• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Heta em bigihîjin felsefeya Jin Jiyan Azadî dê têbikoşin’

Medya Bal / AW

28 MIJDAR 2024 - 10:15
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – Rêvebera Rêxistina Sara Arzû Temo der barê têkoşîna ku jin didin wiha got: “ Jinên ku parçeyek vê civakê ne û ji civakê re pêşengiyê dikin dibin hedefa Dewlet Tirk û rejîma Sûriyeyê. Lê xebatên me yên wekheviyê tevî hemû êrîşan jî berdewam dikin û heta em civakê bigihînin felsefeya Jin Jiyan Azadiyê jî dê xebatên me berdewam bikin.”

Piştî Şoreşa Rojeva li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek sazî û dezgehên ku li dijî tundiya li ser jinan xebat dimeşînin hatin avakirin. Tek ji van rêxistinan jî Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan e ku di 1ê Tîrmeha 2013an de ji aliyê komeke mamosteyên jin ve li Qamişloyê hat avakirin e.

Rêxistina Sara ji roja ku hatiye avakirin heta niha ji bo mafên jina bi parêze di qadên aborî, siyasî, civakî, qanûnî, hwd de xebatên xwe dimeşîne. Em der barê xebatên ku tên meşandin û armancên rêxistinê bi yek ji rêvebira Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Arzû Temo re axivîn.

Arzû Temo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya avakirina rêxistinê û wiha got: “Rêxistina Sara di pêvajoya ku li hemû Sûriyeyê şerek hebû û jin bi hemû rengên tundiyê re rû bi rû diman de di 2013an de hat avakirin. Mixabin ji ber pergala ku mêran ava kiriye hê gelek jin nizanin ku mafên wan çine. Ji roja ku sazî hatiye avakirin heta niha em hewl didin jinan ji tundiyê biparêzin û wan bi rêya semîner û perwerdeyan hişyar bikin. Bi xebatên ku em didin meşandin em hewl didin di navbera herdû cinsan de wekheviyek bidin avakirin da ku herkes karibe jiyana xwe li ser mafên xwe bijî. Dema em xebateke ji bo hişyariya civakê ya li dijî tundiyê didin meşandin em bangê hemû jin û mêran dikin da ku herdû jî xwe nas bikin. ”

‘Parastina kuştinê tune’

Arzû Temo diyar kir ku ew ji sala 2013an heta 2024an wan xebatên xwe bi xurtî berdewam kiriye û wiha axivî: “ Bi xebatên ku me da meşandin rêjeya tundiyê kêmtir bûye. Em li tax, gund, navçe û bajaran xebatên xwe bi rêya semîner û serdanan bi rêve dibin. Me bi rêya semîneran qanûnên malbatê şirove kirin. Gelek jin hebûn ku hîna qanûnên malbatê nas nedikirin. Me bi rêya semîneran qanûnên malbatê da naskirin. Niha em muxareneya herêma Cizîrê û Firatê dikin. Em dibînin ku li herêma Cizîrê tundî hatiye kêmkirin. Çima hatiye kêmkirin. Sebebê wê çine? Ji ber ku qanûna jinan rolek çalak di nava civakê de lîstiye. Yên ku dixwazin sûcekî bikin û curmekî bikin, an ku jinekê bikujîn, tecawizî jinekê bikin, li jinan bixin, êdî qanûnên wê hatine diyarkirin. Yên ku bi zanebûn jinekê bikujin cezayê wan muebet e. Ji 25 salan heta 30 salan cezayê wî heye. Herkes dizane ku yên dest dirêjî jinan bike dê bê cezakirin. Ev zagon û qanûnên ku ji bo parastina mafên jinan hatine danîn, li pêşiya pergala baviksalarî rê girtiye. Ji ber ku qanûnên jinan hatine rûniştandin, ji sedî 60 qanûnên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet li herêma Cizîrê di meriyetê de ne. Lê li Iraqê qanûnên jinan, di nava civakê de rola xwe baş nelîstiye. Her kes dizane, di qanûnên Sûriyeyê de kesekî ku jinekê bikuje, sûcekî bike, 6 mehan dikeve hepsê û derdikeve. Di Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser de kuştina bi navê şeref û namûsê de tune ye. Ev nayê qebûlkirin. Kuştin kuştin e. Parastina kuştinê tune. Kesê yek kuştibe dê cezayê xwe bikişîne. Ev qanûnên ku hatine avakirin ji bo parastina jinan e. Hemû qanûn ji bo parastina li dijî tundiyê ye.”

‘Tundî wek qeder hatiye dîtin’

Arzû Temo da zanîn ku li her derê cihanê tundî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro dema em dinêrin li her derên cihanê bi her awayî li ser herkesê tundî heye. Lê li Rojhilata Navîn em bi tundiyê re zêdetir rû bi rû dimînin. Ji ber çi em dibên zêde ye ji ber ku li vê erdnîgariyê jin di bin navê namûs û şerefê de tên kuştin ev jî rê li ber tundiya zêdetir vedike. Di nav Rojhilata Navîn jin ji ber ku di bin desthilatiya mêr a hov de dijî neçar mane ku vê tundiyê wek qedera xwe bibînin. Ev neçariya qebûlkirina tundiyê di nav civakê de rê li ber avakirina çanda tundiyê vekiriye. Piştî avakirina Rêxistina Sara hişyariyeke di nav civakê de çêbû. Ji ber ku em di hemû xebatên xwe de belavokan belav dikin û hejmara ku karibin têkilî bi me re deynin jî li ser van belavokan dinivîsin. Di serdanên me yên taxan de jî em hewl didin rêya ku karibin li dijî tundiyê serî li saziyê bidin vebikin.”

Arzû Temo wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di hemû dozên tundiyê yên ku di nav Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tên dîtin de li gel jinan cihên xwe digirin. Vê piştgiriya ku em didin rê li ber nasîna me vekir. Jinên ku xebatên me dibînin êdî zanin ku em li dijî tundiyê qada ku karibin serî lê bidinê ne. Ji ber vê yekê ye ku serlêdanên jinan ên Rêxistina Sara sal bi sal roj bi roj zêdetir dibin. Jinên ku zanin em ji bo mafê jinan têdikoşin xwe zêdetir bi me digirin.”
Arzû Temo bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Mixabin di salên 2019, 2021 û 2022yan de kuştina jinan gelek zêde bûbû. Dîsa zewaca di temenê biçûk de hin heye lê ne wek berê ye. Dîsa pirzewac li gor demên berê kêmtir bûye. Lê lêdan û kuştina jinan hê jî gelek zêde ye. Di dozên heyî de carna jin û mêr lê hev tên. Lê di hin dozan de jin naxwaze bi mêrê tundrew re li hev were. An jî hin dozên ku nayên çareserkirin li mehkemeyên girêdayê Rêveberiya Xweser tên dîtin û li gor wî çareseriyek tê dîtin. Jinên ku parçeyek vê civakê ne û ji civakê re pêşengiyê dikin dibin hedefa Dewlet Tirk û rejîma Sûriyeyê. Lê xebatên me yên wekheviyê tevî hemû êrîşan jî berdewam dikin û heta em civakê bigihînin felsefeya Jin Jiyan Azadiyê jî dê xebatên me berdewam bikin.”

Etîket: Arzû TemoAzadifelsefeya JinJinJiyanSara
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

30 HEZÎRAN 2026
Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

28 HEZÎRAN 2026
Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

28 HEZÎRAN 2026
Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe  Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe
Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

27 HEZÎRAN 2026
Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin

Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin

27 HEZÎRAN 2026
Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

26 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (818)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne