Li Êlihê ji ber barana zêde bariya pira li ser rêya başûrê Êlihê ya nêzî Bajarokê Girêsîra ku nû hatiye çêkirin xesar dît û ji ber karûbarên nûkirinê pir ji çûn û hatinê re hat girtin.
Duh li Êlihê ji ber barana zêde ziyan gihîşt gelek rê û eraziyan. Ji ber baranê pira li ser rêya başûrê Êlihê ya nêzî Bajarokê Girêsîra ku nû hatiye çêkirin herifî û xesar dît. Ji ber herifandinê rê li çûnehatê hate girtin. Tîmên Rêveberiya Rêyên Bejahiyê (KGM) yên herêmê li cihê ku pir xera bûye dest bi xebatên vesaziya rê kirin.
Ji ber xebatên çêkirina rê ji her du aliyan ve rê hate girtin.


















