Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag angaştên derbarê astengiyên dijîtalîzekirina berhemên Kurdî yên li Saziya Berhemên Destxetî ya Tirkiyeyê bir rojeva Meclîsê.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag angaştên derbarê astengkirina berhemên Kurdî yên li Saziya Berhemên Destxetî ya Tirkiyeyê bir rojeva Meclîsê. Heval Bozdag derbarê mijarê de pêşniyazpirs amade kir û pêşkêşî Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy kir.
Di bin navê ‘Şarkiyatê’ de Kurdî tê veşartin
Heval Bozdag di pêşniyazpirsê de bal kişand ser koleksiyona Aleksandre Jaba ya ku wezaretê bi pesndayînê çap kiriye û diyar kir ku lê belê di arşîvên saziyê de nakokiyeke mezin heye û got: “Di ‘Koleksiyona Şarkiyatê’ de 130 jê Kurdî 194 berhemên katalogkirî hene ku nayên dîjîtalîzekirin û nêzî 300-400 berhemên Kurdî hîn li benda katalogkirinê ne û xebatên li ser wan tên astengkirin.”
‘Cihêkarî û sansur berdewam dike’
Heval Bozdag diyar kir ku ji aliyekê ve nîşandana çend mînakan weke pêşketin tê pêşkêşkirin û ji aliyekê ve jî cihêkarî û sansur berdewam dike û ev yek anî ziman: “Ev rewş nîşan dide ku polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê yên dîrokî bi şêweyên cuda hîn berdewam dikin.”
Parlamenter Heval Bozdag van pirsan ji wezaretê kir:
* Hejmara tevahî ya berhemên Kurdî yên di envantera we de çend in û li kîjan pirtûkxaneyan in?
* Gelo çend berhemên kurdî hatine dîjîtalkirin û ji lêkolîneran re vekirî ne?
* Sedema dîjîtalnekirina berhemên Kurdî çi ye? Gelo qedexeyeke îdarî heye?
* Gelo di nav wezaretê de pisporên zimanê Kurdî yên ku karê dîjîtalîzekirinê û tasnîfkirinê dikin hene?









