ne dawî ye, berovajî destpêkeke nû ye. Werzişvanê Kurd da zanîn ku armanca wî ya sereke ew e ku di pêşbirkên navneteweyî û Lîstikên Olîmpiyatê de nûnertiya Kurdistanê bike.
‘Em bi hev re xurt in’
Arslan anî ziman ku ew dê bi vîn, dîsîplîn û baweriyê xebatên xwe bidomîne û xwest ku serkeftina wî bi taybetî ji bo ciwanan bibe çavkaniya îlhamê. Arslan peyama xwe wiha bi dawî kir: “Em bi hev re xurt in û em ê bi hev re serkeftinên mezintir bi dest bixin.”
Hefteya pêş wê li Hamburgê be
Tê payîn ku atletê serkeftî hefteya pêş di pêşbirka ku dê li bajarê Hamburg ê Almanyayê bê lidarxistin de jî beşdar bibe û bide pey serkeftinên nû.













