• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Xelkê Wanê: Kurdî hê jî qedexe ye, divê zimanê me were nasîn 

    Xelkê Wanê: Kurdî hê jî qedexe ye, divê zimanê me were nasîn 

    Leşkeran li girtiyê nexweş xist: Nehiştin tedawî bibe

    Leşkeran li girtiyê nexweş xist: Nehiştin tedawî bibe

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 7ê GULANA 2026an

    Kedkarê çapemeniya azad Çatalbaş jiyana xwe ji dest da

    Kedkarê çapemeniya azad Çatalbaş jiyana xwe ji dest da

    Yekîtiya Ciwanan: Têkoşîna Denîzan rê nîşanê me dide

    Yekîtiya Ciwanan: Têkoşîna Denîzan rê nîşanê me dide

    Ji bo Huseyîn Înan, Denîz Gezmîş û Yusuf Aslan meşiyan

    Ji bo Huseyîn Înan, Denîz Gezmîş û Yusuf Aslan meşiyan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Xelkê Wanê: Kurdî hê jî qedexe ye, divê zimanê me were nasîn 

    Xelkê Wanê: Kurdî hê jî qedexe ye, divê zimanê me were nasîn 

    Leşkeran li girtiyê nexweş xist: Nehiştin tedawî bibe

    Leşkeran li girtiyê nexweş xist: Nehiştin tedawî bibe

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 7ê GULANA 2026an

    Kedkarê çapemeniya azad Çatalbaş jiyana xwe ji dest da

    Kedkarê çapemeniya azad Çatalbaş jiyana xwe ji dest da

    Yekîtiya Ciwanan: Têkoşîna Denîzan rê nîşanê me dide

    Yekîtiya Ciwanan: Têkoşîna Denîzan rê nîşanê me dide

    Ji bo Huseyîn Înan, Denîz Gezmîş û Yusuf Aslan meşiyan

    Ji bo Huseyîn Înan, Denîz Gezmîş û Yusuf Aslan meşiyan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ayhan Ûrmiye: Azadiya Îranê di Îmraliyê re dibore

Navenda Nûçeyan /AW

21 HEZÎRAN 2025 - 12:50
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Rojnameger Ayhan Ûrmiye, der barê şerê di navbera Îsraîl û Îranê de diyar kir ku gelekî sivîl tên kuştin û tu tedbîrên rejîma Îranê ji bo parastina sivîlan tune ye. Ayhan Ûrmiye, da zanîn ku rêya azadiya gelên Îranê di Îmraliyê re derbas dibe.

Rojnameger Ayhan Ûrmiye li ser rol û rista PJAKê got: “Li gorî min PJAK yekane tevgera bihêz û bi plan e. PJAK dikare di navbera çend rojan de her kesî bi rêxistin bike.” 

Şerê veşartî yê di navbera Îsraîl û Îranê de, ku bi salan e berdewam dike, niha veguheriye êrîşên hewayî yên rasterast. Her çend hevsengiyên li herêmê piştî êrîşên Hamasê yên li ser Îsraîlê di 7ê Cotmeha 2023yan de bi lez diguherin jî, sûîkast û êrîşên hewayî yên ku ji hêla Îsraîlê ve li ser axa Îranê hatine kirin nîşan didin ku pevçûn ji şerên wekaletê yên asayî derketiye. Îsraîl di 13ê hezîranê de dest bi êrîşa li dijî Îranê kir. Di êrîşan de 8 fermandarên leşkerî yên Îranê hatin kuştin. Li dijî êrîşên Îsraîlê Îran di 14-15ê hezîranê de bi fuzeyan bersiv da. Êrîşên herdu aliyan ên li dijî hev bi rojane didomin. Di van êrîşan de heta niha herî kêm 639 sîvîl li Îranê 24 sîvîl jî li Îsraîlê jiyana xwe ji dest dane. Tevî bangê heyî jî têkiliyên dîplomasiyê bê bersiv dimînin.

Rojnameger Ayhan Ûrmiye têkildarî şerê di navbera Îran û Îsraîlê ji Edîtora Rojnameya Xwebûnê Medya Bal re axivî. Rojnameger Ayhan Ûrmiye anî ziman ku sedemên şerê navbera Îran û Îsraîlê vedigere Şoreşa Îranê ya sala 1979an û wiha got: “Dema Ayetulah Xumeynî, aşkere dijîtiyê li hemberî Îsraîlê dest pê kir. Piştî serketina şoreşê, yek ji siyasetên rejîma nû ji bilî dijîtiya Îsraîlê hewla xwe dida ku şoreşê derbasî dewletên din bike. Pêwîst e em bizanin di aliyê îdeolojîk de rejîma Xumeynî şiî ye û piştgiriya hemû hêzêm şiî yên di Rojhilata Navîn de dike. Piştgiriye dide şiîyên li Iraq, Sûriye, Lûbnan, Yemen û Behreynê. Wî navek ji wê tevgerê re hilbijart ¨Hîlala Siî¨. Ew hêz çekdar dikirin û ew yek jî dijminatiya navbera Îran û Îsraîlê roj bi roj kûrtir dikir. Yek ji esasê îdolojiya Komara Îslamî ya Îranê têkbirina Îsraîlê ye.”

Rojnameger Eyhan Ûrmiye da zanîn ku Îranê piştre li ser enerjiya Atomî – Nûkler xebatekî mezin destpêkir û li hemberî hêzên Rojavayî û Îsraîlê tu tavîz neda û wiha axivî: “Di heman demê heta roja îro ew nakokî di gel tehdîdên Îranê li ser Îsraîlê berdewam bûn. Îranê bi xêra serê Milîtanên Şiî Ji Hizbûllaha Lûbnanê heta Heşdî- Şabî û Hûsiyên li Yemenê û herwiha rejîma Esed a li Sûriyeyê timî xeteriyek li ser hebûna Îsraîlê çêkir. Herçiqas jî Îsraîlê li hemberî wan hêzan berxwedida lê tirsa Îsraîlê ya mezin ew bû ku li Komara Îslamî a Îran bombeya atomî hebe û karibe wan têk bibe. Piştî Kuştina Genaral Qasim Suleymanî serokê hêza Quds bi destûra Trump di sala 2020an de dominoya hilweşîna hêza Îranê di Rojhilata Navîn de roj bi roj lawaz dibû. Piştî êrîşa Hamasê li ser Îsraîlê, serokwezîr Natanyahu got ew ê rûyê Rojhilata Navîn bi temamî biguhere. Wisa jî bû û Îsraîlê bilî şerê Xezayê, gurzên giran li Hizbûllahê jî xist. Rêberên wan teror kirin. Rejîma Esed roxa û piştre Îsraîlê di dilê Tehranê de Îsmaîl Heniye lîderê Hamasê kuşt. Muzakireyên di navbera Amerîka û Îranê piştî ku Trump 60 roj oltîmatom da rejîma Tehranê weke diyar nedigehîşt encamê û ew derfeta dîrokî ji bo Îsraîlê çêbû ku bixwaze êrîşê Îranê bike.

Rejîma Îranê piştî Şoreşa Jin Jiyan Azadî bi pêşengiya jinan û ciwanan di hundirê xwe de jî gelekî lawaz bibû û rewşa aboriya gel jî nebaş bû. Lewra têkçûna hêza Îranê li derveyê welat, gendeliya di nav hikûmetê de û asêmana rewşa muzakereyên Enerjiya Atomê li gel Amerîka bû sedem ku Îsraîl bêguman be ku ew derfeta herî mezin e ku êrîşê Îranê bike.

‘Civaka Îranê li dijî hikûmetê ye’

Rojnameger Ayhan Ûrmiye, destnîşan kir ku piraniya civaka Îranê li dijî hikûmetê ye lê tu kes şer naxwaze û wiha pêde çû: “Di rewşa niha de gelekî sivîl tên kuştin û tu tedbîrên ku rejîma Îranê ji bo parastina sivîlan girtiye, nîne. Helbet di nav alîgirên hikûmetê de jî tirsekî mezin heye. Ji ber ku ew desthilata xwe ji dest didin. Êrîşên li ser Tehranê pir dijwar in ku bilî Îsraîlê Amerîka jî ragihand ku divê her kes ji Tehranê derkeve. Heta vê gavê pirtir ji 2 milyon welatiyên Tehranê mal û karê xwe berdane û gelekî wan niha di bajarên din de bêderfet li benda encama şer in.”

