• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Armanc yek e’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Armanc yek e’ derket

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Armanc yek e’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Armanc yek e’ derket

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gelawêj Ewrîn: Hikûmeta siyasî li Îranê hilweşiyaye

Navenda Nûçeyan / AW

1 NÎSAN 2026 - 10:48
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Nivîskarê Rojnameya Azadiya Welat Gelawêj Ewrîn di nivîsa xwe ya îro ya Azadiya Welat de weşandiye diyar kir ku berpirsyarê rewşa niha ya li Îranê pergala tevlihevkar e û wiha got: “Pergal ji bo xwe li ser pêyan bigire hewil dide şer kûrtir bike. Ti caran li Îranê îradeya siyasî ya gel ne di rojevê de bû û ne jî hatiye cidîgirtin.”

Nivîskara rojnameya Azadiya Welat Gelawêj Ewrîn di nivîsa xwe ya îro de li ser geşedanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nivîsek amade kir.

‘Rejîm bi rêbazên cuda dixwaze emrê xwe dirêj bike’  

Nivîskar Gelawêj Ewrîn di nivîsa xwe  de bi bîr xist ku şerê di navbera Îran û Îsraîl-Amerîkayê de, mehek li pey xwe hişt û got: “Komara Îslamî ya Îranê hewil dide bi rêbazên cuda temenê xwe dirêj bike. Niha li Îranê hikûmeta siyasî nemaye. Mirov dikare bêje hikûmeta siyasî li Îranê hilweşiyaye. Welat bi hikûmeta leşkerî ango bi destê Sipahê Pasdaranan tê birêvebirin. Bi salan Sipahê Pasdaran tevahiya aboriya Îranê ji çêkirina çekan re xerc kir. Li bajarên herî biçûk ên Îranê jî bi sedan navendên Sipahê hene. Welat wer hatiye milîtarîzekirin ku êdî navendên leşkerî ji dibistan, mizgeft û navendên tendurustiyê zêdetir in. Êdî li şûna serokkomar û wezîrên dewletê, tenê rayedarên leşkerî derdikevin û siyaset û stratejiya Îranê diaxivin û diyar dikin. Niha ti roleke siyasetê nemaye û welat bi temamî ji aliyê hikûmeta leşkerî ve tê birêvebirin. Di demek wiha de mirov dikare vê yekê wek darbeyek leşkerî ya artêşê jî bibîne ku gelekî bi nerm û ziravî dimeşe. Niha kesên wek siyasetmedar jî derdikevin û diaxivin, ji kevneşopiya Sipahê tên û bi salan di nav artêşê de cih girtine. Sipah berpirsyarê tevahiya komkujiyên li Kurdistanê û tevahiya Îranê ye. Ji aliyê din ve bi salan hêza Sipahê Qudis ku bi Sipahê Pasdaran ve girêdayî ye li derveyî Îranê, li Iraq, Sûriye, Libnan û Yemenê xwe bi rêxistin kir. Em dikarin bêjin artêşa ku xwe bi saziyên fermî yên dewletê bi salan nixumandibû, îro maskeyên xwe danîne û rûyê xwe yê rast nîşan daye. Hikûmeta tirs, zilm û talankirina dewlemendiyên sererd û binerdê yên Îranê di destê vê hêza tarî de ye.”

‘Pergala sîxurtiyê artêşa riziyayî û fesad derdixe holê’

Di berdewama nivîsa xwe de Gelawêj Ewrîn destnîşan kir ku ji kuştina Elî Xamaneyî heta Larîcanî û gelek fermandarên leşkerî ve diyar dibe ku di nav Sipahê de gendeliyek mezin jî heye û wiha got: “Pergaleke sîxûrtiyê ya tevlihev jî çêbûye ku rastiya vê artêşa riziyayî û fesad derdixîne holê. Van sipahiyan bi salan bi behaneya ku qaşo sîxûrtî kiriye bi sedan ciwanên bêguneh darve kirin. Niha jî derdikeve holê ku bixwe sîxûrên Amerîka û Îsrailê û gelek welatên din in. Dewlemendiya welat hemû dizîne û ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj bikar anîne û xelkên Îranê jî di nav feqîrî û hejariyê de hatine hiştin. Berpirsyarê rewşa niha li Îranê diqewime, pergala gendelkar a Sipahê ye ku ji bo xwe li ser piyan bigire wê hewil bide şer kûrtir bike. Kesên niha bi hêzên derve û aliyên şer re jî hevdîtinan dikin dîsa ew Sipahî ne ku welat ber bi vî şerî ve birin. Ti caran li Îranê îradeya siyasî ya gel ne di rojevê de bû ne jî hatiye cidîgirtin. Gotina dawî her tim Sipahê gotiye. Tevahiya biryarên welat diviyabû li gor berjewendî û xwesteka Sipahê hatibûna wergirtin. Çiqas Sipah lawaz bibe wê ewqas gelên Îranê nefesê bigirin. Her çiqas sazî û dezgehên Sipahê li bajaran nemînin û têk biçin, ewqas gel dikarin bixwe xwe birêxistin bikin. Bajarên bê Sipah bajarên azad in. Jixwe ji ber hêzên Sipahê wek hêzek siyasî xwe li her bajarî bi awayekî bi cih kiriye, gel zirarê jê dibîne.”

‘Hêzên rejîmê wek veşartî tevdigerin û gel ji bo xwe dikin mertal’

Gelawêj Ewrîn di dawiya nivîsa xwe de diyar kir ku derxistina hêzên qirêj û tarî yên Sipahê erka gelê Îranî ya îro ye û da zanîn ku gel bi salan li beramber vê hêza tarî tekoşiyaye û wiha pê de çû: “Dixwazin gel li bajaran wek mertal ji bo parastina xwe bi kar bînin. Jixwe di her bihostek xaka rojhilatê Kurdistanê de saziyên Sipahê hene. Niha ku ji wan saziyan reviyan û xwe veşartine, wexta wê ye ku gel wan saziyan bigire destê xwe. Ew sazî, ew navend hemû yên xelkê ne ku 47 sal in hatine dagirkirin. Bi zora çek, tirs, darvekirin û kuştinê saziyên gel hatibûn desteserkirin. Ew niha di pozîsyona xwe ya herî lawaz de ne. Ji bo wê jî dem hatiye ku gel bi hêza xwe ya rêxistinkirî di serî de li Kurdistanê û li hemû bajarên Îranê wan Sipahiyan ji bajarên xwe biqewitînin. Jixwe ne wate ne jî bandora hikûmeta siyasî maye. Ev Sipahî jî wê bi mayina xwe ya di nav bajaran de, hebûn û parastina gel hîn zêdetir bixe nav xetereyê. Bi dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ wexta wê hatiye ku gelên Îranê dîsa îradeya xwe ya ji bo welatek azad û demokratîk nîşan bidin. Wext hatiye ku ew Sipahî ji bajaran werin qewitandin. Nabe gel li bendê bimîne ku Sipah hîn zêdetir xwe di nav kûrahiya bajaran de bi cih bikin. Ji ber ev rewş wê xetereyên mezin bi xwe re bîne. Erka jin û ciwanan e ku beriya rewş wêrantir bibe, bi erka xwe rabin û bajarên xwe rizgar bikin. Dîroka Îranê tije ezmûnên bi vî rengî ye. Helwesta jin û ciwanan diyar e; bajarên bê Sipah û bajarên xwe yên azad dixwazin!”

Etîket: Nivîskara Azadiya WelatWelat Gelavêf Ewrîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rika li ber bayê zordariyê nehatiye çemandin: Kadîr Înanir

    Rika li ber bayê zordariyê nehatiye çemandin: Kadîr Înanir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Botanî bi dîlana azadiyê ber bi Amedê ve ketin rê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin ZINDÎ

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konfenransa Ziman: Divê zarok ji zimanê xwe dûr nekeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Yek mûhattap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (788)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne