• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dayikên Şemiyê: Kujerên Halîl Alpsoy li ku ne û çi bi serê Kasim Alpsoy hat?

    Dayikên Şemiyê: Kujerên Halîl Alpsoy li ku ne û çi bi serê Kasim Alpsoy hat?

    Otomatik taslak

    Sempozyûma Kurdî: Welatparêzî bi zimanê biyanî nayê kirin

    Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 16ê GULANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dayikên Şemiyê: Kujerên Halîl Alpsoy li ku ne û çi bi serê Kasim Alpsoy hat?

    Dayikên Şemiyê: Kujerên Halîl Alpsoy li ku ne û çi bi serê Kasim Alpsoy hat?

    Otomatik taslak

    Sempozyûma Kurdî: Welatparêzî bi zimanê biyanî nayê kirin

    Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 16ê GULANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DFGê rapora meha Gulanê eşkere kir

Amed / AW

4 HEZÎRAN 2025 - 11:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
DFGê rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Gulanê weşand. Di raporê de hat gotin ku 78 rojnameger hatin darizandin, ceza li 4 rojnamegeran hatiye birîn û derheqê 10 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirina mafan a li dijî rojnamegeran a meha gulana 2025an eşkere kir.

Di raporê de beşa daxuyaniyê bi vî rengî ye:

“Di meha Gulanê de ku me Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê pêşwazî kir, rojnameger bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû man. Azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê hîn jî tabloyeke tarî ye. Li gel bûyerên civakî yên dawî li Tirkiyeyê zêdebûne, êrîşên li ser rojnamegeran jî pir zêde bûne. Di meha Gulanê de, rojnamegerên ku bûyerên civakî û dozên girîng dişopandin, şopandina wan a nûçeyan bi awayekî keyfî hate astengkirin. Rojnamegerên ku dixwestin rastiyê ji raya giştî re ragihînin, hatin astengkirin ku geşedanên li Taksîmê yên 1ê Gulanê, doza xwendekarên ku di xwepêşandanên Saraçhaneyê de hatine girtin û danişîna Narîn Guranê bişopînin. Di van astengkirinan de mûameleya xerab li rojnamevanan hate kirin.

Pêla binçavkirinan a li dijî rojnamegeran di meha Gulanê de jî berdewam kir. Furkan Karabey, ku ji aliyê hikûmetê ve hatibû hedefgirtin, bi hinceta nûçeyên ku çêkiribûn hat binçavkirin û pişt re hat girtin. Îtîraza ji bo girtina Karabey hatibû kirin di heman rojê de hat betalkirin û hesaba wî ya Xê bi awayekî bêhiqûqî hat girtin. Dîsa, nûçegihanê T24ê Can Ozturk dema ku li Zanîngeha Bogaziçiyê çalakiya xwendekaran dişopand hate binçavkirin û karta wî ya çapemeniyê hate çirandin. Ji şeş rojnamegerên ku di meha Gulanê de hatin binçavkirin, sê hatin girtin.

Di meha Gulanê de, rojnamegeran li korîdorên edliyeyan bi awayekî zêde ji bo parastina rojnamegeriyê xebitîn. Di vê mehê de, di 43 dozan de 78 rojnameger hatin darizandin û 4 rojnameger hatin cezakirin. Dîsa, li dijî 10 rojnamegeran lêpirsîn hatin vekirin û lêpirsînên 3 rojnamegeran veguherîn dozê. Her çiqas diviyabû darazê kuştina rojnamegeran lêkolîn bikira jî, derbarê rojnamegerên ku rojnamegerên hatin qetilkirin bi bîr anîne lêpirsînek da destpêkirin. Derbarê pênc rojnamegerên ku rojnameger Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn, Gulistan Tara û Hêro Bahaddîn ên hatine qetilkirine bi bîr anîne de lêpirsînek hat destpêkirin. Dîsa, danişîna Baroya Stenbolê, ku ji ber pirsîna mafê jiyanê yê rojnamegerên hatin qetilkirin doz li dijî wê hatibû vekirin, hate lidarxistin. Di vê danişînê de, endamên baroyê, bi taybetî Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglû, li salona dadgehê mafê jiyanê yê rojnamegerên hatin qetilkirin parastin.

Em careke din radigihînin ku tevî lêpirsînên li dijî hempîşeyên me hatine destpêkirin jî, em ê pirsîna hesaba rojnamegerên ku hatine qetilkirin bidomînin.

Yek ji sernavên berbiçav ên meha Gulanê jî rewşa hempîşeya me Ayşemden Akin e ku li Qibrisê gef lê hatin xwarin. Di 30ê Nîsanê de gef li rojnamegera Qibrisî Akin hat xwarin û Cemîl Onal ku pê re hevpeyvîn kiribû, li Hollandayê hat kuştin. Her çiqas gefên li dijî Akinê berdewam dikin jî, tevî hemû bangan jî mehek e ji bo parastvan nehatine dayîn. Divê kesên ku gefê li Akin dixwin di zûtirîn demê de werin aşkerekirin û ewlehiya jiyana wê were misogerkirin.

Ji bilî binçavkirin, girtin û lêpirsînan, sansura li dijî rojnamegeran jî berdewam kir. Platforma Xyê piştgirîya siyaseta sansûrê ya Tirkiyeyê dike. Youtube jî di meha Gulanê de dest bi sansurê kir. Qenalên Youtubeyê yên rojnameger Gunay Aslan, Amed Dîcle, Erdal Er, Fehîm İşik û Cahît Mervan li ser daxwaza Tirkiyeyê ji aliyê platformê ve li Tirkiyeyê hatin astengkirin. 454 dîmenên Grûp Yorûmê ku di navbera salên 2006-2024an de li ser 56 qenalên cuda li ser Youtubê hatin parvekirin û bi komî 205 milyon caran hatine temaşekirin bi hinceta parastina pergala cemaweriyê û ewlehiya netewî di çarçoveya madeya 8/A ya Qanûna bi hejmara 5651an de hatin astengkirin û ji aliyê Youtubê ve li Tirkiyeyê xwegihandina wan hate astengkirin. Di meha Gulanê de 3 malperên înternetê ji xweragihandinê re hatin girtin û 12 nûçe û naveroka 465 naverokên medyayê hatin astengkirin.

Di meha Gulanê de, bi hevgirtina rêxistinên çapemeniyê li korîdorên dadgehan têkoşîneke girîng hate meşandin û di çarçoveya vê têkoşîna hevbeş de, me kir ku gelek hevkarên me yên rojnameger werin berdan. Niha 31 rojnameger hêj di girtîgehan de ne. Em ê di meha Hezîranê de ji bo rojnamegerên girtî têkoşîneke hevbeş bidomînin. Heta ku hemû rojnamegerên girtî neyên berdan em ê rojnamegeriyê biparêzin û nivîsandina heqîqetan bidomînin.”

Binpêkirinên mafan ên qewimîne jî wiha ne:

“Rojnamegerên êriş li wan hatiye kirin: 2
Serdagirtina malên rojnamegeran: 2
Rojnamegerên hatine binçavkirin: 5
Rojnamegerên hatine girtin: 3
Rojnamegerên îşkence û muameleyên nebaş li wan hatiye kirin: 7
Rojnamegerên gef li wan hatiye xwarin: 4
Astengkirina şopandina nûçeyê: 10
Di girtîgehan de binpêkirina mafên rojnamegeran: –

Rojnamegerên darbarê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin: 10
Rojnamegerên derbarê wan de doz hatine vekirin: 5

Hejmara rojnamegerên hatine cezakirin:4
Cezayê girtinê: 2 sal û mehek
Cezayê pereyan: 32.940 TL
Hejmara çend danişînên rojnamegeran: 43
Hejmara kesan: 78
Hejmara Rojnamegerên girtî (Li gor roja 3yê Gulan 2025an): 32

Binpêkirinên li dijî mafên aborî û civakîbûna rojnamegeran

Cezayên RUTUKê Hêjmara weşanan
Hêjmara Cezayan
Cezayên îdarî: 12
Lênêrîna bernameyan: 1

Atengkirina qadên medya dîjîtal û înternetê

Hejmara malperên înternetê yên hatine girtin: 3
Hejmara malperên hatine qedexekirin: 12
Hesabên medyaya dijîtal ên hatine astengkirin: 465″

 

Etîket: DFGrapora binpêkirina mafên rojnamegeran
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Atolyeya ‘Rojnamegeriya Aştiyê’ hate li darxistin

Atolyeya ‘Rojnamegeriya Aştiyê’ hate li darxistin

14 GULAN 2026
Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

5 GULAN 2026
Rêxistinên Rojnamegeran: Sepanên ku rojnamegeriyê sûc dibînin bi dawî bikin

Rêxistinên Rojnamegeran: Sepanên ku rojnamegeriyê sûc dibînin bi dawî bikin

3 GULAN 2026
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Keda ku me îro li ser pêyan digire têkoşîna komunê ye

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Keda ku me îro li ser pêyan digire têkoşîna komunê ye

1 GULAN 2026
Parlamenter Parlak binçavkirina rojnameger Orûç ji Wezareta Dadê pirsî

Danişîna doza nûçegihanê me Nedîm Orûç dest pê kir

24 NÎSAN 2026
Li Wanê şahiya 22yê Nîsanê: Heqîqet mîrateya herî mezin e

Li Wanê şahiya 22yê Nîsanê: Heqîqet mîrateya herî mezin e

22 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskar Yildiz Çakar li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (414)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne