Li Ermenistanê di hilbijartina parlamentoyê de partiya serokwezîr Nikol Paşinayan bi ser ket.
Li gorî encamên fermî yên yekem ên hilbijartinên parlamentoyê yên li Ermenistanê, Partiya Peymana Sivîl a bi pêşengiya Serokwezîr Nikol Paşînyan bi wergirtina ji sedî 49.9ê dengan bi ser ket.
Milyarderê Rûsya-Ermenistanê Samvel Karapetyan ku ji hêla Îttîfaqa Ermenistanê ya Bi Hêz ve dihat destekkirin jî ji sedî 23.3yê dengan wergirt.
Hikûmeta Paşniyan bi taybetî di van demên dawî de hewl dide têkiliyên xwe bi Yekîtiya Ewropayê re xurt bike û her wiha bal dikişîne ser nakokiyên ku bi Moskovayê re diqewime. Encam nîşan dan ku piraniya dengdêran piştgirî dan vê siyasetê.
Li gorî encamên destpêkê, tê payîn ku hevpeymaniyek ji çar partiyên siyasî pêk were.
Tê pêşbînîkirin ku 105 kursiyên di parlamentoyê de bi vî rengî werin dabeşkirin;
Partiya Peymana Sivîl: 61 parlamenter
Îttîfaqa Ermenistanê ya bi Hêz: 28 parlamenter
Îttîfaqa Ermenî: 11 parlamenter
Partiya Murefeh a Ermenistanê: 5 parlamenter
Lê belê komîsyona hilbijartinê diyar dike ku hejmartina dengan hê berdewam dike û dibe ku parvekirina kursiyan bi encamên dawî re biguhere.
Li gorî komîsyona hilbijartinê ya navendî mîlyonek 420 hezar û 327 kes beşdarî hilbijartinê bûn. Encamên dawî dê piştî ku hilbijartin biqede werin ragihandin.











