Di Çemê Munzurê yê Dêrsîmê de cenazeyê jinekê hate dîtin û nasnameya cenaze hê nehatiye tespîtkirin.
Di Çemê Munzurê yê Dêrsîmê de cenazeyê jinekê hate dîtin. Hat zanîn ku cenaze li devera Pira Mavî hatiye dîtin û piştî bûyer hatiye bihîstin polîs û xebatkarên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Nasnameya cenaze hê ne diyar e û nehatiye tespîtkirin. Lêkolîna li cihê bûyerê didome.













