* Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan û yek ji rûspiyê Eşîra Birûkiyan Ahmet Ondîl bal kişandin ser zêdebûna rûdanên tundûtûjiyê û bikaranîna çekan a di nav ciwanan de û ji bo çareseriyê pêşniyarên girîng kirin. Zeydan û Ondîl gotin: “Ji bo pêşîgirtina li şer û kuştinan, divê li her taxê komîsyonên çareseriyê werin avakirin.”
* Hunermend Rotînda Yetkîner bal kişand li ser erka hunermendan û got ku di qonaxeke wisa de ku zimanê Kurdî tê înkarkirin, erka pêşîn a her hunermendekî parastina ziman, dûrketina ji popûlîzmê û xizmetkirina ji bo daxwazên azadiyê ya gelê Kurd e.
* Çerkezên ku pêşî di serdema Rûsyaya Çarî de ber bi Osmaniyan ve, paşê jî piştî Serhildana Çerkez Ethem ber bi bajarên Kurdistanê ve hatin koçberkirin, ji ber polîtîkayên bişavtinê ziman û çanda xwe winda dikin.
* Komeke geştiyarên ku ji welatên cuda yên Ewropayê bûn mevanên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê diyar kirin ku her çend bi Kurdî nezanibin jî kûrahî û bingeha dîrokî ya vê çandê rasterast derbasî dilê wan bûye û bal kişandin ser dewlemendiya pirzimanî ya herêmê.
* Endamê Komîsyona Tendurustiyê ya Komeleya Ji Bo Pêşerojê Em li Vir in (GÎB-DER) Hasan Karsû, derbarê armanc, girîngiya xebatan xwe û modela komînal de bang li hemû ciwanan kir ku li dijî polîtîkayên şerê taybet têkoşînê mezin bikin û tevlî nîqaşên avakirina jiyana nû bibin.
* “Rojên Pirtûkan” a ji bo piştgiriya bi Weşanxaneya Sîtavê re ku dê 3 rojan bidome, îro dest pê dike. (11:00-17:00)
* Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk dê bi dirûşma “Ji bo Azadî, Statu û Aştiya Hiqûqa Demokratîk” deklarasyona xwe li Qonaxa Îskenderpaşa ya li navçeya Sûrê ya Amedê eşkere bike. (13:00)








