Wan – Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan û yek ji rûspiyê eşîra Birûkiyan Ahmet Ondîl bal kişandin ser zêdebûna rûdanên tundûtûjiyê û bikaranîna çekan a di nav ciwanan de û ji bo çareseriyê pêşniyarên girîng kirin. Zeydan û Ondîl gotin: “Ji bo pêşîgirtina li şer û kuştinan, divê li her taxê komîsyonên çareseriyê werin avakirin.”
Li Kurdistanê nakokiyên di nava civakê de derdikevin, dibin sedema şerên malbatan, eşîran û mirina bi dehan kesan. Li Wanê û derdorên wê jî ev rewş gihîştiye lûtkeyê û di nava mehekê de gelek bûyerên tundûtûjiyê rû dane. Li Wanê di sala 2025an de di 26 pevçûnan de 30 kesan jiyana xwe ji dest dane û tenê di van 5 mehên sala 2026an de 26 bûyerên nû qewimîne. Bûyerên kuştinê yên li Rêya Armûşê, Ebex û Erdîşê ku ji ber erd û deynan derketine, rûyê herî rût ê vê krîzê ne. Ji bo rawestandina vê çerxa tarî, berî her tiştî kontrolkirina çekên bêruxset, çareserkirina pirsgirêkên aborî û zindîkirina çanda edalet û diyalogê şert e, nexwe her fîşekek ku diteqe siberoja malbatan hildiweşîne.
Siyasetmedar û rûspiyên eşîran pevçûnên di nava civakê de derdikevin ji Ajansa Welat re nirxandin û ji bo çareseriyê pêşniyara mekanîzmayeke nû kirin.
‘Ev pirsgirêkeke pir mezin e, pirsgirêka civakê ye.’
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku qeyim tayînî cîhê wî hatiye kirin, bal kişand ser bûyerên tundûtûjiyê yên di navbera ciwan û malbatan de diqewimin û got: “Ew bûyerên ku vê dawiyê diqewimin em gelekî xemgîn kirin. Niha hewcedarî heye ku em hevdu hembêz bikin û xwedî li hev derkevin. Lê mixabin em dibînin ku di navbera ciwanên me, gelê me û malbatên me de bûyerên wiha diqewimin, hevdu dikujin, çek û kêran dikşînin hev. Rastî em pê diqehirin. Ev pirsgirêkeke pir mezin e, pirsgirêkeke civakê ye. Elbet bingehên vê hene û di vî warî de kêmasiyên me jî hene. Em hinekî ji nirxên xwe, ji hişmendiya xwe û ji felsefe û paradîgmaya xwe dûr ketine. Em hinekî ji dîrok û kevneşopiya xwe dûr ketine, lewma em li hev xwedî dernakevin.”
‘Em ê hem civaka xwe rêxistin bikin hem jî pêşiya van tiştên xirab bigirin.’
Abdullah Zeydan da zanîn ku nêzîkbûna pergalê û hişmendiya bajarvaniyê civakê têk dibe û ev yek anî ziman: “Destên qirêj ketin nava civakê û di nav civakê de, li ser ciwanan, li ser jinan û li ser gel, hişmendiya kesayetî û berjewendiyên kesane pêş xistin. Mixabin, ew hişmendiya berê ya komunal, ya hevparî, ya parastina hevdu û hişmendiya hevaltiyê nemaye. Lê em bawer dikin ku heke em wekî berê destê xwe û dilê xwe bidin hev, ruhê rêhevaltiyê, ruhê qewmiyetê û cîrantiyê pêş bixin û berjewendiyên civaka xwe bixin pêşiyê her tiştî, em ê van pirsgirêkan kêm bikin. Bi taybetî li ser avakirina jiyana komunal, heke em careke din li taxan, li kolanan, di nav ciwanan, jinan û gel de xwe rêxistin bikin û ruhê cîrantiyê û rêhevaltiyê pêş bixin, em ê hem civaka xwe rêxistin bikin û hem jî pêşiya van tiştên xirab bigirin.”
‘Bila êdî wan çekan berden û ev bibe pêngava yekem’
Abdullah Zeydan destnîşan kir ku rêya çareseriyê ew e ku her kes xatirê xwe ji çekan bixwaze û wiha pê de çû: “Pêngava me ya yekem û rica me ji lawên me, ji gel û ciwanên me ew e ku ji îro pê ve bila xatirê xwe ji wan çekan bixwaze. Bila ev bibe pêngava yekem. Ji bo xatirê Rêbertiyê, ji bo xatira nirxên vê civakê, ji bo xatirê dayikên vî gelî yên ku vê gavê li ber deriyên girtîgehan bedelên giran didin û ji bo xatirê siyasetmedarên vî gelî yên ku vê gavê di zindanan de li ber xwe didin, em nekevin vê xafikê. Hêviya hevalên me ne ew e ku civak hevdu bikujin û çavên xwe kor bikin, hêviya wan ev e ku em li hevdu xwedî derkevin û civaka xwe bi rêkûpêk bikin.”
‘Li wan kuştinan binêre, piştî saet 12 şevê li derve ne’
Yek ji rûspiyên eşîra Birûkiyan Ahmet Ondîl jî bal kişand ser zêdebûna kuştinan û sekna ciwanan û got: “Wextê ku em ciwan bûn, gava em diçûn sûkê heke kêrek li ser me hebûya, me ew kêr vedişart, mezinan bertek nîşan dida û polîsan jî gelek caran lêgerîn dikir. Lê mixabin niha tiştekî wisa nema ye, her kes mîna fermandarên rêxistinekê çekan dide pişta xwe. Kes nikare ji kesî re tiştekî bibêje; kî pifî yekî bike, yekser çeka xwe dikişîne.”
‘Ji bo çaraseriyê divê di taxan de komîsyon ava bibin’
Ahmet Ondîl da zanîn ku ji bo rûbirûbûna van bûyerên giran divê gav bên avêtin û wiha pê de çû: “Ji bo vê yekê, divê di taxan de komîsyon ava bibin. Ji bo rûbirûbûna van tiştan, divê em destê xwe bixin bin kevir. Divê em di taxan de komîsyonan ava bikin. Divê rûspî, partî û her kes di qada xwe de, çi ji destê kê tê, ji bo avakirina van komîsyonan bixebite. Divê ji her kesî were xwestin ku dev ji çek û fîşekan berde û wan deyne.”
‘Ev bûyerên ku niha li Wanê diqewimin, bila bi dawî bibin’
Ahmet Ondîl da zanîn ku armanc û daxwaziya wan a sereke bidawîkirina van rûdanên reş e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hema daxwaziya me ev e, Ev bûyerên ku niha di vî welatî de, li Wanê diqewimin, bila bi dawî bibin. Berê gava şer dikirin, herî zêde du kesan dar didan serê hev û ti pirsgirêkeke mezin çênedibû, lê niha du ciwan şer dikin, yekser çek an jî kêrê dikişînin, li hev dixin û hevdu dikujin. Gotina me ya dawî ev e, divê em ji bo van tiştan çareseriyekê bibînin û vê pirsgirêkê çareser bikin.”
Sibê: Rûspiyên Giravî û Mamxûran: Sedema tundûtûjiya di nava civakê de pergal bixwe ye.













