• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Îdiaya Tuncay Sonel bi belgeyan hat derewandin

    Îdiaya Tuncay Sonel bi belgeyan hat derewandin

    Li Îranê 3 xwepêşandêr hatin darvekirin

    Li Îranê 3 xwepêşandêr hatin darvekirin

    DBP: Kobanê sey rûmetê însanîyetî payra ya!

    DBP: Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e

    Li gorî TUÎKê enflasyon meha Nîsanê ji sedî 32,37 zêde bûye

    Li gorî TUÎKê enflasyon meha Nîsanê ji sedî 32,37 zêde bûye

    Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

    Aligirên Amedsporê hatin binçavkirin

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Pêvajo nameşe’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Pêvajo nameşe’ derket

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Îdiaya Tuncay Sonel bi belgeyan hat derewandin

    Îdiaya Tuncay Sonel bi belgeyan hat derewandin

    Li Îranê 3 xwepêşandêr hatin darvekirin

    Li Îranê 3 xwepêşandêr hatin darvekirin

    DBP: Kobanê sey rûmetê însanîyetî payra ya!

    DBP: Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e

    Li gorî TUÎKê enflasyon meha Nîsanê ji sedî 32,37 zêde bûye

    Li gorî TUÎKê enflasyon meha Nîsanê ji sedî 32,37 zêde bûye

    Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

    Aligirên Amedsporê hatin binçavkirin

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Pêvajo nameşe’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Pêvajo nameşe’ derket

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dibistana parastin û pêşxistina çanda kurdan: NÇM

Onder Akbulut / AW

30 ÇILE 2025 - 08:24
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Amed – Di 34emîn salvegera NÇMê de Hevserokê Komeleya Çandê ya Dîcleyê Celal Ekîn diyar kir ku desthilat naxwazin çandeke demokratîk, hemdem, wekhev, azadîxwez, kolektîv; jin, mêr, zarokan ji hev veneqetîne pêşbikeve û got: “Ruhê azadiyê li Rojava xurt e. Ji ber vê jî êrîşî çand, ziman û jinê dikin. Dixwazin çanda populîst û modernîteya kapîtalîst pêş bikeve.”

Gelê kurd xwedî çand û dîrokeke qedîm a bi hezaran salan e. Gelê kurd yek ji gelan e ku li Mezopotamyayê di afirandina çanda neolîtîkê de roleke bingehîn leyistî ye. Di çandinî, wêje, şano, govend, wêne û hwd. de bi hezaran berhem afirandiye. Ev gelê ku xwedî çandeke resen û qedîm, piştî avakirina Komara Tirkiyeyê di warê nasname, çand û ziman de rastî êrîşên pir berfireh hatiye. Ev sed sal in ji bo ku çand û zimanê gelê kurd bê bişaftin û qirkirin cûr bi cûr êrîş tên meşandin. Gelê kurd li hember van êrîşan bê guman her tim li ber xwe daye û hewldaye ku çanda xwe biparêze. Bi taybet piştî salên 1980yî dema têkoşîna gelê kurd pêşket, bingeh û derfetên xebatên çandî û hunerî jî pêşketin. Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) jî di encama vê têkoşîne de di 27ê Îlona 1991ê de bi pêşengiya komek rewşenbîr û hunermendên kurd ên wek Musa Anter, Îbrahim Gurbuz, Feqî Huseyîn Sagniç, Fîlîz Oguz, Elî Temel ve li Stenbolê Beyogluyê, taxa Tarlabaşiyê hat avakirin. Mirov dikare bibêje ku NÇM ji wê rojê heta îro ji bo gelê kurd bûye dibistaneke çand û hunerê.

Di salên 90î de bi milyonan kurd neçar mabûn koçî Stenbolê bikin. NÇMê bi hezaran zarokên kurd li ser ensturmanên muzîkê, bi dersên wêje, dîrok, sosyolojî, felsefeyê û gelek mijarên din de bi zimanê dayikê perwerde kir. Rê neda ku ew di bin polîtîkayên bişaftinê de ji ji çand, ziman û hişmendiya netewewî dûr bikevin û ji xwe biyanî bibin. Zanyarê kurd Apê Musa anku Musa Anter, Fewzî Bîlge, Cemşîd Bender, Abdurehman Dure, Îsmaîl Beşîkçî û bi dehan kedkarên din di kar û xebatên NÇMê, di perwerdekirina zarok û ciwanên kurd de kedeke giranbuha dan. NÇM di heman demê de kovareke wejeyî, dîrokî û çandî ya bi navê Rewşen jî derdixe. Di kar û barên derxistina kovarê de Îbrahîm Genç û siyasetmedar Edîbe Şahîn roleke sereke pêk tînin. NÇM bi avakirina komên muzîkê yên wek Koma Çiya, Koma Gulên Mezrabotan gelê kurd di warê hest û ruhî de xwedî kir. Têkildarî 34emîn salvegera avakirina NÇMê Hevserokê Komeleya Çandê ya Dîcleyê Celal Ekîn û xebatkara Ma Muzîkê Evîn Tîryakî ji ajansa welat re axivîn.

‘Gel qasedên kurdî veşartî guhdar dikirin’

Celal Ekîn da zanîn ku di salên 90î de êrişên pir zor û zehmet li ser gelê kurd hebûn û li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê kesî nikaribû qasedeka kurdî bi awayekî serbest guhdar bikira û got: “Gel qasedên kurdî veşartî guhdar dikirin. Di wan salan de gelek berhemên muzîka kurdî dihatin afirandin, taybetî jî berhemên ku mijara wan jiyana hunermendên şoreşger bûn di nav gel de eleqeyeke zêde didîtin û gel li wan xwedî derdiket.”

‘Kelecan û xwedîlêderketina gel hêz û moral da hunermendan’

Celal Ekîn diyar kir ku heya salên 90î jî sazî û pergaleke ku di warê muzîkê de gel perwerde bike tunebû û wiha axivî: “Komek rewşenbîr û hunermendên kurd li Stenbolê di sala 1991ê de biryar dan ku navendeka çandê avabikin û piştî nîqaş û amedekariyan bi navê Navenda Çanda Mezopotamyaya Jorîn navendek hat avakirin. Kelecan û xwedîlêderketina gel hêz û moral da hunermendan dest bi xebatên xwe kirin. Lê di warê akademîk û zanistî de mîraseke ku mirov ji xwe re mînak bigire û li ser wê perwerdeya ziman, wêne û muzîkê bide tunebû. Ji ber wê jî zor û zehmetî pir bûn. Mesela cara ewil dilovan Mamoste Feqî Huseyîn Sagniç dersên ziman dan. Wê demê hîna Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî tunebû. Dema Navenda Çanda Mezopotamyayê hate avakirin destpêkê beşên muzîk, şano, govend, dîrok, wêje û ziman hebûn. Pişt re me dît ku hemû di nav hev de nabin, ji bo ku xebat bi awayekî bêtir rêkûpêk bên meşandin biryara avakirina Enstîtuya Kurdî hat dayîn.”

‘Stranên koma gulên mezrabotan hêj jî li ser zimanan in’

Celal Ekîn bi lêv kir ku pişt re di nav demê de Koma Çiya, Koma Mezra Botan hatin avakirin û wiha berdewam kir: “Koma Gulên Mezrabotan koma zarokan bû, stranên wan hê niha jî di nav zarokên kurd de tên guhdarkirin, li ser zimanên zarokan in. Dîsa kesên ku bi şano, govendê re eleqedar dibûn bi serê xwe hatin di bin banê NÇMê de bi awayekî profesyonel karên xwe pêş xistin. Gel jî ev xebat bi kelecaneke mezin, bi ruhekî şoreşgerî pêşwazî kir. Dû re wek şaxên NÇMê saziyên çandê li Amed, Edene, Îzmir û li Hewlêrê hatin vekirin. Lê wê demê derfetên me zêde tunebûn. Amûrên teknîkî zêde di destê me de tunebûn, derfetên aboriyê pir kêm bûn. Van saziyan di pêşketina çand û hunerê de, di pêşketina zimanê kurdî de roleke pir girîng listin.”

‘Desthilatdar dixwazin çanda populîst pêş bikeve’

Celal Ekîn destnîşan kir ku dagirker çandeke ku li ser kokên xwe yên qedîm civakbûnê xurt bike naxwazin û wiha lê zede kir: “Desthilat naxwazin çandeke demokratîk, hemdem, wekhev, azadîxwez, kolektîv; jin, mêr, zarokan ji hev veneqetîne pêşbikeve. Niha li Rojava gelek tiştên nû tên afirandin. Ji ber ku ruhê azadiyê li wir xurt e. Bi wî ruhî diafirînin, pêşdikevin. Ji ber vê jî êrîşî çand, muzîk, ziman û jinên dikin. Dixwazin çandeke populîst, çanda modernîteya kapîtalîst pêşbikeve.”

‘Di salên 90an de avakirina NÇMê gaveke girîn bû’

Xebatkara Ma Muzîkê Evîn Tiryakî jî têkildarî avakirina NÇMê da zanîn ku salên 90î ji bo gelê kurd salên pir zor û zehmet bûn û êrîşên dewletê yên hovane li ser gelê kurd pir zêde bûn û wiha got: “Di encama van êrîşan de bi milyonan kesan koçî metropolên Tirkiyeyê kir. Di van salan de avakirina NÇMê gaveke girîng bû. Wê demê hişmendiyeke ku gelê kurd qebûl nedikir, çand û zimanê gelê kurd biçûk didît pir xurt bû. Nêzîkatiyeke weke ku di cihanê de kurd tunene hebû. Ji ber wê jî êrîşên pir hovane dihatin kirin. Dîsa her tim li ber derê avahiya NÇMê polis hebûn. Xebatkarên NÇMê, kesên ku dixwastin biçin NÇMê dihatin astengkirin dihatin binçavkirin. Di roja me de jî zext û êrîş li ser çand û hunera gelê kurd hene. Lê êrîşên wan salan xedartir bûn. Ji ber wê jî di wan şert û mercan de avakirina NÇMê gaveke pir bi nirx e.”

‘Em berdewamiya NÇMê ne’

Evîn Tîryakî bi bîr xist ku dema dagirker dixwazin neteweyekê tune bikin destpêkê êrîşî çanda û zimanê wê neteweyê dikin û wiha pê de çû: “Li ser çanda gelê kurd polîtîkayên asimilasyonê yên pir tund hene. NÇMê di pêvajoyeke vî awayî de li dijî van polîtîkayan xebatên ziman, şano, govend û muzîkên meşandin. Heke îro em dikarin xebatên çand û hunerê bimeşînin di vê de rola NÇMê pir zêde ye, em dikarin bibêjin em berdewamiya NÇMê ne. Bandora NÇMê li ser civakê, li ser zarok û ciwanan pir çêbû. Ez dikarim bibêjim ez bi xwe jî bi stranên Elî Temel, Evdilmelîk Şêx Bekir, Koma Çiya, Koma Mezra Botan mezin bûm. Ji bo wê jî NÇM ji bo me nirxekî girîng e.”

‘Civaka bêçand winda dibe’

Evîn Tîryakî bi lêv kir ku çand û huner hişmendiya civakê ava dike û civakeke bêhişmendî, bêçand di nav pergalê de winda dibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pergala kapîtalîst her tim dixwaze çanda civakan asîmîle bike û çand û hişmendiya xwe ya yekdeng, yekreng li ser wan ferz bike. Lê îro em dikarin bibêjin êdî kurd di asteke bilind de di ferqa van polîtîkayan de ne û li çand û hunera xwe xwedî derdikevin. Ji ber ku xebatên çandê li ser civakê bandor dikin, di van deh salên dawiyê de dewlêtê êrîşên li ser çand û hunerê zêdetir kirin. Êrîş anîn asteke wisa ku di destê gelê kurd de saziyeke çand û hunerê nemîne. Lê dewlet çiqas êrîş bike jî dê tu carî negihêje armanca xwe.”

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îdiaya Tuncay Sonel bi belgeyan hat derewandin

Îdiaya Tuncay Sonel bi belgeyan hat derewandin

4 GULAN 2026
Li Îranê 3 xwepêşandêr hatin darvekirin

Li Îranê 3 xwepêşandêr hatin darvekirin

4 GULAN 2026
DBP: Kobanê sey rûmetê însanîyetî payra ya!

DBP: Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e

4 GULAN 2026
Li gorî TUÎKê enflasyon meha Nîsanê ji sedî 32,37 zêde bûye

Li gorî TUÎKê enflasyon meha Nîsanê ji sedî 32,37 zêde bûye

4 GULAN 2026
Keskîn Bayindir: Heta zemîna qanûnî nebe aştî pêk nayê

Keskîn Bayindir: Heta zemîna qanûnî nebe aştî pêk nayê

4 GULAN 2026
Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Aligirên Amedsporê hatin binçavkirin

4 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Saziyên ziman dê sibê Deklerasyona 15ê Gulanê aşkere bikin

    Saziyên ziman dê sibê Deklerasyona 15ê Gulanê aşkere bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclisa Ciwanan: Bêyî azadiya Serokatiyê aştî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevdîtina jinan bi konsera Neslîhan Edîş bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gelawêj Ewrîn: Piştî şerê Îranê dibe ku statuya hin netewe-dewletan biguhere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinan li Amedê hevdîtina kedê li dar xistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em soz didin ku ‘em ê aştiyê bînin li vî welatî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aligirên Amedsporê hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Serkeftina Amedsporê dilê Kurdan geş kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 4ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (85)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne