Donald Trump di merasîma li Kongreyê de sond xwar û bû serokê 47emîn ê Amerîkayê.
Donald Trump di merasîma li Kongreyê de sond xwar û bû serokê 47emîn ê Amerîkayê. Ji bo merasîma sondxwarinê ya Trump ê di Tîrmehê de ji hewldana sûîqestê xelas bû li Washîngton DCyê bergiriyên ewlehiyê yên zêde hatin wergirtin. Merasîma ku bi awayekî kevneşopî li ber avahiya Kongreyê dihate lidarxistin vêcarê ji ber sermaya zêde li eywana girtî ya avahiya Kongreyê hate lidarxistin.
Ewilî Cîgirê Trump J.D. Vance sond xwar û bû 50yemîn Cîgirê Serokê Amerîkayê. Pişt re Trump sond xwar û bû 47emîn Serokê Amerîkayê.