• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

    Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

    Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

    Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

    Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

    Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

    Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ayla Akat Ata: Gelê me ji her demê bêtir nêzî azadiyê ye

Wan / AW

20 SIBAT 2025 - 17:00
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Siyasetmedara Kurd Ayla Akat Ata ku Wanê di protestokirina qeyûm de axivî û diyar kir ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji bo pêvajoyeke nû nexşerêyekê amade dike û got: “Gelê me ji her demê pêtir nêzî azadiyê ye.”

Li Wanê her roj bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li ber navenda bazirganiyê ya WanMallê daxuyanî tê dayîn. Îro jî daxuyanî bi girseyî hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de pankarta “Qeyûm desteserkirina îradeyê ye, ji desteserkirina îradeyê re na” hate vekirin û dirûşmên “Qeyûmê diz, ji Kurdistanê bicehime”, “Qeyûm wê biçe, gel wê were”, “Gelê Kurd li vir e, li gel vîna xwe ye” û “Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal rûmeta me ne” hatin berzkirin. Aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata, Hevşaredarên Wanê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal, parlamenterên DEM Partiyê, rêveberên DEM Partiyê û DBPê û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.

‘Em ti carî bi paş ve gav navêjin’

Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî ewilî axivî û diyar kir ku gelê Wanê her tim xwedî li vîna xwe derketiye û wê xwedî derketina wan bidome. Veysî Dîlekçî destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê ji 31ê Adarê ti ders negirtiye û got: “Qeyûm bi bêtehamuliya li dijî encamên sindoqan a 31ê Adarê hatin tayînkirin. Piştî ku cezayê dawî li Abdullah Zeydan hat dayîn, AKPê ev yek weke firsend girt û li şûna wî qeyûm tayîn kir. Gelê Wanê êdî ji vê desteserkirina îradeyê re nabêje qeyûm, ji wan re dibêjin diz. Wan heta sibê nobeda xwe li hember dizan girt, lê dizan danê sibê mala gel desteser kirin. Gelê Wanê bi çalakiya nobedê ya li ber şaredariyê derket kolanan berxwedana xwe berdewam kir. Dema hatin, bi komkirina konteynerên çopê dest bi rejîma talanê kirin. Gelê Kurd qeyûman weke talanê pênase kiriye, erê qeyûm talan e. Em ê ti carî li dijî vê talankirin û desteserkirina îradeyê bi paş ve gav neavêjin. Em ê li qadan têkoşîna xwe bidomînin heta em vîna xwe bi dest bixin.”

‘Ji mêj ve şerm ji bîr kirin e’

Ayla Akat Ata jî axivî û anî ziman ku der barê polîtîkaya qeyûman ji aliyê dewletê ve tê meşandin ti gotin nemane ku wan negotiye û wiha got: “Li dijî tinekirin û desteserkirina îradeya ku di nava 11 salan de hatiye kirin, serkeftinek hatiye bi dest xistin? Na. Gelê Wanê di hilbijatinê de ji 14an 14 kir. Xwedê vê yekê nade ti partiyeke siyasî, lê da me. Mirov tenê dikare bişkoka xwe li ber gelê ku vîna xwe ya siyasî bi vî awayî hembêz dike, girê bide. Lê mixabin yên ku vî welatî îdare dikin, ji mêj ve şerm ji bîr kirine.”

‘Pêdivî bi çareseriyeke demokratîk heye’

Ayla Akat Ata bal kişand ser pêvajoya nû û diyar kir ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan wê daxuyaniyekê bide û da zanîn ku rayedarê dewletê Devlet Bahçelî jî di vê mijarê de peyamên zelal dan raya giştî. Ayla Akat Ata anî ziman ku rayedarên dewletê heta îro helwestek berovajî van peyaman nedaye nîşandan û ev tişt got: “Dîsa serokomar negot ez birêz Bahçelî înkar dikim. Ev tê wê wateyê ku her kes li vî welatî pêdiviya xwe bi çareseriyeke demokratîk heye, her kes li vî welatî di dawiyê de hewcedarê aştiyê ye û her kes li vî welatî hewceyê serketinê ye.”

‘Em ji her demê pêtir nêzî azadiyê ne’

Ayla Akat Ata diyar kir ku ev dinya dikare bibe bihuşteke ku gelên Tirkiye û Kurdistanê bi hev re bijîn û divê hemû gel di avakirina vê yekê de bi rol û mîsyon xwe rabin. Ayla Akat Ata wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di avakirina vê jiyana hevpar de siyaset dikare destê xwe bide hev û rastiya li meclîsê jî bi awayekî herêmî nîşan bide. Di encamê de ne hewceyî bi van barîkatan, ne jî bi kamerayên kişandinê heye. Gotina me duh azadî bû, îro azadî ye, duh gotina me wekhevî bû, îro jî wekhevî ye, gotina me azadiya birêz Abdullah Ocalan bû ku duh nexşe û nexşerêya çareseriyê derxist pêş. Em îro dîsa heman gotinê dibêjin. Em îro ji duh bêtir bi hêvî ne, îro ji duh çêtir in. Nefikirin ku bi tayînkirina qeyûman ev yek wê pêşiya daxwaza gel a çareseriya demokratîk bigire. Nefikirin ku ev gel li hemberî zilma li wan tê kirin wê çok dane, tiştekî wisa nîne. Em duh li vir bûn, îro jî li vir in. Abdullah Zeydan rûmeta me ye, Neslihan Şedal rûmeta me ye. Em ê bi hev re bi ser bikevin. Gelê me ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ye.”

Piştî daxuyaniyê girseyê 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk anî û dû re jî heta ber avahiya DBPê ya Wanê meşiyan.

 

Etîket: Abdullah ZeydanDBPNeslîhan ŞedalQeyûmTJAWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mitînga Wanê ya bi heybet bi dawî bû

Mitînga Wanê ya bi heybet bi dawî bû

27 HEZÎRAN 2026
Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewletKeskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet
Keskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

27 HEZÎRAN 2026
Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin

Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin

27 HEZÎRAN 2026
Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

Li Stenbolê şahiya Mitînga Azadiyê: Em li benda her kesî ne

26 HEZÎRAN 2026
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em dibin şahid ku polîtîkayên bêcezakirinê bûne sîstematîk

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em dibin şahid ku polîtîkayên bêcezakirinê bûne sîstematîk

26 HEZÎRAN 2026
Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

26 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mekanîzmayên ku sûcdaran diparêzin bi saya têkoşîna jinan teşhîr bûne’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyan ji mitîngê bang kir: Ji bo azadiya civakê divê Serok Apo azad be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bûyera destdirêjiyê: Îfadeya kiryar piştî 6 mehan hat girtin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja yekemîn a Konferansa Zimanê Kurdî dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (807)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne