• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    DBPa Êlihê deklerasyona 2yemîn kongreya xwe ya asayî eşkere kir

    DBPa Êlihê deklerasyona 2yemîn kongreya xwe ya asayî eşkere kir

    Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

    Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kes kuştin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kes kuştin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    DBPa Êlihê deklerasyona 2yemîn kongreya xwe ya asayî eşkere kir

    DBPa Êlihê deklerasyona 2yemîn kongreya xwe ya asayî eşkere kir

    Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

    Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kes kuştin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kes kuştin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hasan Ozguneş: Firsendên dîrokî ketine destê Kurdan

Onder Akbulut / AW

30 KANÛN 2024 - 08:01
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Siyasetmedar û nivîskar Hasan Ozguneş diyar kir ku firsendên dîrokî ketine destê Kurdan û got: “Divê herkes bêhincet, her tiştî bide aliyekî û yekîtiyek xurt li Rojava xwedî derkevin.”

Li Sûriyeyê piştî Îranê û Rûsyayê hêzên xwe paşve kişandin, di 27ê Mijdarê de Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) li dijî Heleb û gundên wê dest bi êrîşan kir û di çar rojan de Heleb bi dest xist. Piştrî çend rojên din vê carê Hama û Hemis bi dest xistin. HTŞ herî dawî di 8ê Kanûnê de ket Şamê û Rejîma Baasê hilweşand. Di vê pêvajoya HTŞê bajarên Sûrî bi dest xist, li aliyekî Hêzên Artêşa Şamê xwe paşve kişand û li aliyê din jî komên biçek ên wekî Artêşa Neteweyî ya Sûrî (ANS) Ceyş El Vatanî, Artêşa Sultan Murad û komên din ku hêza xwe ji Tirkiyeyê digirin êrîşî Til Rifat, Şehba, Minbic û gelek bajarên din ku pergala Rêveberiya Xweser lê heye, kir. Ji ber êrîşên van komên çekdar, zêdeyî sed hezar şêniyên Efrinê ku koçî Şehbayê kiribûn, dîsa neçar man ku koç bikin û li Tebqa û Reqa bi cih bibin. Ji 27ê Mijdarê heta niha Tirkiye û koma paramîlîter Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Di navbera şervanên HSDê û komên girêdayî Tirkiyeyê de pevçûnên dijwan diqewimin. Li aliyê din li bakurê Kurdistanê ji bo piştgiriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorên Qamişlo û Kobanê çalakiyên nobedê tên lidarxistin. Nobeta sînorê Nisêbînê ku di 13ê Kanûnê de dest pê kiriye 18 roj in didome. Nobeta Pirsûsê jî ku di 23ê Kanûnê de dest pê kiriye, 8 roj in didome. Heta niha nûner û rêveberên DBP, DEM Partî, TJA, Dayikên Aştiyê, sendîka, rêxistinên sivîl û civakî û gelek saziyên din ji Şirnex, Êlih, Sêrt, Bêdlis, Mûş, Amed, Semsûr, Mêrdîn, Riha û navçeyên wan bi girseyî çûn ser sînor û li ser sînor piştgirî dan gelê Rojava. Çalakî bi girseyî didome.

Nivîskar û Parlementerê HDPê yê berê Hasan Ozguneş der barê geşedanên li Sûriyeyê, êrîşên dewleta Tirk û nobeta ser sînor ji Ajansa Welat re axivî. Hasan Ozguneş balkişan ser proje û planên hêzên emperyalîst ên li ser Rojhilata Navîn û wiha got: “Ewlehiya Îsraîlê ji bo wan meseleyeke bingehîn e. Piştî sosyalizma reel têk çû hêzên emperyalîst, moderniteya kapîtalîst xwestin li Rojhilata Navîn projeya Rojhilata Navîn a Mezin bixin meriyetê. Xwestin dewlemendiyên ser erd û bin erd ên Rojhilata Navîn desteser bikin. A din jî ew dewletên ku teslîmî wan nebûn xwestin teslîm bigirin. Dîsa ewlekariya Îsraîlê ji bo wan gelekî girîng e.”

Dewletên netewperest nikarin xwe biguherin

Hasan Ozguneş anî ziman ku dewletên netewperest hişmendiya xwe naguherînin û wiha axivî: “Dewletên mêtinger ku li ser hîmê yek netew, yek bawerî ava bûne; nikarin guhertin û veguhertinê pêk bînin û xwe demokratîk bikin. Nikarin bibin dewletên hiquqî, azadîxwaz û pirsgirêkên civaka xwe çareser bikin. Wek dara hişk in. Mixabin encax bi karesatên mezin têne guhertin. Niha Suriyeyê jî bivî awayî hat guhertin. Ev guhertin jî bi mudaxaleya Amerîka, Ingilistan, Îsraîl, Rusya, Îran û Tirkiyeyê pêk hat. Niha rejîmeke dîktator çû. Lê dê çi dînin şûna vê rejîmê ne diyar e. HTŞ, qaşo Artêşa Neteweyî ya Sûriyê ye, hişmendiya van a DAIŞê ye. Bi vê hişmendiyê nikarin ev qas civakeke pir rengî bi rêve bibin.”

‘Rojhilata Navîn di qeyraneke kûr de ye’

Hasan Ozguneş destnîşan kir ku hêzên emperyalîst Îran ji bo Îsraîlê xetere dîtin û ji bo wê jî mudaxaleyî Sûriyeyê kirin û wiha domand: “Hêzên emperyalîst yên ku mudaxaleyî Sûriyê kirin xwestin Sûriye heta demekê di nava aloziyê de be. Dê pişt re jî mudaxaleyî Îranê bikin. Dixwazin dewletên ku li hember wan disekinin biguherînin. Em niha di rewşa Sûriyê de dikarin bibêjin Rojhilata Navîn di nav qeyraneke kûr de ye. Niha Durzî, Suryan, Ermen, Xiristiyan, Êzidî, Kurd di bin xetereyê de ne. Ji ber ku em baş dizanin li gel HTŞ û ANSê tu wijdan, exlaq, demokrasî, azadî, wekhevî, mafê jinan, mafê mirovan tune ye.”

‘Çareserî neteweya demokratîk e’

Hasan Ozguneş da zanîn ku tenê hêza xwedî tecrube Rêvebariya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk e û wiha axivî: “Rêveberiya Xweser 13 sal in bi hişmendiya neteweya demokratik Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêve dibe. Hemû gel û bawerî, jin bi awayekî azad li wir dijîn. Tekane çareserî ev model e. Lazim e ev model ji bo hemû Sûriyeyê bibe mînak. Ji bo vê jî pêwîst e em hemû gelê Kurd, hêzên demokratîk û aştîxwaz piştgirî bidin gelên Rojava. Yekitiya xwe pêkbînin, evê pergala neteweya demokratîk li ser Sûriyê ferz bikin. Nehêlin ew kêmnetew û baweriyên li wir rastî komkujiyan werin.”

‘Di di hişmendiya wan de tunekirina Kurdan heye’

Hasan Ozguneş bibîrxist ku Dewleta Tirk hin soz dabûn Kurdan, lê pîştî Lozanê ew soz danîn aliyekî û li ser feraseteke yek netew, nijadperest û neteweperest xwe bi rêxistin kir û wiha pê de çû: “Gelê Kurd û gelên din tevahî xistin ber pêla bişaftin û tunekirinê. Bi vî awayî gotin me çawa Ermen, Asûr û Rûm ji holê rakirin em ê Kurdan jî ji holê rakin. Lê Kurdan di vê sedsalê de dev ji çand, nasname, azadî û nêrîna xwe ya demokratîk berneda. Hê jî di hişmendiya Tirkiyeyê de tunekirina Kurdan heye. Dema li Başûr Kurdan statû bi destxist jî xwestin asteng bikin, heta demeke nêz jî digotin me xeta kir, me wê demê statuya Başûr asteng nekir. Niha jî beşeke Başûr dagirkirine. Di aliyê siyasî, aborî, leşkerî de xistine bin xizmeta xwe. Lê Rojava li gor hişmendiya wan nameşe, li wir pergaleke demokratîk, wekhev heye.”

‘Divê Kurd ji dîrokê dersan derxe’

Hasan Ozguneş da zanîn ku bi salan e Kurd ji bo destkeftiyên xwe biparêzin têkoşîneke mezin didin û wiha pêde çû: “Dîrok her tiştî nîşanê mirov dide. Divê mirov dersê jê bigire. Kurdan sed sal berê ji ber nezanî, xîzanî, bêtifaqî û bêrêxistiniyê winda kir. Lê niha gelê Kurd piraniya wî vê rastiyê dibîne. Divê Kurd li ser esasê nirxên neteweyî bibin yek û destkeftiyên hemû parçeyan biparêzin.”

‘Îro derfetên girîng çêbûne’

Hasan Ozguneş herî dawî bal kişand ser kesên li dijî yekîtiyê û wiha bi dawî kir: “Îro yê ku bikeve bin xizmeta neyaran dîrok dê wan jî şermezar bike. Gelê me jî dê şermezar bike. Îro derfetên girîng ji bo me çêbûne, dostên me pir bûne, hesteke neteweyî heye, firsendeke dîrokî heye, divê herkes bêhincet, her tiştî bide aliyekî hem bibe yek, hem li Rojava xwedî derkeve. Serkeftin nêz e.”

Etîket: Hasan OzguneşKurdRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

14 HEZÎRAN 2026
KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

7 HEZÎRAN 2026
Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

3 HEZÎRAN 2026
Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

1 HEZÎRAN 2026
Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn dewam dike

Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn dewam dike

30 GULAN 2026
Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

25 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di roja 2an de didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bekargolu: Pêwistî bi pênaseyeke nû ya netewbûnê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Tecrîd didome, divê dewlet bi wêrekî tevbigere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heke Rojîn, xeniqîbe çima di pişika wê de av nîne?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîsan êrişî çalakiya jinan kir: 4 jin hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (403)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne