Şaredariya Peyasê bi armanca xurtkirina hevgirtina civakî û çandî, rêzeçalakiyên bi navê “Hevdîtînên Pêyasê yên 1emîn” dide destpêkirin. Çalakiyên ku dê li 28 gund û 8 taxan werin lidarxistin, sibê li gundê Kirxaliyê dest pê dike.
Şaredariya Peyasê ya Amedê, bi armanca xurtkirina hestên yekîtiyê, hevgirtin û hevsengiyê li tax û gundên navçeyê projeyeke berfireh a civakî dide destpêkirin. Rêzeçalakiyên bi navê “Hevdîtînên Pêyasê yên 1emîn” ku bi hevkariya 5 gerînendetiyên cuda yên şaredariyê hatine organîzekirin, dê li seranserê navçeyê li 28 gund û 8 taxan werin lidarxistin.
5 gerînendetî ji bo çalakiyan bûn yek
Ji bo xurtkirina hevgirtina civakî ya li navçeyê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî, Gerînendetiya Ciwan û Xizmetên Sporê, Gerînendetiya Xizmetên Astengdar û Pîr û Kalan, Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Gerînendetiya Xizmetên Tenduristiyê yên Şaredariya Peyasê hêzên xwe kirin yek. Bi vê organîzasyona berfireh re tê armanc kirin ku şaredarî xwe bigihîne hemû şêniyên navçeyê.
Ji tenduristiyê heta sînemayê bernameyeke dewlemend
Di çarçoveya bernameyê de ku armanca wê xurtkirina yekbûna çandî û civakî ye, ji bo her temenî çalakiyên cihêreng hatine amadekirin. Di nav bernameya şahiyan de ev xebat cih digirin: “Nîşandana fîlman û bernameyên muzîkê, komên lîstikê yên ji bo zarokan û boyaxkirina ruyan, kontrolên tenduristiyê yên bêpere, xebatên hişyariyê yên derbarê polîtîkayên jinan de.”
Destpêk sibê li Kirxaliyê ye
Hevdîtînên Pêyasê yên 1emîn dê sibê li gundê Kirxaliyê dest pê bike. Çalakiya ku bi armanca parastin û ji nû ve vejandina çanda gundevaniyê û anîna cem hev a welatiyan tê lidarxistin, dê piştre bi dorê li 36 tax û gundên din berdewam bike.













