• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Em ê bibin dengê Gulistan, Rojîn, Narîn’

Êlih / AW

16 NÎSAN 2026 - 15:56
Kategorî: JIN
A A
Li Êlihê TJAyê derbarê dosyeya Gulistan Doku de ku beriya 6 salan hatibû windakirin daxuyanî da û got: “Em ê vê pêvajoyê heta dawiyê bişopînin. Em ê bibin dengê Gulistan, Rojîn, Narîn û hemû jinên windayî û hatine kuştin.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê geşedana dawî ya di dosyeya Gulistan Doku de li ber Dadgeha Êlihê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de rêveber û endamên DEM Partî û DBPê yên Êlihê û aktivîstên TJAyê, rêveveberên saziyên sivîl amade bûn. Aktivîsta TJAyê Gulbahar Kaya daxuyanî xwend.

‘Me ji bîr nekiriye û em ê nehêlin ku were jibîrkirin’

Gulbahar Kaya diyar kir ku ew weke jinan dê li qadan bin û got ku bi gotina ‘Jin jiyan azadî’ ew ê dengê xwe ji bo jiyaneke rast û azadiyê bilind dikin û wiha axivî: “Bîra kolektîf a jinan hêza herî xurt e ku vê tarîtiyê ji holê rabike. Ji ber vê yekê em dibêjin, ‘Em ê vê pêvajoyê heta dawiyê bişopînin.’ Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin heta ku rastî eşkere bibe û sûcdar bên darizandin. Em îro jî li meydanan ne. Û em ê sibê jî li meydanan bin. Ji ber ku em zanin kuştinên jinan polîtîk in. Heta ku şîdeta mêr-dewletê berdewam bike, em ê berxwedana xwe xurt bikin. Em ê bibin dengê Gulistan Doku, Rojîn Kabaîş, Narîn Guran û hemû jinên ku her roj ji ber tundiya mêran tên kuştin. Navê her yek ji wan dê di vê têkoşînê de wekî bîranînek, berxwedanek û serhildanek bê jiyîn. Heta ku polîtîkayên bêcezatiyê bi dawî bibin û tundiya mêr-dewletê kêm bibe em ê têbikoşin. Heta ku kujer bên parastin, em ê jî jiyanek wekhev û azad biparêzin. Em ne bi tenê ne. Em bi hev re ne, em ê mil bi mil bin. Me ji bîr nekiriye û em ê nehêlin ku were jibîrkirin.”

‘Ew kar ji bo polîsan karê saetekê bû ku bidîtina’

Xwişka Rojwelat Kizmazê ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû, Roza Kizmaz jî diyar kir ku xwişka wê hevala herî nêzîk a Gulistan Doku bûye û wşga got: “Cenazeyê xwişka min di 9ê Sibata 2024an de sê roj piştî ku ji malê derket di bendava Heskîfê de hate dîtin. Piştî ku Rojvelat windabû me ew ji qereqola polîsan pirsî, lê ji bo lêgerînê tiştek nehat kirin. Sê roj piştre me cenazeyê wê yê bêcan dît. Me bi çavkaniyên xwe li tevahiya Êlihê geriya. Em li her kolanê geriya me her kesî agahdar kir. Lê me encamek bi dest nexist. Ew kar ji bo polîsan karê saetekê bû ku dîtibûna. Lê ew nekarîn xwişka min a ku 3 rojan winda bibû bibînin. Me ji encamên otopsiyê hîn kir ku ew 3 roj in di wî halî de ye. Xwişka min 3 rojan li ku bû? Çima we kare saetekê kir nav 3 rojan? Ger ku em malbateke dewlemendbûna ez bawer im ku ew ê hemû kamerayên bajêr kontrol bikirana û em neçar nediman ku em ê 3 rojan li xwişka min bigeriyan.”

Etîket: evgera Jinên Azad (TJA)Gulîstan Doku
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şaredariya Erxeniyê bi navê Gulîstan Dokûyê parkek vekir

Şaredariya Erxeniyê bi navê Gulîstan Dokûyê parkek vekir

11 HEZÎRAN 2026
Jinan tora îstîsmara zayendî ya polîs-leşker û rêveberiya zanîngehê aşker kir

Jinan tora îstîsmara zayendî ya polîs-leşker û rêveberiya zanîngehê aşker kir

7 HEZÎRAN 2026
Telefona Rojwelat piştî kuştina Gulistan 46 roj girtî maye!

Telefona Rojwelat piştî kuştina Gulistan 46 roj girtî maye!

2 HEZÎRAN 2026
Kekê Rojwelat Kizmazê: Xwişka min 3 roj sax maye, çi bi serê wê hat?

Kekê Rojwelat Kizmazê: Xwişka min 3 roj sax maye, çi bi serê wê hat?

25 GULAN 2026
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî kuştina jinan rabûn

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî kuştina jinan rabûn

28 NÎSAN 2026
Midûrê emniyetê di dosyeya Gulistan Doku de îfade da

Midûrê emniyetê di dosyeya Gulistan Doku de îfade da

27 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê Di Sedsala Duyemîn De’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axêverên Konferansê: Komarek demokratîk bê Kurdan nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di avakirina komarê de şaşiya herî mezin netew dewlet e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mihrîcan hevgirtina jinan xurt dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (380)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne