• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Ozgur Ozel: Em ji bo aştiyeke mayînde di nava hewldaneke zêde de ne

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Fetî Yildiz: Mafê hêviyê wê di raporê de cih bigire

    Fetî Yildiz: Ji bo aştiya mayînde em ê stranên xwişk û biratiyê bistrên

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

    DEM Partî ya Îzmîrê banga tevlîbûna meşa 16ê Gulanê kir

    DEM Partî ya Îzmîrê banga tevlîbûna meşa 16ê Gulanê kir

    Li Pasûrê 90 cenaze di Goristana Bêkesan de ye!

    Li Pasûrê 90 cenaze di Goristana Bêkesan de ye!

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Ozgur Ozel: Em ji bo aştiyeke mayînde di nava hewldaneke zêde de ne

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Fetî Yildiz: Mafê hêviyê wê di raporê de cih bigire

    Fetî Yildiz: Ji bo aştiya mayînde em ê stranên xwişk û biratiyê bistrên

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

    DEM Partî ya Îzmîrê banga tevlîbûna meşa 16ê Gulanê kir

    DEM Partî ya Îzmîrê banga tevlîbûna meşa 16ê Gulanê kir

    Li Pasûrê 90 cenaze di Goristana Bêkesan de ye!

    Li Pasûrê 90 cenaze di Goristana Bêkesan de ye!

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em dixwazin gelê Êlihê bi cil û bergên xwe ve li qadê be û peyama xwe bide’

Abdullah Esen / AW

20 ADAR 2026 - 10:48
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Êlih – Endamên Komîteya Amadekar ên Newroza Êlihê Semra Guneş û Hasan Arigtekîn bang li welatiyên Êlihê kirin û xwestin gelê Êlihê bi deng û rengê xwe; bi lixwekirina cil û bergên xwe ve li qadê bin û peyama xwe bidin cîhanê.

 

Her sal li gelek tax, gund, navçe û bajarên Kurdistanê Newroz tê pîrozkirin. Newroza îsal bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” û “Newroza Azadî û Demokrasiyê” tê pîrozkirin. Yek ji van bajarên ku Newroz lê were pîrozkirin jî Êlih e. Newroza Êlihê ku dê di 22yê Adarê de li Qada Mitîngê ya li kêleka Otogarê were pîrozkirin dê saet di 10:00an de dest pê bike. Siyasetmedar Pervîn Bûldan, Sezaî Temellî û aktîvîsta TJAyê Zekiye Îlbasan dê di Newrozê de biaxivin. Her wiha dê hunermend Nûray Balik, Harûn Elkî û Kemençe derkevin ser dikê.

Endamên Komîteya Amadekar ên Newroza Êlihê Semra Guneş û Hasan Arigtekîn bang li gelê Êlihê kirin ku qada Newrozê tejî bikin.

Semra Guneş anî ziman ku Newroz li hember zilmê û zordariyê têkoşîna gelê Kurd û têkoşîna gelên bindest e û wiha got: “Ji Kawayê hesinkar heta Mazlûm Dogan, ji Rehşan, Ronahî, Zekiye û heta Semayan ji bo li hember zilmê bisekinin têkoşîneke bêhempa dan meşandin. Ji bo ku kesên bindest ji bin destan derkevin ji wê rojê heta îro têkoşînên bê hempa tên meşandin û agirê Newrozê gur dibe.”

‘Bila Newroz bibe wesîleya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan’

Semra Guneş destnîşan kir ku Newroz bi tenê ne cejneke, têkoşîna gelê Kurd e û wiha domand: “Newroza 2026an jî dê bi dirûşma ‘Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk’ bê pîrozkirin. Ji ber vî awayî li çar aliyên Kurdistanê dê ev Newroz bibe wesîleya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan û rêhevalên me yên ku di zindanan de dîl têne girtin. Li gelek aliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê ev 15 roj in agirê Newrozê bê navber her rojê li cihekî tê vêxistin. Çawa ku Kawayê Hesinkar bi vî awayî agir vêxist û Mazlûm Dogan ev agir geş kir, Zekiye, Rehşan û Ronahiyan jî li çar aliyê Kurdistanê geş kirin em jî dê li Êlihê geş bikin.”

‘Em dixwazin gelê me qadê tije bike’

Semra Guneş di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Em du cejnan bi hev re pîroz dikin, yek a Remezanê ye, ya din jî cejna Newrozê ye. Newroz cejn e, cejna azadiyê ye. Ev herdu cejin jî bila bibin wesîleya azadiya gelê Kurd. Em gelê Êlihê bi tevahî vedxwînin qada Newrozê. Di 22yê mehê de roja yekşemê saet di 10:00an de em li qada Newrozê ne. Em dixwazin ew roj qad bi beşdar bûna gelê me tije bibe. Em tev bi hev re agirê Newrozê geş bikin.”

‘Newroz doz e’

Hasan Arigtekîn jî diyar kir ku Newroz li hemberî Dehakan bi têkoşîna Kawayê Hesinkar dest pê kir û wiha got: “Newroz doz e. Roja ku agirê Newrozê li çiyayên Kurdistanê li dijî zaliman vêket, di zindanan de bi sê darikên şixatê ji aliyê Mazlûm Dogan ve jî hate vêxistin û bi bedena wî ew agir mezin kir. Da ku em jî li vî welatî bi çand, ziman, huner û bi azadî û bi statuya xwe bijîn. Bi bedena xwe agirê Newrozê gur kirin. Em jî dixwazin ev Newroza 2026an roja yekşemê saet di 10:00an de vî agirê gur bikin. Di nava yekîtî, biratî, wekhevî û hevgirtinê de, ji bo pêşerojeke azad û bê şer êdî em jî weke hemû gelên cîhanê di nava welatê xwe de bijîn. Em gelê xwe ji 7 salî heta 70ê salî vedixwînin qada Newroz ê. Ji bo ku em daxwazên xwe bi cih bînin û ji dinyayê re bibêjin em bi cil û bergên xwe tev li Newrozê bibin.”

Etîket: bangawazîHasan ArigtekînNewroza ÊlihêSemra Guneşi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Dêrsimê banga tevlêbûna Newrozê

Li Dêrsimê banga tevlêbûna Newrozê

16 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Civîna Polîtîkayên Jinan a Herêma Botanê hat lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayhan Erkmen li Wanê jiyana Celadet Elî Bedîrxan vegot

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Vezîr Parlak: Li Colemêrgê ‘Konsepta Dêrsimê’ tê meşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sûlava Emrûdê piştî salan careke din bi heybet diherike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çêkera naverokên medya dîjîtal: Hînbûna min a Kurdî bersivek bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Waliyên Hewlêr û Dihokê serdana Şaredariya Amedê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Payîzava serayek vekir: Armanc xurtkirina aboriya jinan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (303)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne