• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Em ê yekîtiya gelê Kurd bi agirê Newrozê bidin nişandan’

    ‘Em ê yekîtiya gelê Kurd bi agirê Newrozê bidin nişandan’

    Li Esenyurtê agirê Newrozê geş bû

    Li Esenyurtê agirê Newrozê geş bû

    Quntara Qerejdaxê bi agirê Newrozê ronî bû

    Quntara Qerejdaxê bi agirê Newrozê ronî bû

    Agirê Newrozê li Agiriyê hat pêxistin

    Agirê Newrozê li Agiriyê hat pêxistin

    Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

    Li baregeha Koalîsyonê Navneteweyî ya Hesekê dronek hate xistin

    Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

    Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Em ê yekîtiya gelê Kurd bi agirê Newrozê bidin nişandan’

    ‘Em ê yekîtiya gelê Kurd bi agirê Newrozê bidin nişandan’

    Li Esenyurtê agirê Newrozê geş bû

    Li Esenyurtê agirê Newrozê geş bû

    Quntara Qerejdaxê bi agirê Newrozê ronî bû

    Quntara Qerejdaxê bi agirê Newrozê ronî bû

    Agirê Newrozê li Agiriyê hat pêxistin

    Agirê Newrozê li Agiriyê hat pêxistin

    Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

    Li baregeha Koalîsyonê Navneteweyî ya Hesekê dronek hate xistin

    Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

    Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dem dema siyaseta demokratîk e

Rojger Botan / AW

17 TÎRMEH 2025 - 08:34
Kategorî: FORUM, MANŞET
A A
Rêber Abdullah Ocalan ne tenê rêberek yê vê serdemê ye. Ew, hemû daneheviya pêxember, feylezof, tevgerên komunalîst û hemû dîroka komuna ku li dijî dewletperestiyê di kesayetê de xwe dihewîne.

Di 9ê tîrmehê de piştî 26 salan dîmenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi peyamek dîrokî hat weşandin. Piştî ewqas demê dirêj, dîtina Rêber Abdullah Ocalan a bi vî rengî kelecaniyek û hestiyariyek mezin di nava gel de çêkir. Rêber Abdullah Ocalan bê guman 26 sal in di nava tecrîdek giran de tê girtin. Li gorî ku ew bixwe jî dibêje, cihek wekî Îmraliyê ne gengaze ku mirovek li vir bê ragirtin. Lê Rêber Abdullah Ocalan 26 salin li Îmraliyê li dijî hemû kiryarên neyînî têdikoşe.

Rêber Abdullah Ocalan ne tenê rêberek yê vê serdemê ye. Ew, hemû daneheviya pêxember, feylezof, tevgerên komunalîst û hemû dîroka komuna ku li dijî dewletperestiyê di kesayetê de xwe dihewîne. Ji ber vê taybetmendiya xwe Rêber Ocalan, 26 salin ji aliyê pergala kapîtalîst ve dîl tê girtin.

Tê zanîn di 1ê cotmeha 2024an de piştî serokê MHPê Devlet Bahçelî li Meclisa Tirkiyeyê silav da hevserokên Partiya DEMê. Bi vê re pêvajoya pirsgirêka Kurd careke din ket rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê. Di nava van 9 mehan de 6 hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re hatin kirin. Her wiha bi gelek sazî û partiyên siyasî re jî hevdîtin hatin kirin. Li gel van hevdîtinan nemaze bi partî û saziyên kurdistanî re jî hevdîtin hatin kirin. Di encama van xebatan de Rêber Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de Banga Aşitî û Civaka Demokratîk kir.

Piştî banga Rêber Abdullah Ocalan dewleta tirk bi tu awayî tu gavên erênî ne avêtin û xwest careke din vê pêvajoyê jî li gorî xwe bide meşandin. Di 12ê Hezîranê de piştî ku Îsraîlê êrîşê Îranê kir, dewleta Tirk ket di nava liv û tevgerê de da ku mudexalê li wan neye kirin. Ji xwe Rêber Abdullah Ocalan ew rewş bi awayekî zelal parve kiribû û gotibû heke ev pirsgirêk neyê çareserkirin dê dewleta Tirk ji aliyê Emerîka û Îsraîlê ve bê mudexalekirin.

Piştî êrîşên 12ê hezîranê dewleta Tirk êdî zêdedir fêmkir ku piştî Îranê dê dora wan jî were û bi micîdî kar û xebat lez û beztir kirin. Piştî banga Rêber Abdullah Ocalan a 9ê Tîrmehê, du roj şûnde gerilayên azadiya Kurdistanê bersiv dan banga Rêber Abdullah Ocalan û li Silêmaniyê li şikefta Caseneyê bi seremoniyekê dîrokî çekên xwe şewitandin û banga siyasete demokratik û hiqûqa gerdûnî hat kirin.

Hem bi banga Rêber Abdullah Ocalan hem jî bi seremoniya gerîlayan êdî her tiştên ku bên pêkanîn, ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdistanê ve hat kirin. Piştî vê demê dewleta Tirk di vê mijarê de çiqasî micîd e dê di demên pêş de bê dîtin. Nexwasim Rêber Abdullah Ocalan şanseke dawî dixwe destê dewleta tirk. Ew derfetê wan yê di salên 2013-2015an nîne. Pergala ku diparêzin jî êdî ber bi îflasê ve hatiye. Jixwe rayedarên vê pergalê jî bi awayekî vekirî gotin ku êdî serdema netew dewletan bi dawî bûye. Ji ber wê jî heke dewleta tirk neyê li ser çareseriya Rêber Abdullah Ocalan dê têkçûyînek mezin bijî.

Êdî dem hatiye ku demê çek û sîlehan hatiye girtin û her pirsgirêk bi rê û rêbazên siyaseta demokratîk bên çareser kirin. Di serdema ku hemû rêbazên şer diguherin de, pêwîstî pê heye ku rêbazên têkoşîna kurdistanî jî bên guhertin. Ev guhertin ne têkçûyîn, teslîmbûyîn an jî tasfiyebûyîn e, berevajiya wê destpêkek nû û rêbazên nû li gel û tevgerê dide ferzkirin. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan jî ev rastî dît, banga guhertin û veguhertinên nû kir.

Gelê Kurd bi taybetî sed salin li çar perçeyên Kurdistanê bi kiryarên înkar, îmha û qetlîamê re rû bi rû man. Tevî hemû kiryaran jî gelê Kurd tu carî serî netewand. Encama ewqas kiryarên dij-mirovî û dij-civakî PKK bû. PKKê di dîroka Kurdistanê de serdema herî bi heybet û serkefti da jiyîn. Axa mirî ya li ser bedena gelê Kurd hatiye avêtin û bi gotina Rêber Ocalan hebûn hatiye naskirin û ji ber wê jî armanca sereke hatiye pêk anîn.

Bi fesihkirina PKKê li gort konjoktura demê têkoşîna siyaseta demokratîk bi rê û rêbazên dewlemend ferz e. Serdema nû xeta komara demokratik a her çar perçeyan ferz dike. Lewre bi PKKê armanca herî mezin hat pêkanîn û pêdîvî pê heye ku ewqas tecrube bi têkoşîna siyaseta demokratîk firehtir û mezintir bibe. Gelê Kurd di her aliyê têkoşînê de serwext û zana ye. Tişta ku Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê bibêje fêm dike û tişta pêwîst bi cih tîne.

Bi modela komara demokratîk gelê Kurd li her çar perçeyan dê bibe xwedî îradeyek mezin. Komara demokratîk li dijî komara faşîst û tekperest pir rengî, pir çandî, pir bawerî, hiqûqa gerdûnî û siyaseta demokratîk ferz dike. Gelê Kurd bi vê yekê ne dewletek nû an jî rêveberiyên çandî yên demê wan derbas bûyî ava dike. Gelê Kurd bi modela Rêber Abdullah Ocalan a dewlet+demokrasiyê di nava her çar dewletan de dibe xwedî gotin û statuyên demokratîk.

 

Etîket: Abdullah OcalandemokrasîSîyaset
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kalkan: Gerek qanûnê entegrasyonê demokratîkî vejîyê

Duran Kalkan: Kurd ne leşkerê tu hêzî ne, divê gelê Rojhilat parastinê xurt bike

12 ADAR 2026
Çelîk: Ji bo ku birêz Ocalan bi rola xwe rabe divê ‘mafê hêviyê’ bê bicihanîn

Çelîk: Ji bo ku birêz Ocalan bi rola xwe rabe divê ‘mafê hêviyê’ bê bicihanîn

11 ADAR 2026
Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

10 ADAR 2026
Saritaş: Divê dewlet hişmendiya xwe biguherîne û tavilê gavên şênber biavêje

Saritaş: Divê dewlet hişmendiya xwe biguherîne û tavilê gavên şênber biavêje

10 ADAR 2026
Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

10 ADAR 2026
Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

9 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Yek ji kedkar û pêşengê şoreşa Rojava: Salih Muslim

    Yek ji kedkar û pêşengê şoreşa Rojava: Salih Muslim

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyetek ji Bakur dê tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Salih Muslim jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Agirê Newrozê yê salên 90î: Gelo ev der ku der e?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 12ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Salih Muslim, dengê rasteqîn ê şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Salih Muslim peyamên sersaxiyê hatin weşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşegul Dogan: Şandeyeke DEM Partiyê dê tevlî merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên Ebexê: Bila Newroza îsal bibe wesîleya azadî û aştiyeke mayînde

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (479)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne