Bi sedan enternasyonalîst li bajarê Heidelbergê yê Almanyayê di 10emîn salvegera rizgarkirina Kobanê de meşek girseyî pêk anîn û êrîşên Dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Li Îtalya û Damîmarka jî bi heman armancê çalakî li dar xistin.
Bi sedan enternasyonalîst li meydana Bismarckplatz a Heidelberg ê ku yek ji bajarên dîrokî yên Almanyayê ye li hev civiyan û li dijî komkujiyên sivîlan ên Dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne, meşiyan. Enternasyonalistan bi dirûşma “Freiheit Fur Rojava” heta kolana herî qelebaliz a bajûr meşiyan û pankarta mezin a “KOBANÊ, Frieden Fur Die Volker Syriens” li ser kelha bajarê dîrokî ya Heidelbergê daliqandin. Enternasyonalistan berxwedana Kobanê ya ku bûye sembola azadiyê ya cîhanê silav kirin.
Îtalya
Li paytexta Îtalya Romayê ji bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞê ji aliyê Non Uno Di Meno, UİKİ û Komleya Kurd a Ararat çalakiyekî hevpar hate lidarxistin. Di çalakiyê de vîdeoyên kurt ên derbarê dîroka Yekîneyên Parastina Jin (YPG) û berxwedana Rojava û fîlma Berfîn ku li Kobanê hat kişandin, hatin pêşandan. Piştî pêşandana fîlmê beşdaran axaftinên kurt kirin û berxwedana li Bendava Tişrînê silav kirin.
Danîmarka
Ciwanên Kurd li paytexta Danîmarka Kopenhagê li hev civiyan, bi boneya 10emîn salvgera rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞê çalakî li dar xistin. Ciwanan çalakî li pêşiya Parlamentoya Danîmarkayê li dar xistin û wiha gotin: “Tê bîra her kesî ku Erdogan ê faşîst bi her curê alîkariya lojîstîk da çeteyên DAIŞê û axaftina ‘Kobanê li ber ketinê ye’ kir. Lê YPG û YPJê bi qehremanî li ber xwe da û çete têk çûn. Ciwanên Kurd ji çar parçeyên Kurdistanê herikîn Kobanê. Piştî berxwedana 134 rojan YPG û YPJê li Kobanê DAÎŞê têk bir.”