Dewlet hewl dide her tiştî baş nîşan bide’

Li ser têkiliya ragihandinê ya bi dewletê re jî Rojnameger Ayhan Urmiye anî ziman ku ragehandina fermî ya Îranê tim di bin bandora desthilata hêzên leşkerî de bûye û wiha lê zêde kir: “Çend roj beriya niha Îsraîlê Televîzyona Îranê bombebaran kir. Piraniya nûçeyên ku niha li Îranê derdikevin propagadaya hikûmetê dikin. Hikûmet bi van nûçeyan dixwaze nîşan bide ku her tiştek baş e. Dewlet hewl dide ku rabigihîne ku pêdiviyên jiyanê ji nan, elekterîk, benzîn û hwd hene û ne ciyê tirsê ye. Li aliyê din niha FAKE NEWS jî gelek hene. Di heman demê de welatî dîmenên êrîşê dikişînin û li medyaya derveyî welat de belav dikin. Ji ber vê yekê bi giştî mirov nikare piraniya nûçeyên ku Îran dide bawermend be.”

‘Şer bandorek xerab li ser Kurdan dike’

Ayhan Ûrmiye bilêv kir ku li rojhilatê Kurdistanê gelek bingehên fûzeyên balistîk hene û herwiha sîstema parastina hewayî, bingeha leşkerî zaf in û got: “Lewma piştî Tehranê mirov dikare bibêje êrîşên dijwar dê li ser Rojhilat, bi taybet jî li ser bajarê Kirmanşanê pêk bên. Bêguman ew bandorek nebaş li ser jiyana kurdan çêdike. Fermandar Emîr Elî Hecîzade, fermandarê Hêzên Hewayî yên Sipaha Pasdaran 3 meh beriya niha di daxûyaniyekê de dibêje “Ger em îro dest pê bikin û her hefte bajarekî fûzeyan eşkere bikin, ew ê di nav du salan de neqede.” Ewqas pir in… Meqseda wî ji “bajarên fûzeyan” bingehên ku jêr erdê û çiyayan de ye ku hejmarekî mezin ji fûzeyan diparêze. Helbet ku sedema ewlehî nayê diyar kirin ku ew “bajarên fûzeyan” li ku derê ne. Lê li gor daxûyaniya artêşa Îsraîlê gelekî wan li Rojavayê Îranê (rojhilatê Kurdistanê) de cih digrin. Herwiha li gor êrîşên Îsraîlê li ser wan bargehan mirov dikare bibêje ji sedî 60ê wan li Rojhelat û deverên nêzî Rojhilat de ne. Kirmanşan û Îlam û herwiha li Loristanê de gelekî bargeh hene. Rojhelat bi salan e ji aliyê Îranê ve tê mîlîtarîzekirin lê di aliyê din de du sebebên girîng ê vê hene.”

PJAK dikare her kesî bi rêxistin bike

Rojnameger Ayhan Ûrmiye, li ser peyama PJAKê jî rawestiya û wiha dirêj kir: “Li gor min PJAK tenê tevgera bihêz û bi plan e ku dikare navbera çend rojan de her kesî bi rêxistin bike. Weke banga PJAKê de em dibînin ew daxwaza yekitiya hêzên Rojhilat dikin û amade ne ku bi partiyên din ê Îranê re bikevin hevkariyê. Têkiliyên wan bi kêmnetewên Îranê re xurt e û bi taybet piştî Şoreşa Jin Jiyan Azadî gelên Îranê bi kurdan û tevgerê bawermend in. Gelê Rojhilat xwedî ezmûn e ku ji Poldeştê di sînorê Naxcivanê heta Îlamê bi dirêjahiya hezar km dikarin bi pêşengiya jinan û PJAKê xwe birêxistin bikin. Xala girîng ew e ku jenerasyona dawî herî kêm 30 sal e bi tevgera Apoyî bawer e. PJAK gel e û gel ji amade ye. Gel dizane hêza leşkerî ya ku karibe wan biparêze PJAK e. PJAK dikare di demeke kin de herkesê birêxistin bike. Hêja ye ku ez bal bikşînim ser banga serdemê ya birêz Ocalan ku niha li Rojhilat baş tê fêm kirin.”

Rêya azadiya Îranê di Îmraliyê re dibore

Ayhan Ûrmiye bal kişand ser girîngiya peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha şirove kir: “Newroza 2025an a Rojhilat ku piştî banga Rêber Apo bi coşekî mezin hat pîrozkirin herwiha Ezmûna Rojava û Şoreşa Jin Jiyan Azadî ne tenê bandor li Rojhilat li seranserê Îranê hebû. Gelên bindest rêya parastina xwe di vê felsefê de dibînin. Asta têgeha gelan pir bûye û bûyerên 10 salên Rojhilata Navîn vizyonek nû daye wan. Bawer im gel gehîştiyê wê encamê ku rêya azadiya rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê ji girava Îmraliyê derbas dibe. Rewşa şerê dijwar li Tehranê bi taybet piştî kuştina gelek fermandarên hêzên leşkerî yê payebilind ê Îranê û herwiha nebûna hakimiyeta Îranê li ser herêmên xwe yên asîmanî derfet çênebûye ku were ser hemdê xwe. Ez bawer im heke Îran bikare pirtir li berxwe bide vê demê vê weke derfet ji mana xwe re şer bikişîne Rojhilat û bi behana ku kurd dixwazin ji Îranê cuda bin hesta neteweyî ya gelê xwe xurt bike û bixwaze Kurdistanê de şerek mezin li dijî kurdan destpê bike. Lê di nûçeyan de jî heye ku hinek hêzên leşkerî ber bi sînor rêketine û xwe amadeyî şer dikin. Herwiha bi propagandaya qirêj ew îmkan heye ku gelan ji hev re bike dijmin. Kurd piranî xwe amade dikin ku xwe biparêzin û xwe bi rêxistin bikin. Gelek hîzbên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê daxûyanî dane û 6 xalên girîng anîn ser ziman. Ew daxûyanî ne tenê bo Kurdistanê ber ku modelek ji bo giştiya Îranê ye. Rojhilatê Kurdistanê bi baweriya min xwe dûrî şer dike berku encamên şer tu carî baş nabin. Tevî ku PJAK daxuyanî daye ku ew ê gelê xwe biparêzin. Gel xwe ji her senaryoyekê re amade dike. Lê xeta sor, mafê rewa ê kurdan e. Ewê têkoşîn bikin û bi xwe bawer in.”

PJAK dixwaze hemû hêz bibin yek

Rojnameger Ayhan Ûrmiye herî dawî li ser hewldanên PJAKê jî rawestiya û got: “Di Şoreşa Jin Jiyan Azadiyê de PJAKê tevî 5 partiyên Rojhilat gelek daxûyaniyên hevbeş dan. Ew nîşan dide hewldanên mezin hene da ku yekitiyek ava bibe. Weke ku birêz Siyamed Moînî ji konseya rêveberiya PJAKê dibêje ku ew tenê hêzek e ku dikare hem di aliyê piratîk hem leşkerî her kesî rêxistin bike. PJAK daxwaz ji hemû hêz û partiyên kurdî kiriye ku bibin yek. Heta niha Partiya Komeleya Zehmetkêşan erênî bersiv daye. Weke diyar di rojên pêşiya me de ew daxwaz û yekitî yê xurtir bibe û helwesta partiyên kurdan bibe yek.”

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xelkê Wanê: Kurdî hê jî qedexe ye, divê zimanê me were nasîn 

Xelkê Wanê: Kurdî hê jî qedexe ye, divê zimanê me were nasîn 

7 GULAN 2026
Leşkeran li girtiyê nexweş xist: Nehiştin tedawî bibe

Leşkeran li girtiyê nexweş xist: Nehiştin tedawî bibe

7 GULAN 2026
ROJEVA 1ê GULANA 2026an

ROJEVA 7ê GULANA 2026an

7 GULAN 2026
Kedkarê çapemeniya azad Çatalbaş jiyana xwe ji dest da

Kedkarê çapemeniya azad Çatalbaş jiyana xwe ji dest da

6 GULAN 2026
Yekîtiya Ciwanan: Têkoşîna Denîzan rê nîşanê me dide

Yekîtiya Ciwanan: Têkoşîna Denîzan rê nîşanê me dide

6 GULAN 2026
Ji bo Huseyîn Înan, Denîz Gezmîş û Yusuf Aslan meşiyan

Ji bo Huseyîn Înan, Denîz Gezmîş û Yusuf Aslan meşiyan

6 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rohilat Efrîn: Heta ku mafê jinan mîsoger nebe li Sûriyeyê istiqrar nepêkan e

    Rohilat Efrîn: Heta ku mafê jinan mîsoger nebe li Sûriyeyê istiqrar nepêkan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Qiymeta pincara me nayê zanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Agirê şoreşê venamire: Denîz, Yusuf û Huseyîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezgîn Tanrikulu: Divê desthilat qanûnan amade bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ceza li pîrozbahiya serkeftina Amedsporê hate birîn!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 6ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Colemêrgê amadekariya Cejna Zimanê Kurdî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên Amedî: Aştî bi vîna gel û Rêbertiya wê pêkan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sevîm Bîçîcî: Em ê yekîtiya neteweyî kolan bi kolan ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (154)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne