• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Meşa kedkaran a ber bi Kadikoyê ve dest pê kir

    Meşa kedkaran a ber bi Kadikoyê ve dest pê kir

    Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

    Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

    Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Di êrîşên Tirkiyeyê de 31 sivîl hatin kuştin

Navenda Nûçeyan / AW

15 KANÛN 2024 - 16:20
Kategorî: ROJANE
A A
Di êrişên 3 rojan ên Tirkiyeyê de yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 31 sivîl hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn.

Heyet Tehrîr El Şam di 27ê Mijdarê îsal de êriş li dijî rejîma Baasê da destpêkirin. Bi van êrişan re dewleta Tirk û çeteyên xwe dispêrin yên wekî Ceyş El Wetenî êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kirin û gelek komkujî kirin. Li gorî daneyên di navbera 8-10ê kanûnê de di encama êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk hatin komkujî pêk hatin. Di encama van êrişan de jin û zarok jî di nav de 31 sivîl şehîd bûn û 12 kes birîndar bûn. Her wiha 45 leşkerên ji rejîma berê ya Sûriyeyê vekişiyan, dema vedigeriyan malên xwe di êrişên dewleta Tirk de hatin kuştin û hîna jî aqûbeta 15 leşkerên din nayê zanîn.

Leşkerên Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê di 8ê kanûnê li kantona Firatê seyareya endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir hedef. Di êrişê de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi navê Suhêl Bekê, Hesen Nesan û Mihemed Emîn Hemo ku di erebeyê de jiyana xwe ji dest dan. Di 10ê Kanûnê dagirkeran gundê Ceda yê mezin ê li başûrê rojavayê bajarê Kobanê (Nêzî Pira Qereqozaqê) bombebaran kir. Di encamê de welatiyê bi navê Ebdullah Mehmûd Şêx Elî (25), Ebdullah Mehmûd Şêx Elî (12) û du zarokên din jiyana xwe ji dest dan. Di heman rojê de gundê Eftar ê başûrê rojavayê bajarê Kobanê topbaran kir. Di encamê de du zarokên bira Mezlûm û Yûsif Ebdulqadir Îsmaîl jiyana xwe ji dest dan. Di 10ê kanûnê balafireke bê mirov a dagirker li ser rêya Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê ambulansa veguhestina birîndaran bombebaran kir. Di bombebaranê de welatiyê bi navê Kurdo Necdet Bozî û birîndarek din şehîd bûn, her wiha welatiyek û hemşîreyek bi girîndar bûn.

Di 11ê kanûnê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Pira Qereqozaqê bombebaran kir. Di endamê de jina bi navê Zahîre Kûsa (60) bû û neviyekê wê yê 8 sal birîndar bû. 8ê kanûnê balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li gundê Misterîha yê bajarê Eyn Îsa bombebaran kir û komkujiyek kir. Di encamê de jê 6 zarok ji malbatekê 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di 10ê kanûnê de Tirkiyeyê bi balafira bê mirov a bi çek gundê Sifeya yê rojavayê bajarê Eyn Îsayê bombebaran kir. Di encamê de di nav de jin û zarok jin û 8 kes hatin kuştin. Navên şehîdan wiha ne: Xelîl Silêman, Wedah Silêman, Mihemed El Abo, Ebdulkerîm El Abo, Delal Silêman, Nadiya Silêman, tevî her du zarokan Casim û Husam Silêman.

Di 8ê Kanûnê de dema leşkerên Sûriyeyî bi awayekî komî ji gundewarê rojavayê herêma Eyn Îsayê vedikişiyan ji hêla balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê li gundê Misterîha yê ku 20 kîlometre dikeve rojavayê Eyn Îsayê hatin hedefkirin. Di encamê de 45 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û 15 din jî winda ne.

Êrîşên li dijî Kantona Cizîrê

Di 11ê Kanûnê de Tirkiyeyê û komên girêdayî wê gundê Til Cuma yê bajarê Til Temirê topbaran kir. Di encama topbaranê de welatiyek birîndar bûn. Di heman rojê de jî gundê Hermel û Mihermele jî hat topbarankirin. Welatiyê bi navê Hesen Hesen şehîd bû û du welatiyên din jî birîndar bûn.

Dagirkeran li ser rêya di navbera Zirgan û Serêkaniyê de erebeyek bombebebaran kir. Di endamê de 3 welatî bi giranî birîndar bûn.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê bi hezaran karker ji bo ‘Aştî û Demokrasiyê’ meşiyan

Li Wanê bi hezaran karker ji bo ‘Aştî û Demokrasiyê’ meşiyan

1 GULAN 2026
Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin  HATE NÛKIRIN

Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin HATE NÛKIRIN

1 GULAN 2026
Şarê Êlihî seba Rojava rayra şono

Li Amed, Wan, Dêrsim û Stenbolê mitîngên 1ê Gulanê dest pê kirin

1 GULAN 2026
Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

1 GULAN 2026
Meşa kedkaran a ber bi Kadikoyê ve dest pê kir

Meşa kedkaran a ber bi Kadikoyê ve dest pê kir

1 GULAN 2026
Li Stenbolê 1ê Gulanê: Têkoşîn jî heye êriş jî

Li Stenbolê 1ê Gulanê: Têkoşîn jî heye êriş jî

1 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Xebatên xwe li ser civaka demokratîk û azadiya jinan bi rê ve dibin

    Xebatên xwe li ser civaka demokratîk û azadiya jinan bi rê ve dibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DGD-KON: Divê dengê Naser Bakrzadeh û hemû girtiyên siyasî yên Kurd were bihîstin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Sedema herî mezin ya bindestiya sed salan, nebûna Yekîtiya Neteweyî ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tîryakî: Ji bo ku meseleya Kurdan bê çareserkirin divê cezayê Siddik Akiş bê betalkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-Jîna hate damezrandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (12)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne