• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Fexriye Yildirim: Medenî ket nav hewldana parastina gelê xwe

    Fexriye Yildirim: Medenî ket nav hewldana parastina gelê xwe

    Erdheja Venezuelayê: 235 mirî, 4 hezar û 300 birîndar hezaran winda hene

    Erdheja Venezuelayê: 235 mirî, 4 hezar û 300 birîndar hezaran winda hene

    Daxwaza Bayram Balci vegera welat bû

    Daxwaza Bayram Balci vegera welat bû

    ‘Heta daxwazên me pêk tên em ê çalakiya xwe bidomînin’

    ‘Heta daxwazên me pêk tên em ê çalakiya xwe bidomînin’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 26ê HEZÎRANA 2026an

    Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

    Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Bi eleqeyeke mezin bangê temaşe dikin

Amed / AW

18 TÎRMEH 2025 - 11:35
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Civînên gel li tax û gundan berdewam dikin. Di civînên gel de, welatiyên tev li civînê dibin, destnîşan dikin ku baweriya wan ji Rêberê Gelê Kurd heye, lê helwesta dewletê baweriyê nade. Welatî dixwazin ku di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
Di civînan de sînevîzyona banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û merasima çekşewitandinê bi eleqeyek mezin temaşe dikin. 

Di pêşengiya TJA, DBP û DEM partiyê de civînên gel li tax û gundan berdewam dike. Di çarçoveya civînan de li Gundê Erûsekê Pasûrê û taxa Kooperatifê ya Bismilê civînên girseyî pêk hatin. Di civînê Gundê Ersekê yê Navçeya Pîranê bi tevlêbûna zêdetirî 100 kesan civîna gel pêk hat. Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Pişte endamên dîwanê li ser pêvajoyê nirxandin kirin, li pirs û nirxandinên gel guhdar kirin. Civîn ji du beşan pêk hat. Di beşa ewil de pêvajo hat nirxandin û perspektifa Aştî û Civaka Demokratîk hat parvekirin. Di beşa duyemîn de jî hevşaredarên Pîranê li dîwanê rûniştin û li pirsgirêkên gel guhdar kirin.

Di herdu rûniştinan de jî beşdaran anîn ziman ku ew heta dawî li peş pêvajoya aştî û demokrasiyê ne û xwestin ku Rêber Apo û tevgera azadiyê êdî neyê xapandin. Dîsa xwestin ku êdî xwîn bes birije û dewlet hesabê zulma li kurdan hatiye kirin bide. Gundiyan xwest ku di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Disa di beşa duyemîn de jî ji hevşaredaran xwestin ku êdî pirsgirêkên wan ên rê, goristan û xaniyên hatine xerakirin çêke.

Bismil

Li taxa Kooperatifê ya navçeya Bismilê jî bi tevlêbûna sedan kesan civîn pêk hat. Di civînê de sînevîzyona ku ji banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 9ê Tîrmehê de hat parvekirin û merasima Koma Aştî û Civaka Demokratîk a şewitandina çekan hat temaşekirin. Girseya beşdarî civînê bû bi eleqeyek mezin sînevîzyon temaşe kir.

Erxenî/Çinar

Li tax û gundên Çinar û Erxeniyê jî di heman çarçoveyê de civînên gel bi girseyî pêk hatin. Di civînan de dîsa beşdaran xwest ku gavên şênber bên avêtin û girtiyên siyasî bêne berdan.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Fexriye Yildirim: Medenî ket nav hewldana parastina gelê xwe

Fexriye Yildirim: Medenî ket nav hewldana parastina gelê xwe

26 HEZÎRAN 2026
Erdheja Venezuelayê: 235 mirî, 4 hezar û 300 birîndar hezaran winda hene

Erdheja Venezuelayê: 235 mirî, 4 hezar û 300 birîndar hezaran winda hene

26 HEZÎRAN 2026
Gerînendeyê Giştî yê Nûbiharê: Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu

Gerînendeyê Giştî yê Nûbiharê: Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu

26 HEZÎRAN 2026
Hevdîtinên Peyasê bi çalakiyên cihêreng didome

Hevdîtinên Peyasê bi çalakiyên cihêreng didome

26 HEZÎRAN 2026
Daxwaza Bayram Balci vegera welat bû

Daxwaza Bayram Balci vegera welat bû

26 HEZÎRAN 2026
Banga Mitînga Azadiyê: Divê mitîng bibe bersiva pêvajoyê

Banga Mitînga Azadiyê: Divê mitîng bibe bersiva pêvajoyê

26 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çarçove qanûn dê piştî civîna NATOyê bê rojeva Meclîsê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Teşhîsa şaş bû sedema texrîbatên giran!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Dayika Aştiyê Behiye Sevîm hate veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 26ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweşê giran Mehmet Elçe tevî rapora ATKê jî nayê berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • MEBYA-DERa Êlihê civîneke gel li dar xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêya 13 sal in didome: Pere nayê şandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (706)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne