• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DBP dest bi seferberiya rêxistinkirinê dike

Navenda Nûçeyan /AW

16 NÎSAN 2025 - 15:11
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Meclîsa Partiyê ya DBPê encamnameya civîna xwe ya li Amedê eşkere kir û biryara seferberiya rêxistiniyê wergirt.

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) encamnameya civîna Meclisa Partiyê (PM) ku di 13ê Nîsanê de li Amedê li dar xist, parve kir. DBPê biryar da ku ji meha Gulanê ve ji bo vegotina banga dîrokî ya Rêber Apo û mezinkirina rêxistiniya xwe, dest bi serdanên malbatan û civînên gel bike.

Di encamnameyê de hate gotin ku di civînê de têkildarî pêvajoya siyasî, rewşa rêxistinî, xebatên perwerdeyê û çawaniya xeta çalakiyan nîqaşên hûr û kûr hatine kirin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Rojhilata Navîn mîna di tevahiya dîrokê de, îro jî bûye qada têkoşîna hêzên mezin, pevçûnên herêmî û qada lîstikê ya hêzên navneteweyî. Şerê Îsraîl-Xezeyê, polîtîkayên DYAyê yên li herêmê, lêgerînên hevsengiyan ên piralî yên li Sûriyeyê, hemleyên aktorên mîna Tirkiye, Rûsya û Îranê, çendek mînakên hewldanên ji bo teşedayina Rojhilata Navîn in. Pozîsyon û têkoşîna gelê Kurd a di nava vê hevkêşeya tevlihev de, di heman demê de di asta kûrewî de jî roleke diyarker dilîze.

Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê û li gel vê dîplomasiya li herêmê dimeşîne, dema tevî polîtîkayên DYAyê ku jinûve teşe dide Rojhilata Navîn tên şîrovekirin, xetereya mayindebûna bêîstîqrariya herêmê her ku diçe zêdetir dibe. Geşedanên li dora Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) li Sûriyeyê rû didin, nîşan didin ku tifaqên li qadê jinûve teşe digirin. Gavên Tirkiye bi taybet jî ji bo astengkirina statûya Rojava diavêje jî divê di çarçoveya dijbertiya li hemberî gelê Kurd bên nirxandin.

Di vê çarçoveyê de, xwebirêxistinkirin bûye hîma herî krîtîk a Siyaseta Demokratîk a Gelê Kurd. Banga Aştî û Civaka Demokratîk ku di 27ê Sibatê de ji hêla birêz Abdullah Ocalan ve hate kirin, ne tenê peyameke; di heman demê de destpêka stratejîk a serdemeke nû ye. Ev bang, di heman demê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi hêza cewherî û bi beşdariya yekser a gel were çareserkirin, xeteke polîtîk destnîşan dike. Çareserî û sernavê civaka demokratîk a birêz Ocalan balê dikişîne ser û tecrûbeyên dîrokî yên tevgera Kurd hev digirin û ji bo rastiyên nû yên herêmê jî bersiveke. Di vê çarçoveyê de, ji bo gelê Kurd meseleya esasî, pozîsyona xwe ya aktoriya çalak û stratejîk hêj bêhtir pêş bixe. Şertê vê yê sereke jî, têkoşîn û rêxistiniyeke bi gel re, ya berfireh û domdar e.

Di serdema nû de ji bo gelê Kurd peywira herî lezgîn û stratejîk ew e ku rêxistiniya civakî li hemû qadan berfireh bike. Ji bajaran ber bi gundan ve, ji kolanan ber bi malan ve divê li her qadê yekser bi gel re têkilî bên danîn û zanebûniya civakê were pêşxistin, nirxên demokratîk bên belavkirin û beşdariya gel a pêvajoyê jî jiyanî ye. Civaka demokratîk; ji bo gelê Kurd û tevahiya gelên Rojhilata Navîn ne tenê şêweyekî rêveberiyê ye, di heman demê de ji bo jiyaneke birûmet, naskirina nasnameyan, misogerkirina azadiyan û pêkvejiyaneke aştiyane jî zemîn û pêdiviyeke jiyanî ye. Ev pêwîstî, ne bi avadaniyên zextker û yekperest ên hey; bi beşdariya gel, bi mafê xwebirêvebirinê û bi feraseta demokrasiyê dikare bê cîbicîkirin.

Di serî de DBPê, peywira hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk, avadaniyên rêxistinên civaka sivîl û aktorên herêmî ev e; divê di nav gel de bin û pratîka rêxistinkirina tevliker û domdar pêş bixin. Ev ne tenê stratejiyeke siyasî ye, di heman demê de hîmê bingehîn a rêya ber bi aştî û azadiyê ve ye.

Di vê çarçoveyê de; di serî de DBP divê tevahiya qada siyaseta demokratîk di ferqa berpirsyartiya xwe ya dîrokî û barê girtiye ser milê xwe de be û bi hemû hêza xwe xebatên serdema nû bimeşînin.

Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, di nava 100 salan de meseleya herî sereke ye ku komar rû bi rû ma ye. Ev qonaxa nû ya piştî 27ê Sibatê, ji bo Tirkiyeyê berpirsyartiyeke dîrokî ye. Divê dewlet li şûna polîtîkayên ewlekariyê, bikeve nava lêgerîna çareseriya demokratîk û siyasî. Ev yek dê ne tenê bandorê li aştiya navxweyî bike, her wiha dê yekser bandorê li îstiqrara herêmê jî bike.

Di demeke pêşeroja Rojhilata Navîn jinûve tê diyarkirin de gelê Kurd xwedî wê hêzê ye ku qedera xwe bi xwe diyar bike. Çavkaniya sereke ya vê hêzê jî, rastiya rêxistinbûnê ya gelê Kurd e. Civaka wê ya rêxistinkirî ku dê mal bi mal, tax bi tax were sazkirin jî dê bingeha Rojhilata Navîn a azad, demokratîk û aştiyane ava bike.

Di vê çarçoveyê de; xeta li gorî ruhê vê serdemê gunav ev e; divê bêhtir ked were dayin, bêhtir kes bên tevlikirin û rêxistiniyeke xurtir bê avakirin. Dema ev xet bi serkeftî hate sazkirin, ne tenê gelê Kurd, dê ji bo hemû gelan pêşerojeke adilane û demokratîk pêkan bibe.

*Hedefa esasî ya têkoşîna me ew e ku em felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û nûnertiya wekhev bi tevahiya civaka xwe bidin fêmkirin û bixin nava pratîkê. Di çarçoveya vê rastiyê de jî têkiliya di navbera banga Civaka Demokratîk a birêz Ocalan û pergala hevserokatiyê de, di çarçoveyeke rast de fêm bikin.”

Di encamnameyê de biryarên hatine dayin wiha hatin rêzkirin:

* Ji meha Gulanê ve em ê li hemû bajarên Tirkiye û Kurdistanê em lê rêxistinkirî ne, ji bo civakîkirina “Banga Aştî û Civaka Demokatîk” a birêz Abdullah Ocalan bi gel re civînan li dar bixin.

* Li tevahiya bajarên em lê birêxistinkirî ne, em ê bi dirûşma “Ji kolanan ber bi taxan ve, ji taxan ber bi bajaran ve em xwe birêxistin dikin” biçin serdana malbatan û li gel van serdanan, li gund û taxan bi gel re civînan li dar bixin.

* Ji bo pîrozbahiya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî; dê li Mêrdînê şahiya ziman were lidarxistin, li gelek bajar û gundan jî çalakiyên ziman ên Kurmancî û Kirmanckî bên lidarxistin.

* Biryara hate dayin ku li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê yên DBP lê birêxistinkirî nîne, bi awayekî herî xurt xebatên rêxistinkirinê bên destpêkirin.”

Etîket: DBPrêxistinseferberî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

13 HEZÎRAN 2026
DBP ji bo pêkanîna aştî û azadiyê dadikeve qadan

DBP ji bo pêkanîna aştî û azadiyê dadikeve qadan

12 HEZÎRAN 2026
Ji bo Elewiyên li Sûriyeyê kampanyaya îmzayan hat destpêkirin

Ji bo Elewiyên li Sûriyeyê kampanyaya îmzayan hat destpêkirin

10 HEZÎRAN 2026
Bakirhan: Ji bo Tirkiyeyê demokrasiyeke bihêz, ji bo Kurdan jî aştiyeke birûmet lazim e

Bakirhan: Ji bo Tirkiyeyê demokrasiyeke bihêz, ji bo Kurdan jî aştiyeke birûmet lazim e

8 HEZÎRAN 2026
Ciwanên Sêrtê li seyrangehê hatin cem hev

Ciwanên Sêrtê li seyrangehê hatin cem hev

4 HEZÎRAN 2026
Li gelek navendan serdana goristanan hat kirin

Li gelek navendan serdana goristanan hat kirin

26 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê Di Sedsala Duyemîn De’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axêverên Konferansê: Komarek demokratîk bê Kurdan nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di avakirina komarê de şaşiya herî mezin netew dewlet e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mihrîcan hevgirtina jinan xurt dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (380)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne