• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnameger û nivîskar Bayram Balci koça dawî kir

    Bayram Balci dê sibe li Enqereyê bê definkirin

    Tuncer Bakirhan: Em ê Komara Demokratîk bi hev re ava bikin

    Tuncer Bakirhan: Em ê Komara Demokratîk bi hev re ava bikin

    Li Xarpêt û Çewlîgê banga ji bo tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’

    Li Xarpêt û Çewlîgê banga ji bo tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’

    ÎHD û TÎHV: Divê dawî li îşkenceyê bê anîn HATE NÛKIRIN

    ÎHD û TÎHV: Divê dawî li îşkenceyê bê anîn HATE NÛKIRIN

    Dayika Behiye: Em hene û em ê hebin!

    Dayika Behiye: Em hene û em ê hebin!

    Fexriye Yildirim: Medenî ket nav hewldana parastina gelê xwe

    Fexriye Yildirim: Medenî ket nav hewldana parastina gelê xwe

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnameger û nivîskar Bayram Balci koça dawî kir

    Bayram Balci dê sibe li Enqereyê bê definkirin

    Tuncer Bakirhan: Em ê Komara Demokratîk bi hev re ava bikin

    Tuncer Bakirhan: Em ê Komara Demokratîk bi hev re ava bikin

    Li Xarpêt û Çewlîgê banga ji bo tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’

    Li Xarpêt û Çewlîgê banga ji bo tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’

    ÎHD û TÎHV: Divê dawî li îşkenceyê bê anîn HATE NÛKIRIN

    ÎHD û TÎHV: Divê dawî li îşkenceyê bê anîn HATE NÛKIRIN

    Dayika Behiye: Em hene û em ê hebin!

    Dayika Behiye: Em hene û em ê hebin!

    Fexriye Yildirim: Medenî ket nav hewldana parastina gelê xwe

    Fexriye Yildirim: Medenî ket nav hewldana parastina gelê xwe

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dr. Ala Nûrî: Banga birêz Ocalan bi bandor e

Fexredîn Kiliç / AW

2 HEZÎRAN 2025 - 08:11
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – Parlamentera YNKê Dr. Ala Nûrî ku tev li Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd a li Amedê bû wiha got: “Banga birêz Ocalan dê bandoreke girîng li parçeyên din ên Kurdistanê jî bike. Dema ku gelê Kurd li Bakur bigihîje mafên xwe û aştî çêbe, dê bandoreke erênî li ser parçeyên din ên Kurdistanê jî bike.”

Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de di 28-29ê Gulanê de bi dirûşma “Jin siyaseta demokratîk dimeşînin, civaka demokratîk avadikin” li Çand Amedê (Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê) ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê hate lidarxistin. Aktîvîstên TJAyê di nav de gelek jinên niha parlamanter in û berê parlamenter bûn ji çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê tev li konferansê bûn. Parlamenter û siyasetmedarên li Rojava, Şengal û Ewropayê bi awayekî online tev li konferansê bûn. Jinan du rojan nîqaşên girîng kirin û di dawiyê de bi daxuyaniyekê encamnameya konferansê aşkerekirin. Parlementera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dr. Ala Nûrî ku tev li konferansê bû ji ajansa me re axivî.

Dr. Ala Nûrî diyar kir ku weke parlementerên jin ji başûrê Kurdistanê beşdarî konferansê bûn û wiha got: “Em bi coş û heyecan beşdarî gotûbêjan bûn. Me tecrubeyên xwe yên li başûrê Kurdistanê anîn ziman û bi taybetî ji tecrubeya li bakurê Kurdistanê hînî tiştan dibin û em ê wan tecrubeyan bi xwe re bibin başûrê Kurdistanê da ku em zimanekî hevbeş ava bikin û xebatên jinan li her çar parçeyan bidomînin.”

‘Têkoşîna jinên Kurd gelek taybet e’

Dr. Ala Nûrî destnîşan kir ku têkoşîna jinan li her aliyekî Kurdistanê xwedî taybetmendiyekê ye û wiha domand: “Têkoşîna jinan li her aliyekî Kurdistanê di qonaxekê de ye. Em kêfxweş in ku em li başûrê Kurdistanê heta dereceyeke baş bi pêşvve çûne. Ew jî ji ber wê yekê ye ku ji sala 1991ê ve me parlemento heye û me karî em li başûrê Kurdistanê ji bo xizmeta doza jinan hin qanûnan derxin.”

‘Li Başûr her kes ji banga aştiyê kêfxweş e’

Dr. Ala Nûrî bi lêv kir ku li başûrê Kurdistanê ji bo bangewaziya aştiyê ku niha bi rê ve diçe hemû gelek kêfxweş in û wiha pê de çû: “Em hemû li hêviyê ne ku li bakurê Kurdistanê Kurd bigihîjin mafên xwe yên qanûnî. Em çi weke takekesî çi weke jin bi hemû awayî ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê ya li bakurê Kurdistanê piştgiriya wê dikin. Diyar e bi salên dûr û dirêj xebata çekdarî hate meşandin, niha ew bangawaziya birêz Ocalan dê bandoreke girîng li parçeyên din ên Kurdistanê bike. Lewma em hêvî dikin bi zûtirîn dem mafên gelê kurd di destûra Tirkiyeyê de cihê xwe bigirin û bigihîjin armancên xwe.”

‘Aştiya li Bakur dê bandorê li her sê aliyê din bike’

Dr. Ala Nûrî di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Aştî ne tenê ji bo kurdan ji bo her neteweyî baş e. Aştî yanî seqamgîrî, aştî yanî perwerdeya baştir, tenduristiya baştir, xizmeta baştir. Bêguman dema ku gelê kurd li Bakur bigihîje mafên xwe û aştî çêbe, dê roleke erênî li ser parçeyên din ên Kurdistanê çêbe. Çawa ku di sî salên borî de aştî û seqamgîriya başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê roleke erênî li aliyên din ên Kurdistanê kiriye, bêguman ev yek jî dê bandorê lê bike û em ê pêşvetir biçin înşela.”

‘Yekîtî xewna me hemûyan e’

Dr. Ala Nûrî axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Yekbûn û yekîtiya neteweyî ya kurdan, bi min ne karekî wisa hêsan e. Lê ev gava ku niha parlementerên jin ên kurd avêtine da ku yekîtiya neteweyî di nav jinan de çêbe, dê parelêl be li gel gavên din. Xewna me hemûyan e ku em weke kurd xwedî yekîtî bin, ji ber ku em xwedî yek axê ne û xewna me hemûyan e ku kurd li her ku derê dibin, bibin xwedî mafên xwe.”

Etîket: encamnameya konferansa parlamenterên jinYNK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

YNK: ENKS dubendiyê dixe nava parçeyên Kurdistanê

YNK: ENKS dubendiyê dixe nava parçeyên Kurdistanê

18 NÎSAN 2026
YNK: Guherîna Waliyê Kerkûkê encama lihevkirinekê ye

YNK: Guherîna Waliyê Kerkûkê encama lihevkirinekê ye

16 NÎSAN 2026
KCK: ‘Pêvajo’ hêviya şehidên 10ê Cotmehê ye

KCKê Nizar Amêdî pîroz kir: Kilîda çareseriyê demokratîkbûn e

13 NÎSAN 2026
Berendamê serokkomariyê yê YNKê Nizar Amedî kî ye?

Berendamê serokkomariyê yê YNKê Nizar Amedî kî ye?

11 NÎSAN 2026
Hilbijartina Serokkomariya Iraqê: Tu berendaman dengên pêwist negirt

Hilbijartina Serokkomariya Iraqê: Tu berendaman dengên pêwist negirt

11 NÎSAN 2026
Bafil Talabanî: Armanckirina Pêşmergeyan binpêkirina serweriyê ye

Bafil Talabanî: Armanckirina Pêşmergeyan binpêkirina serweriyê ye

24 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Behiye: Em hene û em ê hebin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Dayika Aştiyê Behiye Sevîm hate veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 26ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Banga Mitînga Azadiyê: Divê mitîng bibe bersiva pêvajoyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweşê giran Mehmet Elçe tevî rapora ATKê jî nayê berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêya 13 sal in didome: Pere nayê şandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Daxwaza Bayram Balci vegera welat bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Fexriye Yildirim: Medenî ket nav hewldana parastina gelê xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Teşhîsa şaş bû sedema texrîbatên giran!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (716)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne