• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dê cenazeyê Hevserokê DEM Partiyê li Êlihê bispêrin axê

    ‘Em ne tenê xemgîn dibin, em pê serbilind in jî’

    Zêdetirî 200 dîlgirtî di girtîgehên hikûmeta demkî de ne

    Zêdetirî 200 dîlgirtî di girtîgehên hikûmeta demkî de ne

    Li Pakistanê di êrişa xwekujî de 12 polîs mirin

    Li Pakistanê di êrişa xwekujî de 12 polîs mirin

    Li Rojava dibistana şanoyê ya zarokan tê vekirin

    Li Rojava dibistana şanoyê ya zarokan tê vekirin

    Kurdî hê jî rastî cudakariyê tê

    Kurdî hê jî rastî cudakariyê tê

    Li Enqereyê sîwaneke çand û hunera Kurdî: Navenda Çanda Anatolyayê

    Li Enqereyê sîwaneke çand û hunera Kurdî: Navenda Çanda Anatolyayê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Çalakiyên 8ê Adarê li Qersê dest pê kir

Navenda Nûçeyan /AW

24 SIBAT 2025 - 17:28
Kategorî: JIN
A A

Çalakiyên 8ê Adarê yên li bajarên herêma Serhedê bêne lidarxistin, li bajarê Qersê dest pê kirin.

Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), starta çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku dê li bajarên Herêma Serhedê li dar bixe, li Qersê da. Start, li avahiya DEM Partiyê hate dayin û gelek jin tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em bi têkoşîna jinê aştiyê rêxistin dikin” hilgirtin.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû, Meclisên Jinan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê yên bajarên Qers, Agirî û Îdirê jî tev li daxuyaniyê bûn.
Halîde Turkoglû di daxuyaniyê de ewil bertek nîşanî desteserkirina Şaredariya Qaxizmanê da û wiha got: “Bi qeyûman, nasnameyên gelan û jinan û vîna wan tune dihesibînin. Êrişeke li dijî îradeya jinan, pergala hevserokatiyê ye. Mîna derbeyan, qeyûman di sersibehê de dikin û polîs tên şaredariyan xesp dikin. Li vir neheqî û bêhiqûqî heye. Bi destê darazê rêbazên nû diceribînin. Siyaseta qeyûm, feraseta rejîmekê ye. Em polîtîkaya qeyûm şermezar dikin. Vîna jinan û gel tê dizîn. Tu jin siyaseta qeyûm qebûl nakin.”

Halîde Turkoglû, axaftina xwe wiha qedand: “Jin dixwazin azad û wekhev bijîn. Ji bo demokratîkbûna vî welatî divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Heke îktîdar bixwaze vê pirsgirêkê bi vî aqilî çareser bike, mixabin mîna îktîdarên din dê nekare bi ser keve. Li ku derê saziyeke demokratîk hebe êrişî wir dike. Li Rojhilata Navîn ku her der bi rejîma şer tên birêvebirin, hedefa me aştiyek birûmet e. Em ê gotina aştiyê birêxistin bikin û belav bikin. Dê jin aştiya birûmet pêk bînin û ev têkoşîn dê bi pêşengtiya jinan mezintir bibe. Em vê aştiyê çiqasî civakî bikin dê ewqas bi ser kevin. Weke jinan em ê di 8’ê Adarê de li qadan bin. Em ê dev ji israra xwe ya ‘Jin, jiyan, azadî’ bernedin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jyan, azadî” bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dê cenazeyê Hevserokê DEM Partiyê li Êlihê bispêrin axê

‘Em ne tenê xemgîn dibin, em pê serbilind in jî’

10 GULAN 2026
Zêdetirî 200 dîlgirtî di girtîgehên hikûmeta demkî de ne

Zêdetirî 200 dîlgirtî di girtîgehên hikûmeta demkî de ne

10 GULAN 2026
Mazlûm Dînç: Ji ber dijberên pêvajoyê pir in divê bi lez bê meşandin

Mazlûm Dînç: Ji ber dijberên pêvajoyê pir in divê bi lez bê meşandin

10 GULAN 2026
Li Pakistanê di êrişa xwekujî de 12 polîs mirin

Li Pakistanê di êrişa xwekujî de 12 polîs mirin

10 GULAN 2026
Li Rojava dibistana şanoyê ya zarokan tê vekirin

Li Rojava dibistana şanoyê ya zarokan tê vekirin

10 GULAN 2026
Kurdî hê jî rastî cudakariyê tê

Kurdî hê jî rastî cudakariyê tê

10 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di arşîva Werner Finke de jiyana Kurdan a berê

    Di arşîva Werner Finke de jiyana Kurdan a berê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 10ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zana Farqînî: Zimanê ku derbasî zarokan nebe, li ber mirinê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Geverê teqîn: Şivanê zarok birîndar bû, gelek pez mirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurdî hê jî rastî cudakariyê tê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • MED-DERê bernameya zarokan li dar xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sînejin çîrok û berxwedana jinan e: Em dixwazin sînemaya jinan li pêş bixin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xizmên Windayan li sê bajaran çalakiya xwe domandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermenda ku êş û kedera gelê Kurd dianî ziman: Hozan Mizgîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (240)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne